Çend bend ji xetên #Berf û Berf#
nivîsandin: #AYNUR ARAS#
Ez…Rihan…qîza ji êla Bakuran buka ji êla Başuran…Bakur û Başurî ên lihev û du mînanî dijminan..
Lew min çi xêr û xweşî ji bukaniya xwe nedît…
Li Welatê min ê duemînî dibêjin “ jinika bi zarokên xwe ve a bi tenê “
Lê nizanim Welatê min ê yekemînî çi nav û peyvê lê dike…gelo min koke zimanê xwe jibîrkiriye an Welatê Rihanan ez jibîr kirime…
Heyşt salin li hemberî qirêjî yên jiyanê bi sê zarok û kokezimanê xwe ê kêrkirî ve di cenga jînê de me…zarokên min êdî ji tirsê derketine..saetên li karim mînanî berê dilê min di kefa destê min de nîne…
Zînê êpêce barê min sivik kiriye li xuşk û bira ê xwe miqate dibe..carînan em cîh diguherînin ew dibe dê ez diçim deştê..deşta lê hatime dinê..welê serê xwe didim ser çoka Zînê çavên xwe digrêmê li ser pişta hespê Şînboz…di etegên Agirî de şiverê ên Şînboz tê de bi ewlehî dimilmile….
Her demsal çi dibe bila bibe…
Gava ku ez şunpê ên xwe ên dewskulîberfînan nebînim tîrek li dilê min dixe tewşo mewşoyî dibim û dibim mînanî fişengek serserî dê kes nizane berê fîşengê li kîjan alî….!
Belê…min…lep bi lep axên hêrifî kom kir pê riknên mihkem lêkir…
Min yeko bi yeko jimartiye dê di çend hezar zemanan de şiverê ên çendî pire ên selewatan de çendîn mîlyon kulîberfînan pasa lêvên min alastine û min birîna Welatê dê bi birîna Welatê lêyî ve pêça..bi saya serê herdu rengên sipî ên cêwî…xudana qelemê alast û alast bihetanî kesra dilê min veperast..
Kêliya bi rêya kulî ên berfê ji Welatê dêmqemerî ê herem spî re silavan bi rê dikim mînanî zarokek mehsûnî baskên piçûktiyê bi şênxweşîyî diçirpînim…
Bi vî hal û hewalî demsal havîn be jî…kêliya strana zivistana dilê min keland qeşayê kom dikim bi pozê derziyê hur û hur dikim li ruyê deşta zemînê dinê werdikim pê hewesên piçuktiyê û hesretên mezintiya xwe berodanî dikim…
Min qet ji xewnên xwe dernekir ew heyamên ku diya min li ser kurşeya berfê bi pozê darê ku pê nû dewar ji ser avê anîbû û biribu tewlehê da girê dabû hîn jî bêhna xumama çêleka belek ji pozê darî difuriya..
Bi herfa navê xwe yî serî a nû fêrbibû re çendî şadibû û pozê darî dibire ser kurşeya qeşa wergirtî pê re jî him xwe qure dikir û dibin çevan re li min mêze dikir him jî bi serbilindî li destnivîsa xwe ya li ser kurşe ê temaşe dikir..
Lê di hîn sahne ên xewnê de..ji nişkê ve tavek sincirî diqijile xetên diya min destnivîskirî perçe û perçe dibin…tîrek li dilê min dixe dinav destnivîsa diya min a perçekirî de…dilê min jî..dibe çar perçe…
Serêşeka reqkirî ve vediciniqim çavên xwe li yalê şibakê vedigerînim pêdihisim dê şeveqa nû welidiye…nizanim êdî şev têra xewna nakin an jî sînga kurşe yên berfînan alfabe yê ranagire…
[1]