Swêd Swêda jinan e
Nivîsandin: #AYNUR ARAS#
Salên nodîde dema ez nû hatibûm Swêdê, li malên kurdan, ev hevok benîştê devê xelkê bû Swêd, Swêda jinan e û bêguman ji aliyê cisnê hember ve (mêran ve) dihat bi lêv kirin!..
Ez bi xwe xwendevan bûm û bi temenê xwe hîn binê bîst salîyê de bûm, lê pir bala min dikişand, dê çima di her civak û sohbetê de wisa tê gotin?..
Min serê xwe bi vê metelokê diêşand û diketim nava fikir û analîzan..!
Dû re min fêm kir cisna jin, bi tevî ji aliyê mêr ve dihat bikar anîn jî, hîn jî mêr bi pone pon bû..!
Hem ji alîkî ve li hember sîstemê bikar dianî, ji aliyê dinê ve jî, xwe mexdûr dida dîtin û ji bo her ya xwe bi ser ya wê bixe, ev metelok mîna sîlahekî bikar dianî.
Ez behsa jina bi zarok û zewicandî dikim û herî pir jî ya navsalî dikim.
Ji sedî nod û neh malbat, ji roja tên Swêdê heta salên dûr û dirêj ji aliyê dewletê ve fînansa xwe bi rê dibin..!
Ev rêbebirin jî her ji aliyê jinê ve tê pêkanîn, ji ber berî herin ji bo aboriyê daxwaza alîkariyê bikin, ji aliyê nas û dostan ve dihatin hîn kirin, dê rihetire ku jina malê bi zarokên xwe ve here serî lê de, ji jinê û zarokan re zûtirîn alîkarî tê pê û dema jin û zarok bin, dewlet nakeve dû pêvajoya ku dûr û dirêj bikudîne.
Dû re ev pêkanîn bi wî halî normalîze dibû, da serê her mehê jinê fature û pêdiviyên xwe hildida diçû sosîalê.
Yanê jinê hem mêr û zarok li rê dibirin, karê sîstemê xêra serê wê birêk û pêk dihat kirin, hem jî, ji aliyê mêr ve her û her dihat rexne kirin, dê jinê li vir her tişt ji destê mêr girtîye, mêr ji xwe re kiriye hêsîr.
Ez bi xwe şaîdên van bûyera me, zafî ji wan dayîkan an alfabet bûn, roja biçûya boyê alîkariyê mêr jê re digot tu ê wiha û wiha bêjî dê pirsgirêk dernekeve.
Jin di kîjan temenî de ba bila biba socîalê digo ji bo alîkarîyê bidim, divê tu herî mektebê ziman fêr bibî, pêşerojê de dest bi karekî bikî, dê hûn bi xwe mala xwe bi rê bibin, sîstemê çi jê dixwest jinê wisa dikir.
Lê mêr bi sedan bahane lihev dianî, bi raporên dixtoran ve xwe her nexweş dida xuyakirin, an li malê rûdinişt an jî li gel nasan karê reş dikir!
Û mixabin piraniya mêran pereyên ew karê reş ku dikir jî, didan qumarê..!
Jinê hem mal, zar, mêvan û dibistan bi rê dibir û hem jî her gav serdet dihat destnîşan kirin..
Nivîsa dû re jî ê ya li ser nifşa jin û qîza ciwantir be.
[1]