Siyaseta Kurd û xweserî
Mücahit Bilici
Zextên gel ên di nava siyaseta Kurd de, #siyaset# a Kurd neçar dike ku dev ji wesayeta leşkerî berde. Dikare bê gotin ku herikîna vê yekê di derketina hevserokên (hevserok) yekta û bê serok (hevser) de xwe dide der. Ev derketin şerm û dudil xuya dikin, lê haydar in ku ji hêla siyasî ve di rêça rast de ne. Ew baldarî û piştgirî distîne. Rêxistina totalîter a ku dixwaze wesayeta xwe ya leşkerî li ser siyaseta Kurd bidomîne, di avakirina çarçoveyek bi sînor de israr dike ku rê nede siyaseta Kurd nebe Kurd û ne jî siyaset bike.
Rêxistina çekdar a ku xwedêgiravî dibêje ez li ser navê Kurdan tevdigerim, ne tenê têk çû, di heman demê de di wê pozîsyonê de ye ku nehêle demokrasiya Kurd dahata siyasî ya ku heq dike berhev bike. Di rastiyê de civaka Tirkiyê ji ber vê kelepçeya totalîter a ku di marjînaltî û antîsiyasetiyê de israr dike, nikare firsendê bibîne ku bi rûyê bingehîn û mirovahî yê Kurdan re rû bi rû bimîne.
Siyasetmedarên Kurd heta ku nikaribin xwe ji vê kelepçeyê rizgar bikin (li meclîsê yan jî li zindanê) nikarin bi ser xwe ve bên. Kes an tevgerên ku nikaribin li hebûna xwe xwedî derkevin, nikarin bi ser bikevin. Xwebûn nayê wateya Kurdbûnê. Xwebûn tê wateya astiya bi xwe re. Tu kî dibî bibe. Divê bi xwe re samîmî be. Bi zimanê dînî jê re dibêjin îhlas (mixabin ev peyv ji aliyê hin bazirganan ve hatiye qirêj kirin). Ji verziyona maço ya îhlasê re mêranî tê gotin. Di rûnê zeytûnê de îhlas tê wateya safîtî û xalisiyê. Başe di siyasetê de îhlas çawa çêdibe?
Di siyasetê de îhlas di nêzîkbûna gel de ye. Alîgiriya gel e. Dema siyaset ne ji bo gel bê kirin jî, divê ji gel re rast be. Wekî din, tevgerên ku gel ji bo ezberkirin û çarçoveya xwe ya îdeolojîk wek lîztok dibînin û bi kar tînin, tevgerên ku ji îhlasa siyasî, ji îhlasa demokratîk, cesareta mirovî û ji ber vê yekê jî ji serkeftina siyasî bêpar in. Mixabin siyaseta Kurd ji zelalî û samîmiyeta siyasiya wiha dûr e.
Îro di sîyaseta Kurdan de gelek reng (binefşî, kesk, pembe û hwd.) wek rengên destavêtî û kevinbûyî li ser nasnameya Kurdan hatine rijandin. Ev rengên ku wek fezîlet xuya dikin, rengdêrên îdeolojîkî, xavbûna hizrî û negihîştina siyasî ne û hevreha wan a civakî nîne.
Pir mimkin e ku Kurdayetiyek samîmî li seranserê Tirkiyê, yanî hem di nav Tirkan û hem jî di nav Kurdan de, deng û sempatiyê bibîne. Lê ne hewldanên şermkirin û dûrketina ji Kurdayetiyê û ne jî dijminatiya kêm a li hember Tirkiyê tu fêdeyê nade. Siyaseta heyî ne ji bo Kurdan û ne jî ji bo Tirkan tu fêdeyê nade. Bi rastî jî zirarê dide herduyan. Mîna pêlavê cîh digire. Ji ber ku nekêrhatî ye, rehm û nefretê dikişîne. Lê belê mucîzeya yekem (çalakiya efsûnî) a îhlasê (ango samîmîyeta bi xwe baweriyê) ew e ku rêzgirtinê li dijberê xwe ferz bike.
Diviyabû karê yekem ê siyaseta Kurd nûkirina rêz û rûmeta Kurdan bûya. Rêxistina çekdar a ku qaşo li ser navê Kurdan tevdigere, ne tenê têk çû, di heman demê de di wê pozîsyonê de ye ku nehêle demokrasiya Kurd dahata xwe ya siyasî berhev bike. Ev çarçoveya siyasî ya kevnar, ku ji feraseta hemwelatiyan dûr ketiye, heya kengî dikare bidome, cihê meraqê ye.
Rehabîlîtasyona sîyaseta Kurd a ku her tim tiştên li derveyî çarçoveya xwe hildigire, ji hêla gel ve incex bi pêvajoyek hînbûnê dikare pêk bê. Êdî herkes dizane ku rêxistin ji alî leşkerî ve têk çûye û herkes dibîne ku divê wesayeta rêxistinek leşkerî ji ser siyasetê rabe.
Ji bo samîmiyetê divê siyaseta Kurd serbixwe be. Yan wê bê îmanê û serî ji gel re deyne, yan jî wê gel bibîne ku bikêrnehatinek wilo ne masûm (bêguneh) e, weha berdewam nabe û li cîhekî din dest bi lêgerîna nûnertiyek din bike.
Serbestiyet
[1]