Desthilata Botan ji demokrasî ve heta xiyanetê – beşa 1em
Keyhan Mihemedînijad
Di destpêka wê gotarê de ez dixwazim bi mînakekê dest pê bikim. “Rûdiyard Kîplîng” nivîserê birîtanî dibêje, “hekî dîrok wekî çîrokan bihatiba gotin û dersdan, ti carî nedihate jibîrkirin”.
Ew axavtinê “Rûdiyard Kîplîng” rast e, çimkî dîroka me Kurdan jî tim ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve bi awayek çewt hatiye nivîsîn û ya ku niha ji bo me meye, ji aliyê çîrokbêj û dengbêjan ve sing bi sing hatiye gotin û parastin. Her wê çendê îro rojê bestera hindê berhev kiriye ku kesên welatperwer û dîroknivîsên nîştimanhez bikarin dîrok û gotinên me bikin pirtûk û binvîsin.
Min jî ew zaniyarên ku li ser mîr Bedirxan berhev kirine ji çendîn çavkaniyan û pirtûkan sûd wergirtiye, her lewma min îşare bi çi çavkaniyekê nekiriye.
Bedirxanê Evdalxan an jî Bedirxan Beg ê kurê “Ebdulah Xan”, di sala 1803an de li bajarê #Cizîra Botan# yê ser bi Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Lê belê nêrînên cuda hene li ser jidayîkbûna mîr Bedirxan. Hin dîroknivîs dibêjin mîr Bedirxan di navbera sala 1803an heya 1806an de ji dayîkbûye. Bedirxan Beg ji malbata Ezîzan bû. Şerefxan Bedlîsî di Şerefnameya xwe de nivîsiye ku malbata Ezîzan berê Êzîdî bûne, piştre bûne Bisilman.
Mîr Bedirxan di sala 1830ê de îdara Botan xistiye destê xwe. Bi mîrê soran Mîr Mihemed re tifaq çêkiriye.
Carekê mîr serdana dibistanekê dike û ji mamosteyan re dibêje: “Her dersxwanek navbera rûpelekê bi bê şaşî bixwîne ez ê paşayetiyê bidimê”. Li wir derdikeve ku tenê mebesta mîr eve bûye ku wan han bide ku baştir bixwînin û serkevtî bin. Ji bo ku di warê leşkerî de bibin pispor û zaniyariyên modern hîn bibin, gelek xortan jî dişîne Ewropayê.
Mîr Bedirxan gelek xizmetên baş bo gelê xwe kiriye, di dema desthiladariya Mîr Bedirxan de ne tenê dadperwerî û wekheviyeke baş hebûye, di desthiladariya wî de kesên diz û gendel jî nebûn. Mîr Bedirxan di dema xwe de 2 kargehên berhemanîna “çek û barot”ê li Cezîrê çêkiribû. Mîr Bedirxan “dirav” jî bi navê xwe lêda, ji aliyekê nivîsîbû “Emîrê Botan Bedirxan” ji aliyek din jî nivîsîbû “1258ê Koçî”.
Mîr karîbû xelkeke zêde bo aliyê xwe ve bikişîne û her kesekî jî ku tawanek kiriba bi tundî ceza dida û her kesê jî dizî bikiriba destê wê/wî dibirî. Zevî bi erzan dida çandinkaran bi rêjeya %3 dahata wê astê didane mîr Bedirxan, ku ev aste jî li dahata ku dewleta Osmanî li cotkaran werdigirt gelek kêmtir bû. Mîr alîkariya malî dida malbatên kêmdahat û destkurt. Her ji bo vê jî kêfa xelkê gelek bi mîr re dihat.
Şêwaza fermanrewayiya Mîr Bedirxan evqas tund bûye ku, tenê kesek jî bo mînak wekî diz û gendel di sînorên mîratiya wî de xuya nekirine û cihê wan di mîrgeha wî de nebûye. Di dema desthilatdariya mîrê Botan de, ewlehiyeke baş hebûye.
Di wê demê de du Amerîkayî yên gerok yên bi navên “Rasist û Birat” çûbûne wê deverê û serdana deverê kiribûn. Çar hefteyan li wir mabûn û rastî ti arîşe û pirsgirêkekê nehatibûn. Herwisa wan dîtibûn ku xelkê wê deverê û serokeşîr çiqas dilsoz û hezkiriyê mîr in.
Dadperweriya Mîr Bedirxan di navbera ol û kêmîneyan de hebûye û hertimî hewl daye bo dadperwerî û wekheviyê di navbera hemû kesekê de.
Mîr Bedirxan pêwendiyeke baş digel Ermeniyan hebû û herwisa biryar dabû ku her kesek jineke Ermenî bixwaze dê alîkariya wî bike. Xortên Ermenî jî di nav hêzên Mîr Bedirxan de beşdar bûn û hêzeke baş pêk anîbûn. Mîr Bedirxan çendîn şêwirmendên Ermenî yên wekî “Dumistîhan Mankoliyan, Ucansî Şalkitrîn û Mîrmarto” di nav spaha xwe û derdorên xwe de danabûn.
Di vir de derdikeve ku Mîr Bedirxan çiqas girîngî daye mafê kêmîneyan û heta ew di nava desthilatê de jî beşdar kirine. Di warê yeksanî û dadperweriya Mîr Bedirxan de, “Mîr Celadet” mînakek wiha aniye û gotiye: “Rûbarek hebû navê wî “Çem Cihû” yan jî rûbarê “Cihû” li nêz Cezîreya “Îbin Umer” bû. Cihûyan ji bo rêûresmên xwe yên olî û bo bi cihanîna wacibatên xwe yên olî diçûne ser wî rûbarî; Kurdan jî rêya wan digirtin û dijayetiya wan dikir. Rojekê “Xa Xam”ê Cihûyan diçe cem mîr û şikayeta vê yekê dike û bi dest îşare bo wî cihê dike, lê navê wî cihê mebest nayêne. Mîr pirsyara navê wî cihê lê dike, lê “Xa Xam” dîsan navê nayêne û her bi dest îşare dike. Di wê demê de Mîr pêdikene û jê re dibêje, navê wî cihê “Çem Cihû” rûbarê “Yehûd” an ku cihê pevçûnê ye. Mîr îdê biryarê dide ku ew cihe taybet bi cihê Yehûdan e û nabe ti Kurdek an jî ti Bisilmanek biçe wir û mudaxilê di wî cihê de bike”.
Dema ku spaha Osmaniyan mijûlê şerkirinê digel dewleta Misrê bûye. Mîr bi derfeteke baş zaniye û desthilata xwe berfireh kiriye û bo serxwebûna Kurdistanê li Mukriyanê heya Botanê kiriye di bin desthilata xwe de.
Piştî ku Mîr Bedirxan, di sala 1835an de rewşa xwe ya leşkerî, siyasî û aboriya civakî bihêz dike, êdî hêdî hêdî desthilata xwe wek dewletek serbixwe birêkxistin dike. Cizîra Botanê wekî paytexta mîratiya xwe radigehîne.
Di sala 1838an de Mîr Bedirxan ji bo têkşikandina desthilata “Seîd Beg” alîkariya Osmaniyan kir. Wê demê Sultanê Osmaniya pileya “Emîdî Kolonêl” da Mîr Bedirxan. Herwisa Mîr Bedirxan di sala 1839ê de jî, digel spaha Osmaniyan beşdariya şerê dijî Spaha “Îbrahîm Mihemed Elî” kir û ew şere li “Tirêb”a nêzî “Entabiya”yê rû da.
Mîr Bedirxan kesek nebû ku tena serê xwe û ji bo berjewendiyên malbatî û eşîreyî xebatê bike, lê belê wî hewl dida di bin yekgirtineke giştgîr de Kurdistanek mezin ava bike û dadperwerî û demokrasiyekê tê de cihgir bike. Di berdewamiya vê gotarê de em ê îşareyê bi xalên bihêz ên Mîr Bedirxan bikin.
Dom heye…
[1]