Mizgefta Sore ya keleha Merîwanê, belgeyek dîrokî ya vê deverê ye
Enwer Kerîm Seîd
Yek ji kevintirîn û bi navûbangtirîn mizgeftên Kurdistanê ye, ku bi “Darul-Îlme” tê naskirin, û gelek kesên navdar, zana û oldar ên Kurdistanê di hucreyên wê de xwendine, û ev Mizgefta Sore ya keleha Merîwanê ye, ku belgeyeke kevnar a hebûna vê navçeyê ye. Keleha Merîwanê yek ji wan şûnwarane ye ku beşek ji dîroka me tê de hatiye tomarkirin. Ev kelehe li başûrê bajarê Merîwanê ye û li ser çiyayekî hilkeftî ye ku 1600 metre bilind e û wekî hespek serkêş rabûye ser pê û çavdêriya wê deştê dike.
#Merîwan# yek ji navdartirîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye û 20 kîlometre dûrî sînorê Başmaxê ye. Hin çavkaniyên dîrokî dibêjin ku ev çiya û keleha Merîwanê sê sedsalan yek ji navendên desthilatdariya Baban û Erdelanan bûye. Ev çiyaye berê kelehbazar bûye û di demên kevnar de heşîmeteke zêde li wir jiyeye. Di hin pirtûkên dîrokî de ji vî çiyayî re “Sê Lûtk” hatiye gotin û ji ber ku kela kevnar ya Merîwanê li ser e, gelek çavkanî jî, ji ber ku keleha kevnar a Merîwanê li ser hilkeftî ye jê re goyine: “Keleha Merîwanê”. Girseya xelk jî, ji ber ku tirba kesek baş û navdar ê bi navê “Îmam Ehmedê Enbar” li wir e jê re dibêjin: Çiyayê “Îmam”.
Navê çiyayê Îmam ji navê “Îmam Şêx Ehmed Îbn el-Enbar El Neîmî” hatiye wergirtin ku di sedsala heştem a Koçî de ji aliyê Mîr Hemzeyê Baban ve wek gotarbêjê Înê û pêşnimêjê Mizgefta Sore hatiye diyarîkirin ku her di wê serdemê de digel çêkirina keleha Merîwanê, ji aliyê Emîr Hemzeyê Baban ve fermana çêkirinê hatiye dan. Piştî wê ku Îmam Ehmed koça dawî dike li goristana kêleka kelehê bi axê tê spartin û heta roja niha bûye cihê ziyareta serdankeran.
“Seyîd Ebdulsemed El-Tuwarî” di pirtûka xwe ya bi navê “Nûr El-Enwar” de dibêje: Emîr Hemzeyê Baban şoreşek da destpêkirin û bajarên Diyarbekir û Helebê girt û Tirk û Ereb jî bi hêzeke zêde ve pê re şer kirin, lê nekarîn tiştekî bikin, heta ku di encamê de dikevine pey karê xapandinê û Hemdun Beg, serleşkerê spaha Emîr Hemzeyê Baban bi pareyeke kêm dixelitîne û xwe û spaha xwe teslîmê wan dike. Dema Emîr Hemze bi tena serê xwe ket, neçar ma bi çend fermandeyên xwe re bireve û li navçeya Merîwanê li ser çiyayê “Sê Lûtke” bi cih bibe. Piştî ku bi cih bû, ji bo ertêşa xwe dest avêt bi komkirina hêzê. Herwisa li se çiya çend kelehan ava dike û dîwar û dijeke qahîm û xurt çê dike.
Mîr Hemzeyê Baban li nav kelehê û di nav lûtkeyan de mizgeftekê çê dike û “Şêx Ehmedê Enbar” wek gotarbêjê Înê û pişnimêjê wê mizgeftê diyarî dike, zanistvanê paye bilind “Seyîd Îbrahîm Berzincî” jî, naskirî bi “Kabil” dike bi mamoste û wanebêjê hucreyên Mizgefta Sore. Kabil li sala 823 a Koçî çû ser rehmeta Xwedê. Emîr Hemze piştî du salan bi hêzek nû û dabînkirî ve şer dest pê dike û heta navçeya “Beiqube” dagîr dike, lê di wir de ji aliyê xiyanetkarekî ve tê jehrîkirin û canê xwe ji dest dide (Tûdarî, 1970: 43) 1.
Mamoste Mela Ebdulkerîm Muders di pirtûka “Binemaleyê Zanyaran” de derbarê Mîr Hemze û malbata wî dibêje: “Hikûmeta wan Babane beriya desthilata “Babanên Qelaçulan” bûye û li dîroka 600 a Koçî ber bi jor ve navê wan heye. Em dikarin ji mîrên van Babane îşareyê bi navê Mîr Ebdulkerîm, Mîr Ehmed û Mîr Seidulah bikin. Pirtûka (Tezekur El-ejnad fi Muharbe el-Îtrakul Îkrad) bi başî behsa van navan dike” (Muders, 1398 Rojî: 212) 2.
Mizgeft di navbera kelehan de ji aliyê Emîr Hemzeyê Baban ve di sedsala heştem a Koçî de hatiye avakirin. Dîwarê aliyê derveyê mizgeftê bi kerpûçên birjiyayî yên sorên çargoşe hatine çêkirin ku eva bûye sedema wê ku bi Mizgefta Sore bê naskirin. Ev mizgefte û hucreyên wê paşê geşe peyda kirin û bûne yek ji “darulîlmiye”yên Kurdistanê û dehan zanayên olî yên navdar li wir hatine perwerdekirin. Di vir de hewce ye em îşareyê bi wê yekê bikin ku sala 2015an tîmek şûnwarnasî bi serperestiya Dr. Kerîmiyan, serokê beşa şûnwarnasî ya zanîngeha Tehranê, bi hevaltiya Dr. Mesûdiyan, pisporê şûnwaran, hata çend mehan wî çiyayî ku keleha Merîwanê û Mizgefta Sore tê de ye bi awayekî zanistane geran û tê de lêkolîn kirin û bi mandûbûneke zêde ve dîwarê mizgeftê û hucreya feqiyan di bin darûberdên mizgftê de derxistin.
Dîwarên hilweşiyayî yên derdora mizgeftê pir in ji kerpûçên sor ên çargoşe. Piştî ew vekolîn û derxsitina şûnwarên Mizgefta Sore, biryar bû ji aliyê navendên îdarî yên hikûmet û fermangeha parastina şûnwaran ve bûdce ji bo bê diyarîkirin û bi awayekî fermî biparêzin, lê niha hatiye piştguhavêtin û hemû kesek dikare zirarê pê bigihîne. Belkî rûyê derve yê avahiya mizgeftê bi van kerpûçên sor hatibe çêkirin, lewma jê re hatiye gotin Mizgefat Sore. Bi gotina Dr. Meisûmiyan, ew mizgefte ji ber rabûna erdhejê hatiye herifandin û hebûna hestiyên miriyekê di bin kaviliyan de nîşan dide ku di dema erdhejê de mizgeft avedan bûye.
Mamoste Mela Kerîm Muders di “Binemaleyê Zanyaran” de derbarê vê mizgeftê dinivîse: Dema ku Helo Xan bû desthilatdar û waliyê Kurdistanê û navenda desthilatdariya wî li keleha Merîwanê bû, fermana nûjenkirin û ji nû ve çêkirina mizgefta kelehê da û Mela Ebûbekir naskirî bi “Musenîfî Çorî” (ku ji nû ve ji Medîneyê vegeriyabû) gazî kir û kir bi mamoste û mamosteyê fêrkirina dersxwanên Mizgefta Sore. Piştî bi dawîhatina nûjenkirina mizgeftê, Helo Xan fermand da vê take helbestê li ser kevir binivîsin û li ser gunbeta Mizgefta Sora bikutin: (Mescidê Aliyê Heloxanî- Heyfeş în est mîşewed fanî) wisa tê xuya ku Ev beyte sala bi dawîhatina nûjenbûna mizgeftê nîşan dide (Muders, 1984, 497) 2.
Mizgefta Sore di wê serdemê de bi şêweyî mîmariya Sefewî ser ji nû ve hatiye çêkirin. Di wê demê de bi taybetî mal û avahiyên girîng bi kevir, kerpûçên sor ên çargoş û sarucê ku melatek e ji axasor û ahek û tovê hinek giyayan hatiye çêkirin; Mizgefa Sore jî bi van kelûpelane hatiye çêkirin û tê xuya şêwaz û xişteya Mizgefta Sore ya Merîwanê jî wek Mizgefta Sore ya Mehabadê û Mizgefta Hemamiyan a Bokanê be.
Mizgefta Sore û malên bajarokê keleha Merîwanê û avahiyên hikûmetî û serbazî heta sala 1066 a Koçî avedan bûn, lê di wê salê de bi fermana “Silêman Xan” ê waliyê mîrnişîniya Erdelan ku heval û hevpeymanê “Şah Sefî Sefewî” yê paşayê Sefewiyên Îranê bû, hevdem digel keleha “Zelm, Palingan û Hesenava” kavil kirin û xelkê wê derê jî bi zor hatine koçkirin.
Çavkanî:
1- Tûdarî, Seyîd Ebdulsemed (1970), Çimkêkî Mîjûyiya Merîwan û Hewraman, Mihemedî Mela Kerîm, çapxaneya (Silêman El-ezemî)
2- Muders, Mela Ebdulkerîm (1398an a Rojî), Binemaleyê Zanyaran, Tehran, Ana
3- Muders, Ebdulkerîm, (1984), Binemaleyê Zanyaran, Bexda, çapxaneya Şefîq.
[1]