Ew kesê ku ji gorê vegeriyaye – enfal şêweyek bêmînak ji jenosayda li Kurdistanê ye
Diyako Şasiwar
Şêweya rûbirûbûn bi karestan re, ji civakekê re bo civakek dinê, ji kultûrekê re bo kultûrek din û ji erdnîgariyekê re bo erdnîgariyek dinê cudahiyeke zêde heye. Karesatên enfal û ew rêze karesataneyên ku beriya#enfal# ê û piştî enfalê li Başûrê Kurdistanê hatine kirin, dilêş bûne ku dibûya siyasiyên Kurd piştî wê ku desthilat bi dest ve girtin û çandperwer û nivîskarên Kurd, ew karesata mezin bikiribana bi hevîna sedan behsên siyasî û berhemên wêjeyî û hunerî;
Lê heta niha jî wek peyvek kevn û dubare di medyayên Kurdî de tê bikaranîn. Bi awayekî ku di niha de em dibînin û li gorî axaftina beşeke zêde ji kesên ku li ser rewşa niha ya Kurdistanê dipeyvin, ew bûyerên karesatbar ji bo takê Kurd asayî bûye. Di halekê de nabe ti neteweyek karesatên wiha ji bîr bike, belkî divê di pilanên xwe yên perwerdehî, hunerî û kultûrî de cihekî baş bo wan bike; Ji bo wê ku nifşa nû wê qasa zêde ji jan û êşa netewî ji bîr neke û ji aliyeke dinê ve jî, berahîka rûdawên wiha bigire. Karesatek ku hem Kurd û hem mirovayetî tê de rastî êş û azaran hatiye.
Di civaknasî de du zarave bi navên “civaka kûr” û “civaka demkurt” hene. Her yek ji wan zaraveyane îşareyê bi şêweya civakê dikin. Helbet bi hinekî cudahî ve. Di civaka yekem de wate civaka kûr hemû tiştekî wê her li ser bingeh û pînvankêşana berê ye û gelek zû hewl dide ew bingehe ji bîr bike û ji nû ve û bi bê wê ku ji ezmûnên berê sûd wergirtibe û ezmûnek dinê ya bîhanî tê holê. Lewma jî ewa civaka demkurt e ku tev pilanên wê ji bo bîst heta sî salî ne û li pey wê pilanek dinê di gorê de nîne.
Civaka serkeftî ew civake ye ku pilanên demdirêj di hemû waran de hebe. Kurd eger demkurt nebûya, nedibû bi sî sal enfalek ku hemû diyardeyeke jiyana wê kire bi armanc, bo xelkê asayî biba û salane wek adetekî navê wê zîndî bikin û her tenê evqas. Bi watayekî din, divê bê gotin ku ew karesate ewqas dije mirovî ye, divê berdewam di bîra Kurdan de be û bidine nav çavê cîhan û dijminê xwe û ji aliyeke dinê ve, ew karesate pitansêl û wizeya wê yekê hebû û heye ku mirovê Kurd bike belgeyekê ji bo rewatîdan bo rûbirûbûn, şoreş û azadîxwazî û heta belgeyek ji bo daxwazkariya serbixweya xwe. Lê ewa ku rast be heta niha ne siyasiyên Kurd karîne wî karî bikin û ne hunermendên Kurd ji xeynî komek destebijêran ku karîne enfalê bi tev pêç û xwar û qiraxên tarî û tirsinak ve di çarçoveya huner û edebiyatê de biguncînin û bi vî awayî cîhanê jê bidine famkirin.
Komek berhem ji aliyê nivîskar “Arif Qurbanî” ve li ser enfalê hatine belavkirin û heta bo ser zimanê Farsî jî hatine wergêrankirin. Ew hewle, hewlek gelek bi nirx e bo belgekirina tawana li dijî Kurd ku di du cildên çar pirtûkî de bi navê “Riwîngên Mirinê” (Misafîrekanî Merg) û pirtûkek cuda jî bi navê “Ew Kesê Ku Ji Gorê Vegeriyaye” (Ew Kesey Ke Le Gor Gerawe) belav bûne. Pirtûka “Ew Kesê Ku Ji Gorê Vegeriyaye” ger pêşgotin û rohnkariyek siyasî ya dirust û zanistî digel ba, dikarî bibe yek ji wan pirtûkane ku bo ser hemû zimanên zîndî yên cîhanê bê wergêrankirin da ku cîhan ji kûrahiya karesata enfalê fam bike.
Xuya ye karesata hevşêweyê enfalê li welatên dinê jî qewimiye. Xuyatirînê wan, ew karesatane ne ku bi serê “reşpîstên Amerîka”yê di serdema kolîtî û koyledarî de hatiye. Paşê “şerên başûr û bakur” li pey xwe anî. Ew karesatane bûne hevîna gelek berhemên hunerî û di asta cîhanê de hatine lênihêrîn. Bo mînak em dikarin behsa fîlm û romana “Bi Ba Çû” ya “Margaret Mitchell” ku yek ji baştirîn berhemên hunerî ye ku li cîhanê hatiye xwendin û dîtin, bikin.
Bi sedan û hezaran pirtûkên felsefî, çîrok, gotar, helbest û fîlm li ser karesata hatî serê Cihûyan hatine berhemanîn û ew yekane ji beriya şerê cîhanî yê yekem ve heta piroseya Aşûyits û dawiya wan bûyerane li xwe digire.
Karesatên ku li “Ruanda”yê di navbera şerê eşîrên “Hutu û Tutsi” de qewimî ne di fîlma “Hotel Ruanda” de em berteka tomarkirina hunerî ya wê trajîdiyê dibînin. Lê li ser enfalê yek fîlm û romanek ne ji aliyê Kurd û ne jî xeyre Kurd ve nehatiye çêkirin.
Pirtûka “Ew Kesê Ji Gor Vegeriyaye” ew wizeye heye ku bibe bingehek baş ji bo fîlmê ku di hemû cîhanê de bê mêzekirin. Bibe kevirê bingehîn ê şêweyekî nû bo nihêrîna enfalê, bo wê ku ji wê haleta dubareyê bê derê û carek din hem cîhan kûrahiya karesatê fam bike ku hatiye serê Kurdan û hem Kurd dîsan bînine bîra xwe ku bi çi deriyeke mirin û bêbextiyê re derbas bûne.
Di wê pirtûkê de “Teymûr” tenê zarokek e ku kariye ji gorên enfalê bê derê û bireve û bi şêweyekî muicizeyî rizgar bibe. Vegotina dem bi dem û pile bi pile ya birêvebirina operasiyona enfalê ji laiyê Teymûr ve di pirtûkê de gelek mijarên siyasî ji bo me rohn dike. Yek ji girîngtirînê wan mijaran ew e ku piroseyek wek piroseya enfalê, bi bê virde û wirde di çarçoveya wateya “jenosayd” yan jinabirina etnîkî de cih digire. Bîrmendên zanista siyasî di pirtûkên cuda de pênaseyên cuda ji bo jenosaydê kirine. Lê li ser gelek xalan hevdeng in ku hemûyê wan kom dike. Li ser wê ku çi bûyerek di welatekî de biqewime ku navê wê bikin bi jenosayd.
Teymûr: Takaneyê enfalê
Teymûr di dabeşkariyên dinê de gav bi gav bi navê qirkirina etnîkî û qirkirina li Kurdistanê planekê amade dike. Yanî em dikarin vegotina Teymûr bi pênase û taybetmendiyên jenosaydê re bikin yek û paşê xwendevan û berdengên Kurd û xeyre Kurd ji wê yekê têbigihînin ku jinavbirina etnîkî bi hemû watayekê re li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve hatiye kirin.
[1]