Dîmenek ji kolonyalîzma li Bakurê Kurdıstanê
Evîn Azad
Dîroka mirovahiyê li ser xwenasînê û redkirin yan jî qebûlkirina “yên din”ê hatiye pratîzekirin. Di xwenasînê de sê kartêkerên giring derdikevin pêş; ziman û çand û erdnigarî. Her wiha di redkirin yan jî qebûlkirina yên din de jî ev her sê kartêker derdikevin pêş. Îro programa ku li hemberê Kurdan tê birêvebirin li ser redkirina wan her sê esasan e. Ziman û çand û erdnîgarî sê esasên têkel in û ev têkelbûn bi xwe ra karakterê miletekî derdixe holê. Yanê redkirin û êrişa li ser wan her sê esasan jiholêrakirina wî neteweyê ye.
Li Bakurê Kurdistanê hewildana dewleta Tirkîyeyê ew e ku bi redkirina wan her sê esasan bi borîna demê rastiya netewa Kurd ji holê rake. Di plan û projeyên ku hatine amadekirin de giringiyek taybet dane bi wan her sê esasan. Di destpêka Komara Tirkîyeyê de projeyên ku li ser Kurdan hatine amadekirin projeyên demdirêj in. Îro jî encama wan projeyan yekser di pratik û bertekên Kurdan de tên dîtin. Yek ji wan projeyên giring “Plana Islahatê ya Şerqê”(Şark Islahat Planı) ye. Di vê raporê de desttêwerdana li ser demografîya Kurdan û li ser zimanê Kurdî du xalên giring in. Di raporê de tê diyarkirin ku divê malbatên mezin ji Kurdistanê bên derxistin û li Tirkîyeyê di nava Tirkan de bên belavkirin û cihên ku vala bûne Tirkên ku li welatên cuda dijîn bêne bi cih kirin. Yek ji wan bajarên Kurdan Xarpêt e ku îro di warê kurdbûnê de di rewşek zef xirab daye. Sedema vê guherînê yek ji wan projeyên li ser guherandina demografîya Kurdan e.
Ev dokument di 14ê Kanûna sala 1934an de hatiye belavkirin. Çawa di dokumentê de jî tê diyarkirin ku wê demê tenê di nava mehekê de 2453 tirk ji Romanyayê anîne û li Xarpêtê bi cih kirine. Guherandina vê demografîyê dibe sedema guhertina ziman û çanda wê deverê û ev guherîn jî bi xwe ra guhertina erdnîgariyê tînin ku wê derê ji nava axa Kurdistanê derbixin û gav bi gav hemû bajarên Kurdan ji Kurdan bişon. Delîl jî ew e ku bikaribin bibêjin gelê vir bi ziman û çanda xwe Tirk in.
Dîsa di raporên Plana Islahatê ya Şerqê de ji bo jiholêrakirina Kurdî li çarsûyê, li dam û dezgehan, li sûkan axiftina ji bilî bi zimanê Tirkî tê qedexekirin û cezakirin û tê destnîşankirin ku Kurdên memûr in nikarin li Kurdistanê memûrtîyê bikin û her wisa tê diyarkirin ku xewgehên zarokan û bi taybetî yên ji bo keçikan divê were vekirin. Di wan projeyan da em dibînin ku giringiyek taybet dane ser keçikên Kurdan. Hewil dane ku keçikên Kurdan bixin nava sîstema perwerdeyê. Marksîstê Frensî Louis Althusser sîstema perwerdeyê wekî yek ji wan amûrên îdeolojîk ên dewletê pênase dike. Ev amûr ne ji bo serkeftin û bipêşketina kesan yan jî civakê tê bikaranîn, ji bo di nava civakê de bicihkirina “îdeolojîya fermî” tê bikaranîn. Ev amûrên îdeolojîk ên dewletê heta îro jî çeka herî bihêz e ji bo #asîmîlekirin# a Kurdan.
Di wan her du wêneyan de çîroka tenê yek ji wan keçikên Kurdan tê dîtin ku ji piçûktiyê de ji bo perwerdekirinê bi darê zorê ji malbatê tê girtin û di xewgehan de tê mezinkirin û di encamê de hatiye asîmîlekirin. Ev wêne û nûçe jî wek biserketina projeyekê û bi şanazîya encama wan xebatan ketiye nûçeyan û ev keçik jî ji Xarpêtê ye. Di vir de dîsa bi taybetî hatiye diyarkirin ku “keçikeka Tirk a ku bi pakî bi Tirkî xeber dide” û piştî vê perwerdeya îdeolojîk wek memûrekê dîsa bi şûn ve şandine gundê wê. Di encama wan wêneyan da tê dîtin ku wateya sîstema perwerdeyê ji bo netewên serdest û miletên bindest cuda ye. Perwerde ji bo miletên serdest dibe sedema pêşketinê di heman demê de ji bo netewên bindest dibe sedema asîmîlasyonê.
Programa ku dewleta Tirkîyeyê bi rê ve birîye (û hê jî ev berdewam e), programa metingeriyê/kolonîzasyonê ye. Di dokumentên wan de jî tê diyarkirin ku Kurdistan divê bi programa “mistemleke”yê(mêtingerîyê) were birêvebirin. Yek ji wan raporan di sala 1931an de ji alîyê Fewzî Çakmak ve hatîye amade kirin ku wê demê sererkanê giştî yê leşkerî yê Komara Tirkîyeyê ye. Di wê rapora xwe da ya ku bi taybetî ji bo Dêrsimê amade kiriye wiha dibêje; memûrên ku bi eslê xwe Kurd in divê ji wê deverê bêne derxistin. Divê memûrên îdealîst ên ku baş hatine perwerdekirin bişînin Dêrsimê. Ji bo memûrên payebilind divê rayedarîyên li rêveberîya mêtingehê bê dayîn. Di encama programa ku li Dêrsimê jî hatiye birêvebirin keçikên Dêrsimî ji wir girtine û di Enstîtûya Keçikan ya Xarpêtê de hatine bicihkirin.
Di encama wan raporan da jî tê dîtin ku programa li Bakurê Kurdistanê hatiye sepandin programa mêtingerîyê ye. Ev raporên ku hatin diyarkirin tenê beşek ji wan programan in. Çawa hate destnîşankirin ku sîstema mêtingerîyê giringiyeka taybet daye ser ziman û çand û erdnîgarîyê. Girîngiya ziman û çandê bi rêya guhertina jinên Kurd xwe dide der. Guhertina jinên Kurd bi xwe ra civakeka asîmîlekirî û guherandina demografiyê û erdnîgariyê tîne. Bo nimûne giranîya programa metingerîyê li ser Xarpêtê bi xwe ra guherandinek wisa derxistîye holê ku encama wê îro li Xarpêtê ewe ku di warê kurdbûnê de rewşeka têkçûyî ye. Helbet ev rewş îro li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê rewşeka hevpar e.
Ziman ji bo neteweyê sembola man û nemanê ye. Jiholêrakirina wî zimanî jiholêrakirina dîrok û çand û hûner û hwd. ya wî netewê ye. Ev xebatên dewleta Tirkîyeyê xebatên domdar in û armanc di vê proseyê de di gel jiholêrakirina zimên jiholêrakirina hafizeya dîrokî ye jî.
https://www.bernamegeh.com/sark-islahat-plani-ve-raporu/
Bitlisname.com
https://www.bernamegeh.com/sark-islahat-plani-ve-raporu/
Güllistan Yarkın, “İnkar Edilen Hakikat Sömürge Kuzey Kürdistan”, Kürt Araştırmaları Dergisi, 2019, r.6
Güllistan Yarkın, “İnkar Edilen Hakikat Sömürge Kuzey Kürdistan”, Kürt Araştırmaları Dergisi, 2019, r.11
[1]