Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Mihemed Cezaêr
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mistefa Elî Şan Nebo
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Nîroz Malik
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Ebdo Mihemed
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Elî Şemdîn
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Ehmed Xeyrî
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mihemedsalih Qadirî
08-07-2024
Burhan Sönmez
Wêne û şirove
Dibistana Sor li Cizîra Botan
29-06-2024
Aras Hiso
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
27-06-2024
Aras Hiso
Wêne û şirove
Şervanên Êzidî di sala 1909’an de ji Heleb, Erzirom û Kerkûkê
27-06-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet 522,496
Wêne 105,726
Pirtûk PDF 19,694
Faylên peywendîdar 98,581
Video 1,419
Pirtûkxane
Li ser hebûna malatê
Kurtelêkolîn
KURD Û ÇERKEZ DI ŞERÊ ENQER...
Kurtelêkolîn
Nirxandinek li ser Kurteçîr...
Kurtelêkolîn
Serpêhatiya tabloya kurdekî...
Jiyaname
Elî Şemdîn
ŞERÊ MELAZGIRÊ Û ROLA KURDAN
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
ŞERÊ MELAZGIRÊ Û ROLA KURDAN
#Mûrad Ciwan#

Li ser Şerê Melazgirê ê 1071ê û rola Kurdan hin tesbîtên min ên nû li jêrê ne:
Ev şer, ne ji bo vekirina dergehê Anadoluyê li Tirkan, lê ji bo rawestandina Împaratorê Romayê (Bîzansê) bû ku armanca sefera wî ew bû da ji Melazgirê û Xelatê (Axlatê) heta Rey û Hemedanê ardên cîhana Îslamê dagîr bike. Li cebheya pêşîn jî erdên Kurdan hebûn.
Erdên Kurdan, ji yên nav dewletên Şeddadî, Rewadî û Merwaniyan pêk dihatin. Ger Împarator Romen Diojen biserketaya ev hersê dewlet jî ê têketana bin desthilata Romayê, hetta dewletên Kurd ên Hezarespî, Hesenweyhî û Kakeweyhî jî dikarîbûn tûşî vê xeterê bibin.
Hejmara orduya Sultan Alparslanê Selçûqîyên Îranê di navbera 14-20 hezar kesan de bû. Tê gotin ku hemî siwar bûn. Ji van, çar hezar kes yên yekîneya xas a Sultan bûn, yên din jî eskerên dewleta Şeddadî, Rewadî û Merwanî û beşek ji gelên misilman ên nav van dewletan bûn. Dîrokzanên Îslamê ên wê demê îddîa dikin ku hejmara orduya Romayê ji 2-3 sed hezar kesan pêk dihat. Lê çavkaniyên Bîzansî behsa 60 hezaran dikin.
Sultan Alparsalan ne ku bi şer dewletên Kurdan dagîr kiribû û ew bi xwe ve girêdabûn. Dewleta Ebbasî dewleteka konfederal bû ku ji emîrîyên cuda yên ku li gor qanûnên îslamî li hemberî hev xwedan maf û berpirsiyarî bûn pêk dihat. Her dewletekê (emîrîyekê) li ser navê xelîfe û sultanê ku wî ew naskiribû xutbe dida xwendin, baca sultan û xelîfe cuda cuda dida û esker dişand şer.
Di destpêkê de Xelîfeyê Ebbasî hem serokê dînî hem jî yê dunyewî yê dinyaya Îslamê bû. Emîriyên Îslamê ( dewletên misilman) jî ew nas dikir. Lê piştî Xelîfe Harûn Reşîd, li navendê şerên dijayetiyên navxweyîn, reqabetê(minafeseyê) û desthilatê destpêkir, ji sedsalên 9ê-10ê pê ve desthilatên dînî û dinyewî ji hev cuda bûn.
Berê xanedaniya Buweyhiyan li Bexdayê desthilata dinyewî xist destê xwe. Li dinyaya Îslamê di xutbeyan de ji bilî navê xelîfe, navê serokê dinyewî jî hat xwendin. Kî li Bexdayê desthilatdar buya xelîfeyan digot navê wî di xutbeyan de hildin, bacê û esker bidin wî. Wek dewletên din yên misilman dewletên Kurdan jî ev dikirin.
Ji destpêka sedsala 11ê pê ve Oxuzî/Selçûqî ji Asya Navîn ji Xorasanê ber bi rojava; dinyaya Îslamê ve hatin û bi Buveyhiyan re dest bi şerê li ser desthilata Bexdayê kirin. Xelîfe ji desthilata Buweyhiyên şîe a ser Bexdayê tengav bûbû, piştgiriya Tuxrul Begê Selçûqî yê Sunne kir. Di encamê de Tuxrul Buweyhî şikandin û bû desthilatdarê dinyewî yê Bexdayê.
Xelîfe, Tuxrul sultanê Îslamê îlan kir. Ji wir pê ve dewletên misilman di xutbeyan de navê wî hildan, bac û esker dan wî. Piştî mirina Tuxrul, Alparslan ket şûna wî. Ji ber vê çendê, di seferên wî yên ser Ermenîstanê, Azerbaycanê û Suriyeyê de Şeddadî, Rewadî û Merwaniyan esker danê, li gel wî çûn şeran.
Bi vî awayî, di Şerê Melazgirê de ji bilî mihafizên xas ên Sultan Alparslanî, eskerên van her sê dewletên Kurd û xelkên sivîl hebûn. Di şer de serkeftin hat bidestxistin, Împaratorê Romayê êsîr ket. Paşê peymana aştîyê û lihevkirinê hat bestin. Împaratorê Romayê dev ji sefera xwe berda, vegeriya ber bi Konstantîniyeyê de.
Alparslan tevî eskerên Kurd berê xwe da Ermenîstanê. Gava careka din Dvîn hat rizgarkirin helbet teslîmî emîrê Şeddadî hat kirin.
Di sefereka din de ku bajarê Anîyê hat zeftkirin, yek ji emîrên Şeddadiyan yê bi navê Menuçehr, hin xezîne jî dan Alparslanî û bajar kirî. Muhtemelen yek ji wan xezîneyan heykelê ciwangayê safî zêrîn yê li meydana bajêr bû.
Alparslan ji wê derê berê xwe da sefera ber bi rojhilatê Îranê; Maweraunnehrê ve. Lê di vê seferê de di 1072yê de li nêzî Belxê hat kuştin.
Yê ku Alparslan kuşt emîrê keleyeka nêzî Belxê bû. Hin dinivîsîn ku ew Xwarezmî bû, hin jî wî wek Kurd didin nasîn.
[1]
Ev babet 118 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 15-03-2024
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 07-04-2019 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 15-03-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 16-03-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 118 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
Civaknasiy perwerdeyê
Pirtûkxane
Çand û Civak
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
TAHARÊ BRO
Pirtûkxane
Zanista Civakê
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
EZÎZÊ ÎSKO
Kurtelêkolîn
Zaro Axa di çapemeniya Swêdî de
Jiyaname
Şermîn Cemîloxlu
Jiyaname
Mihemedsalih Qadirî
Jiyaname
Elî Paksirişt (Azad Makûyî)
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Endamên Yekitiya Jinên Kurd a El-tealî 1919
Kurtelêkolîn
Nirxandinek li ser Kurteçîroka Xezal a Sîma Semend
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Kurtelêkolîn
Rastîhevhatina du waniyan: Feqiyê Teyran û Yaşar Kemal
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Kurtelêkolîn
Serpêhatiya tabloya kurdekî (1850)
Kurtelêkolîn
Têkilîya Nefs û Bedenê
Jiyaname
Ferhad Merdê
Pirtûkxane
Derûniya ciaknasiyê
Wêne û şirove
Serokên çend eşîrên kurdan, 1898
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
Dîroka mesopotamya
Wêne û şirove
KURDÊN GURCISTANÊ di salê de 1971
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî

Rast
Pirtûkxane
Li ser hebûna malatê
26-06-2024
Burhan Sönmez
Li ser hebûna malatê
Kurtelêkolîn
KURD Û ÇERKEZ DI ŞERÊ ENQERAYA TORANÎ Û STENBOLA ÎSLAMÎ DE (1918-1922)
03-07-2024
Burhan Sönmez
KURD Û ÇERKEZ DI ŞERÊ ENQERAYA TORANÎ Û STENBOLA ÎSLAMÎ DE (1918-1922)
Kurtelêkolîn
Nirxandinek li ser Kurteçîroka Xezal a Sîma Semend
05-07-2024
Sara Kamela
Nirxandinek li ser Kurteçîroka Xezal a Sîma Semend
Kurtelêkolîn
Serpêhatiya tabloya kurdekî (1850)
05-07-2024
Sara Kamela
Serpêhatiya tabloya kurdekî (1850)
Jiyaname
Elî Şemdîn
09-07-2024
Aras Hiso
Elî Şemdîn
Babetên nû
Jiyaname
Mihemed Cezaêr
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mistefa Elî Şan Nebo
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Nîroz Malik
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Ebdo Mihemed
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Elî Şemdîn
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Ehmed Xeyrî
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mihemedsalih Qadirî
08-07-2024
Burhan Sönmez
Wêne û şirove
Dibistana Sor li Cizîra Botan
29-06-2024
Aras Hiso
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
27-06-2024
Aras Hiso
Wêne û şirove
Şervanên Êzidî di sala 1909’an de ji Heleb, Erzirom û Kerkûkê
27-06-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet 522,496
Wêne 105,726
Pirtûk PDF 19,694
Faylên peywendîdar 98,581
Video 1,419
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
Civaknasiy perwerdeyê
Pirtûkxane
Çand û Civak
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
TAHARÊ BRO
Pirtûkxane
Zanista Civakê
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
EZÎZÊ ÎSKO
Kurtelêkolîn
Zaro Axa di çapemeniya Swêdî de
Jiyaname
Şermîn Cemîloxlu
Jiyaname
Mihemedsalih Qadirî
Jiyaname
Elî Paksirişt (Azad Makûyî)
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Endamên Yekitiya Jinên Kurd a El-tealî 1919
Kurtelêkolîn
Nirxandinek li ser Kurteçîroka Xezal a Sîma Semend
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Kurtelêkolîn
Rastîhevhatina du waniyan: Feqiyê Teyran û Yaşar Kemal
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Kurtelêkolîn
Serpêhatiya tabloya kurdekî (1850)
Kurtelêkolîn
Têkilîya Nefs û Bedenê
Jiyaname
Ferhad Merdê
Pirtûkxane
Derûniya ciaknasiyê
Wêne û şirove
Serokên çend eşîrên kurdan, 1898
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
Dîroka mesopotamya
Wêne û şirove
KURDÊN GURCISTANÊ di salê de 1971
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Dosya
Kurtelêkolîn - Kategorîya Naverokê - Ziman zanî Kurtelêkolîn - Cureya Weşanê - Born-digital Kurtelêkolîn - Ziman - Şêwezar - Kurdî Kurmancî Bakûr - T. Latîn Kurtelêkolîn - Welat- Herêm - Polonya Kurtelêkolîn - Dosya - Kurdên li Diyasporayê Peyv & Hevok - Ziman - Şêwezar - Kurdî Kurmancî Bakûr - T. Latîn Peyv & Hevok - Welat- Herêm - Bakûrê Kurdistan Peyv & Hevok - Welat- Herêm - Rojawa Kurdistan Pend û gotin - Welat- Herêm - Bakûrê Kurdistan Pend û gotin - Welat- Herêm - Rojawa Kurdistan

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.172 çirke!