KITÊBXANEYA XWE JI VÊ KITÊBÊ BÊPAR MEHÊLIN!
#Mûrad Ciwan#
El Kamil fî t-Tarîx Kurd di tarîxa İbn el-Esîr de.
Temamiya kitêbê di destpêkê de ji bal dîroknasê kurd ê qirnê navîn İbn el-Esîr ve bi Erebî hatiye nivîsîn. Di çapên modern ên destpêkê de ew 12 cild bûn, vê dwiyê di 10 cildan de hatiye weşandin. Li ser tarîxa civakên misilman, mîrekî, dewlet û dezgehên wan, jiyana wan a ji destpêka hilatina Îslamê heta nîvê pêşîn ê sedsala 13-ê bi berfirehî tê rawestiyan.
Ew ji bal hemû dîroknasên ser ruyê erdê, hemû dezgeh û fêrgehên dîroknasiyê ve, çavkaniyeka gelek giring û hêja ya ji destê yekê ya civakên misilman tê qebûl kirin. Bi minasebeta şerê di navbera civakên misilman û ne misilman de, agahiyên berfireh ên hêja li ser tarîxa civakên ne misilman jî tê de ne.
Helbet beşeka gelek giring jî li ser Kurdan, mîrekî û dewletên wan, şerên wan ên li gel civak û dewletên din ên misilman û ne misilman, ên li hember dagirkerên ji rojhilatê hatî, serkeftin û têkçûnên wan e. Li ser Merwanî û Eyyubiyan agahiyên hêja û berfireh hene.
Mehemed Emin Narozî ku yek ji xizmetkarê gelek hêja yê ziman û tarîxa kurdan e, beşên li ser kurdan ên di 10 cildan de di du cildên mezin de berhevkirine û wergerandine ser Kurdî(Kurmancî), Weşanxaneya Avestayê jî ew bi giringîdaneka mezin bi awayekî qenc weşandiye.
Zimanê Mamoste Narozî gelek zelal û rewan e. Wî her beş destnîşan kiriye ku li ku dera berhema İbn el-Esîrî ye. Ya gelek hêja jî wî hema hema ji bo hemû kesayetî, dezgeh û cih û warên ku di kitêbê de derbas dibin, li binê rûpelên wan, jêrenotên agahiyê nivîsîne ku di kitêbê de ansîklopediyek ava buye. Ez we temîn dikim ku agahiyên di wan jêrenotan de qasî yên kitêbê û belkî ji wan jî bêtir ronahîder û bikêrhatî ne.
Tawsiyeya min li hemû kurdên kurdîxwîn, bi taybetî dîrokhez, zimanhez û edebiyathezan, kitêbxaneya xwe ji vê kitêba hêja bêpar mehelin.
Min bihîst ku ew tê Fuara Kitêban a Diyarbekirê ya ku dike destpê bike. Nexwe tê ber destên we gelekan. Xwe amade bikin ku hûn bêyî wê venegerin malê.
[1]