Agirgeha Şeyan şûna perestingeha Anahîta, Ehurmezda û Mîtra
Şino Resûlî
Di dehika 80ê ya Rojî de (dehika yekem a sedsala 21an), dema ku li gundê Qelaya gundê Şeyan ê ser bi bajarê Şabadê yê girêdayî parêzgeha #Kirmaşan# ê bendavek çê dikirin, endazyar hin şûnwarên dîrokî dîtin ku bala hemû aliykê bo aliyê xwe rakêşandin. Paşê lêkolînên li ser cihê wê şûnwarê bo sedema vedîtina avahiyekê ku bo serdema Sasaniyan vedigeriya. Ew şûnwara dîrokî agirgeha Şeyan bû.
Şeyan bi Kurdî tê wateya malek li bilindahiyê, şêran, jiyan û jêhatîbûnê. Agirgeha Şeyan yekem agirgeh li ser asta Kirmaşanê bû ku li wir hatibû dîtin; Çimkî heta wê demê ti agirgehek dinê li parêzgehê nehatibû peydakirin. Nexşe û nîgarên li ser dîwarên wê agirghê pir xweşik û bêhempa ne, ku wê yekê nîşan dide ku desthilatdarên Sasaniyan çiqas bala xwe dane mîmarî, huner û bedewiyê.
Li gorî lêkolînan, agirgeha Şeyan vedigere bo hezareya duyem a beriya Zayînê. Di wan lêkolînan de şûnwarên wekî aman, dirav, hin cureyên kaşiyan, kerpîç û hin şûnwarên din ên hesinî hatine dîtin. Di rastî de, li ser agirgehên serdema Sasaniyan lêkolîneke kûr nehatine kirin û tenê bi kurtasî tiştek li ser wan hatiye nivîsandin.
Ew agirgehe 1,427 metre ji asta deryayê bilind e û 45 kîlometre dûrî Kirmaşanê ye. Ew agirgehe li gundekî hilkeftî ye ku hin gir tê de hene. Panatiya wê şûna dîrokî 2 hezar metre çargoşe ye.
Avahiya wê agirgehê bi qewareya 5/14 di 5/14 de hatiye çêkirin. Çar ode tê de hene. Bilindahiya dîwarên agirgehê 1 metre û 10 santîmetre ye. Panatiya dîwar ji 90 santîmetrê heta 1 metre û 10 santîmetre dibe. Agirgeh bi piranî bi kevirên xir û kevirên mezin hatiye çêkirin. Dîwarên vê agirgehê bi xweşikî hatine geçbirkirin.
Di agirgeha Şeyan de şûnwarên mîmarî yên olî û ne olî û herwiha şûnwarên dinê hatine dîtin. Zêdetirîn şûnwarên ku li wir hatine peydakirin aman û qabên kaşî ne. Hin kerestyên şikestî yên wir li ser perçeyên wan wêneyên conegayan hene. Conga di serdema Zerdeştiyan de sembola dahat û dewlemendiyê bûye.
Li gorî ustûreyan, çêlek bi heyvê re pêwendî heye û şaxên çêlekê sembola heyvê ye. Herwisa conega sembola zayenda nêr wate hêz û şiyan e.
Rojhilatê Kurdistanê di warê dîrokê de gelek şûnwarên dîrokî yên binirx hene ku pîşesaziya kaşî û mîmarî di şûnwarên dîrokî de, nîşaneya dewlemendiya çandî ya desthilatdarên wê demê di dîrokê de ye.
Di agirgeha Şeyan de dirav jî hatiye dîtin. Li ser wan diravane gelek nîgar û nexşên bedew hene. Ew nexş û nîgarên li ser wan diravane hene pêk hatine ji kevaneya heyvê, stêrk, agirgê pîroz, agirgeh, padîşah, wêneyên kesayetiyên olî û tiştên dinê. Ev nexş û nîgarên cuda nîşaneya çanda dewlemend a Sasaniyan bûne. Cihê balkêşandinê ye ku diravên wê serdemê, dîroka sala çêkirinê li ser wan hatiye xêzkirin.
Beşek ji wê agirgehê hatiye rûxandin û ew jî vedigere bo serdema Îslamê. Wê demê desthilatdarên Îslamî li ser wan cihan mizgeftek çê dikirin û derdora wê jî dikirine goristan.
Vekolîn li ser vê agirgehê bi tevahî nehatine kirin û tenê hinek belge hatine komkirin, ku lêkolîner bi xwe jî dibêjin ku zaniyariyên wan puxt nînin.
Di dema lêkolînê de, ji ber wê ku bûdceya dinê ji bo berdewamkririna lêkolînan nehate dabînkirin, kevnarnasan beşek ji vê şûnwarê bi lîmê tijî kirin da ku ji nav neçe.
[1]