Nav û Paşnav: Dîlan Tûnç
Nasnav: Jiyan Timoqî
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik – Bav: Turkiya – Şemsettîn
Cih û dîroka şehadetê: 18-12-2023’yan / Metîna
Hevrêya me Jiyan li Êlihê ji dayîk bû. Hevrêya me Jiyan ji eşîra Timoqîyan bû û eşîra Timoqî eşîreke bi nirx e ku ji roja damezrandina PKK’ê heya niha tim piştgirî daye têkoşînê û gelek zarokên xwe şandine nava refên PKK’ê. Ji ber vê yekê jî hevrêya me jî di zarokatiya xwe de têkoşîna me nas dike. Ji ber ku ji derdora wê û ji eşîra wê gelek kes beşdarî refên gerîla bûn û di nava wan de şehîd jî hebûn, ev yek tesîreke mezin li hevrêya me dike û bû sedem ku li hemberî gerîlayan bibe xwedî hezkirineke mezin. Hevrêya me di ciwantiya xwe de dest bi xebatên ciwanên welatparêz kir û li aliyekê xwest li hemberî zîhniyeta qirker a dijmin gelê me agahdar bike û li aliyekî jî xwest xwe û derdora xwe û rastiya dijmin ji nêz ve nas bike. Hevrêya me çawa têgihişt ku dijmin bi awayekî sîstematîk êrîşên qirkirinê li ser gelê me pêk tîne, gihişt wê baweriyê ku êrîşên dijmin bes bi pêşxistina hişmendiya xweparastina civakî pêkan e. Di vê wateyê de di xebatan de xwedî kedeke mezin bû. Her çi qas partiya me PKK di civaka me de feraseta nûbûn û hişyarbûnê ava kiribe jî, hê jî di mijara tundiya li ser jinan û qebûlnekirina azadiya jinan de kêmasî xwe nîşan didin. Pirsgirêka azadiya jinê bi kiryarên dewleta Tirk a dagirker di nava civakê de pirsgirêkeke mezin e. Ev yek bû sedem ku hevrêya me Jiyan li ser vê yekê kûrtir bibe û ev yek ji xwe re weke têkoşîna herî sereke destnîşan kir. Bi kûrbûn û şêwaza têkoşîna xwe li ser vê yekê tecrûbeyên girîng bi dest xist. Hevrêya me her çend xwedî têkoşîneke bibandor bû jî, di wê baweriyê de bû ku li dijî zîhniyeta serdest a mêran bes têkoşîna çekdarî dikare bibe bersiv. Di heman demê de şehadeta xizma wê ya nêz hevrê Jiyan (Semra Tûnç ) bû sedem ku hevrêya me Jiyan têkoşîna hevrêya me weke gerîla bidomîne û di vî warî de kûrtir bibe. Di sala 2015’an de ku êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me zêde bûn, hevrêya me Jiyan ji bo bîranîna şehîdên me û hesabpirsîna wan êrîşên li ser gelê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji herêma Garzanê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Jiyan navê keçmama xwe, hevrêya me Jiyan (Semra Tûnç) girt û jiyana gerîlatiyê ji bo xwe weke destpêkeke nû qebûl kir. Hevrêya me pir ji şêwaza komunal û hevaltiya kûr a jiyana gerîla bi bandor bû û jiyana PKK’ê weke rêya gihiştina heqîqetê nirxand. Nêzîkatiya bi hurmet a hevrêyan a ji bo hev û têkiliyên wan ên xurt jî tesîreke mezin li hevrêya me Jiyanê kir. Hevrêya me bi perwerdeya xwe di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û jiyana çiyayî bû, bi kûrbûnên xurt di kesayeta wê de veguherînên girîng pêk hatin. Hevrêya me Jiyan da ku bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoya şerê dijwar bibe weke ferzekê xwe di warê leşkerî de pêş xist, ji bo beşdarî pêngava rizgarkirina Êzidiyan a ji destê çeteyên DAÎŞ’ê bibe, derbasî herêma Şengalê bû. Hevrêya me li vir bi awayekî aktîf beşdarî şerê li dijî çeteyan bû û di warê leşkerî de tecrûbeyên girîng bi dest xistin. Her wiha ji bo hevrêya me bû firsend ku rastiya gelê me ji nêz ve nas bike û gelekî ji têkoşîna jinên Êzidî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bandor bû. Hevrêya me heta sala 2018’an li herêma Şengalê ma, piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me li herêma Avaşînê têkoşîna xwe domand û 4 salan li vê herêmê bi awayekî aktîf di nava refên gerîla de cih girt. Hevrêya me li herêma Avaşînê ku wê demê şer lê giran bû li dijî dewleta Tirk a dagirker di gelek çalakiyan de cihê xwe girt û bi wêrekiya xwe û bi hêrsa xwe ya kûr a li dijî dijmin kir ku encamên serkeftî werin bidestxistin.
Hevrêya me Jiyan bi tevlîbûna xwe ya aktîf a di çalakiyan de û bi helwesta xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re û tim xwe weke gerîlayeke YJA Starê bi pêş ve bir. Bi tecrûbeyên şêwaza taktîkên gerîlatiya nû xwe di têkoşînê de kûrtir kir û di pêkanîna wan taktîkan de bû xwedî roleke mezin. Hevrêya me piştî pratîkên serkeftî yên li herêma Avaşînê xwest xwe di îdeolojî û xeta jina azad de bi pêş ve bibe û bi vê armancê beşdarî perwerdeya akademiya jina azad a Şehîd Bêrîtan bû.[1]