îngeparêzên Rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina daristanên Zagrosê xwe davêjin gewriya agir
Welatî û Kurdistaniyên hêja!
Li destpêka demsala Havîna îsal de daristanên Zagrosê li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dijmnên xwezayê ve tên şewitandin, dijminên jîngeh û nehezkiriyên Kurdistanê wan daristanan dişewtînin. Tenê li sînorê bajêrê Merîwanê 120 caran agir berdane jîngeh û daristanên wê navçê.
Li gorî jîngehparêzên herêmê, ev şewat ti sedemên xwezayî nînin û piraniya wan ji aliyê kesên bi guman ve çêdibin. Desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê ne tenê ji bo pêşîgirtina li vê tawanê ti hewlek nedane, herwaha agirberên ku ji aliyê jîngehparêzan ve hatine naskirin û girtin jî, ceza nekirin.
Di heyama van du hefteyên borî de, bi helkefta salvegera şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, li navça Merîwanê şewatên daristanan zêde bûne, tenê di du ji van şewatan de 428 hektar daristan şewitîne û di meha borî de zêdetirî 1000 hektar daristan hatine şewitandin û bi hezaran sewal jinavçûne.
Di vê navberê de, gelê Kurdistanê bi taybetî jîngehparêzên herêmê, ku xema parastina vê jîngehê dixwin û hewla rizgarkirina daristanan ji şewatê didin.
Di şewata herî dawî ya daristanên Merîwanê de, ku 4 roj beriya naha daristanên gundên Derevan, Kîln, Neçê, Hencîran, Mirane, Bayewa, Asnava û Kolîtî girtibûn. Weke her carê jîngehparêzên Encûmena Kesk a Çiyayê Merîwanê û xelkê xwebexş yên herêmê bi helmeteke neteweyî li hember agir derketin û hewl dan ku agir vemirînin.
Lê belê, vê carê şewat ewqas berfireh bû ku jîngehparêzên herêmê nekarîn agir kontrol bikin. Di vê navberê de, rabûna ba bibû sedem ku şewat zêdetir belav bibe û li herêmên ku berê ji aliyê jîngehparêzan ve hatibûn vemirandin jî dubare agir pêket. Ji ber vê yekê Encûmena Kesk a Çiyayê Merîwanê banga helmeteke netewî ji hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê û alîkariya jîngehparêzên bajarên din kir.
Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê vê carê jî îsbat kirin ku ew hertim bona parastina Kurdistanê can li ser dest in û rêvîngên xwebexş ên rêya şehîd Şerîf Bacwer û şehîdên din ên rêya parastina jîngeha Kurdistanê ne û dirûşma “Hizra kesk a me rêber e” bûye rênmayiya rêya jiyana wan. Ji çar aliyên Rojhilatê Kurdistanê tîmên xwebexş ên jîngehparêz ji bo alîkariya jîngehparêzên Encûmena Kesk a Merîwanê hatin Merîwanê û ji bo parastina jîngeha Kurdistanê hemaseyek ku cihê serbilindiya yekîtiya parastina jîngeha Kurdistanê ye, nîşanî cîhanê dan.
Bi piştevaniya jîngehparêzên navçeyên din ên Rojhilatê Kurdistanê û hewlên bênavber ên jîngehparêzên Merîwanê, ku hejmarek ji wan yên weke Salar Azerî, nêzîkî 72 demjimêran bû nerazabû û bi berdewamî agir divemirand, vê carê jî agirê daristanên Merîwanê li hember hewl û himeta jîngehparêzên Kurdistanê paşve çû.
Portreya jîngehparêz: Salar Azerî
Dizayna karakterî: Hemin Qaremanî
[1]