Metirsiyeke mezin li ser jîngeha #Başûrê Kurdistanê# ye
Sîpan Sofîzade
Ji bilî pêla tozê ku salane çendîn car li Iraq û Herêma Kurdistanê dubare dibe, avêtina bermayiyên gemar, kêmbûna çavkaniyên avê, qirêjbûna ava vexwarinê û bikaranîna uranyuma meyandî di van çend salên borî de, jîngeha seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê rû birûyê metirsiyeke mezin kiriye. Raporên pizîşkî, çavkaniya gelek nexweşiyên metirsîdar bi têkçûna jîngehê ve girêdidin.
Heyama çend salekê ye ku Iraq û Herêma Kurdistanê rûbirûyê çendîn pêlên tozê bûne ku bi vê sedemê sedan hevwelatî rûbirûyê pirsgirêkên tendirustiyê bûne û hevdem bandoreke xirab li ser jîngeha navçeyê bo demeke dirêj çê kiriye.
Diyardeya rabûna tozê beşeke zêde pêwendiya bi germaya erdê ve heye ku di encamê de dibe sedema hatina holê ya diyardeya guherîna keşûhewa ku ev jî beşeke wê pêwendî bi kêmbûna rêjeya baranbarîn, zêdebûna çolatî, kêmbûna çavkaniyên ava li navçeyê û hevdem beşeke din jî pêwendî bi şewitandina daristanan û bi şêweyekî giştî têkçûna jîngeha erdê ve heye.
Ji bilî diyardeya rabûna tozê, rojane bi sedan hezar ton zibil li cihên giştî, yan jî şewitandin û bikarneanîna zanistî, sedemeke din a têkçûna jîngehê li Iraq û Herêma Kurdistanê ye.
Li gorî amareke Birêveberiya Giştî ya Karûbarên Teknîkî ya Wezareta Jîngeha Iraqê, rojane nêzîkî 20 hezar ton zibil li seranserê vî welatî tê avêtin û Wezareta Jîngehparêziya Iraqê jî bi pêwîst dibîne ku van zibilan bi awayekî zanistiyane sûd werbigire.
Iraq û Herêma Kurdistanê projeyên bermayiyên sifir, yan jî vegerandina bermayiyan nîne, û ev yeka jî bûye sedema vê ku ev zibil gelek caran bi awayekî nezanistî bixine bin axê yan jî bêne şewitandin ku di her du haletan de jî zirarê didine tendirustiya mirovan û dibine sedema gemarbûna jîngehê.
Pispor dibêjin ku zibildan û zibilxane bûne sedema gemarkirina jîngehê bi şêweyekî metirsîdar û heta niha bi sedan haletên fetisîn bi sedema şewitandina zibildanan ve çê bûne. Ev dûman û bêhna ku ji ber belavbûn an jî şewitandina zibilan çêdibe, ji bo tendirustiya mirovan gelek metirsîdar e û her wisa ji ber nebûna projeyên vejînê, neşewitandin dibe sedema kombûna gelek bermayiyên zêde.
Berfirehbûna nexweşiyan bi sedema krîza jîngehê
Li gora amaran rêjeya tûşbûn bi nexweşiya dil û qebzbûn û celte ber bi zêdebûnê ve diçe, eva ji bilî nexweşiyên din ên tirsnak û demdirêj, beşeke zêde vedigere ser gemarbûna jîngehê.
Ji aliyeke dinê ve, li gorî amareke Wezareta Jîngehê ya Iraqê, %90ê ya rûbaran ji ber averoyên giran pîs bûne. Birêveberê Giştî yê Teknîkî li Wezareta Jîngehê ya Îraqî Îsa Feyaz ragihandiye: “Hemû rawestgehên baranbarînê bûne rawestgehên avero û ava giran dixine nav rûbaran û hin car jî rawestgehên baranbarînê nêzî dergeheke ava vexwarinê dibin. “Ji bo kêmkirina pîsbûna rûbaran, çendîn civîn li encumena wezîran hatine lidarxistin û rêkarên bilez ji bo pîsbûna avê û parastin û pêşxistina rawestgehên paqijkirinê hatine ber behsê, lê encameke wisa nebûye.
Hevşêweyê Iraqê, Herêma Kurdistanê jî rojane xwediyê 7 hezar ton zibil e, bi bê vê ku çareseriyeke guncaw hebe (ku xwe ji avakirina kargeheke veberhênanê dibîne) da ku ji vê rêyê ve bikare cardin ji van zibil û kelûpelan sûd wergire.
Ji bilî kêmbûna barînabarînê, zuwabûna çavkaniyên avê, zêdebûna çolatiyan, qirêjbûna ava vexwarinê û tevlîhevbûn bi ava giran, di heyama çend salên borî de bikaranîna çekên uranyumê, bandoreke mezin li ser xirabûna jîngeha Iraqê daniye.
Li gor nûçeyeke dezgeha “Novosta Rûsî” ku zanyariyên wê ji Îgor Kîrîlov in, fermandeyê hêzên parastina tîrêj, kîmyayî û biyolojîkiya spaha Rûsyayê wergirtiye, di heyama çend salên borî de Amerîkayê nêzîkî 300 ton uranyuma meyandî li Iraqê bi kar aniye.
Li gorî Birêveberiya Ragihandinê ya Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê, eger hikûmet bi niyaz be, dikare bi hêsanî sûd ji paşmayiyan werbigire û bi pêwîst jî dizane ji bo çareserkirina pîsbûna jîngehê, gavên bilez biavêje bi taybetî di warê parastina çavkaniyên av û daristanan, kêmkirina tirombêl û girîngîdan bi hatinûçûna giştî de.
[1]