Şikefta Casene, penageha şoreşa kurdî û rojnamegeriya kurdî bûye
Sîpan Sofîzade
Şikefta Casene li başûrê Kurdistanê ye û bi dûriya 50 kîlometreyan li rojavayê Silêmaniyê hilkeftî ye. Ev şikeft li devera Sûrdaş, li ser rêya #Silêmanî# - Dukan, li pişt gundê Kanî Xan, li bintara bilindahiya Nebî Axa ya rêzeçiyayên Sara, di newalekê de li bintara çiyayekî mezin de ye û li nêzî şikeftê sûlaveke bedew jî hilkeftî ye.
Li vê navçeya Kurdistanê ku cihekî girîng ê şoreşa Başûrê Kurdistanê di nîvsedeya 20em de bûye, şikefteke navdar û gundekî kavilkirî bicih maye. Kurd bi çavekî rêz ve mêzeyê dîroka pir ji şanazî ya şikeftê dikin.
Di salên derbasbûyî de ev gund nêzî 300 mal tê de nîştecih bûn, piştre ji aliyê rejîma Bees ve hatiye kavilkirin û çol bûye.
Berê Casene şikeftek asayî ji bo veşartin û bêhnvedanê bûye. Lê bi guherîna rewşê û şert û mercên siyasî yên wê demê, erk û navûdengê şikeftê guherî û dîrokeke bi nirx ji bo xwe tomar kir.
Derheq şikeftê:
Deriyê çûna jor bo nav şikeftê bi awayê sêgoşe ye. Di nav şikeftê de bi qasî 40 metreyan dirêj e û 9 metre fireh û 7 metre jî bilind e. Li hundur jî, ji du beşan pêk hatiye: Beşa pêş ji odeyekê pêk tê û beşa paş jî ji odeya pêşiyê biçûktir e.
Niha şikeft bûye cihê balkişandina geştiyaran û hin ji wan geştiyaran ku bi mebesta çiyageriyê serdana navçeyê dikin, bi şevan di şikeftê de derbas dikin û bi girîngî ve ji vê destkeftê dinêrin.
Girîngiya şikefta Casene ji şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd ve heta şoreşa nû
Piştî êrîşa balafirên Brîtanyayê di sala 1923yan de, Şêx Mehmûdê nemir, şikefta Casene kiriye penageh û li wir çapxane ava kiriye û yekemîn rojnameya bi navê “Bangî Heq” tê de weşandiye.
Di 3yê Sibata 1923yan de hêzên îngilîz bi balafiran hişyarî dane Şêx Mehmûdê Hefîd yê melikê Kurdistanê ku teslîm bibe û bi îngilîzan re li hev bike yan jî bi bombebarankirina bajarê Silêmaniyê wî neçar dikin. Lê Şêx Mehmûd teslîm nebû û bo vê ku xelkê bajarî wî rastî ziyan û ziraran neyên, neçar bû ku ber bi navçeyek dinê ve here. Çimkî di wê demê de, hêzên dijmin bi du bombebaranan çend welatî şehîd kirin. Ji ber vê yekê û parastina mal û halê welatiyan, Şêx Mehmûd bi hevalên xwe re çapxane birin û di şikefta Casene de cihgir bûn.
Her di heman rêkeftê de û li 28/3/1923yan, di nav şikefta Casene de yekemîn hejmara rojnameya “Bangî Heq” ku yekemîn rojnameya şoreşa kurdî ye û wek yekem rojnameya serdema çiya û zimanhalê şoreşa kurd di dîroka modern de tê nasîn hate weşandin. Sernivîserê vê rojnameyê, rewşenbîr û rojnamevanê navdar Ehmed Xwace bûye.
Ev rojname wek yekemîn organa fermî ya hereketa rizgarîxwaziya kurd di dîroka nû de tê helsengandin û rûmeta şaristanî ya hereketa Şêx Mehmûdê Hefîd nîşan dide.
Nîv sede piştî şoreşa Şêx Mehmûd û di serdema şoreşa nû ya Başûrê Kurdistanê de, şikefta Casene ji bo pêşmergeyan xwedî girîngiyeke mezin bûye. Ev şikeft di serdema rejîma Bees de ji bo hêzên pêşmerge di navçeyên Sûrdaş, Dukan û rêzeçiyayên Pîremegrûn de cihekî girîng bûye.
Nûjenkirina rêya şikefta Casene:
Rêxistina “UPP” ya îtalî bi hevahengiya lîjneya serpereştiyarî li birêveberiya giştî ya geştûguzariya Silêmaniyê, weke sembola rênîşandan û ciwantirkirina dîmenê şikeftê û hêsankirina hatinûçûnê ji bo geştiyaran, bi kevirên sirûştî yên navçeyê, pîlekan li ser rêya şikeftê heta ber deriyê şikeftê çê kiriye.
Ev şikeft di sedsala borî de û di serdema şoreşa Başûrê Kurdistanê de xwedî girîngiyeke taybet bûye, lê weke şikefteke kevnar li vê navçeyê, eger lêkolîneke dîrokî ya berfireh were kirin, di dîroka kevnar a vê şikeftê de gelek tiştên balkêş dê derkevine holê.
[1]