Genava Qurego li bajarê Raniyeyê
Sîpan Sofîzade
Genava Qurego yek ji golên ecêb ên Raniyê ye ku 5 kîlometran dûrî navenda bajarê Raniyê ye û dikeve navbera bajarê #Raniye# û Derbenda Raniyê. Ev gol ji bakur digel gundê Dûgoman, ji başûr digel bendava Dukanê û ji rojhilat digel gundê Çomesûtaw û ji rojava jî gundê Boskênê hevsînor e.
Genava “Qurego” lewma bi navê genavê hatiye navdêrkirin, çimkî ava wê her dem disekine û ji ti aliyekê ve naherike û bi şûnên wiha re ev nav hatiye danîn ku ava wê disekine û digene. Dema ku tîrêja rojê lê dikeve, ji ber ku ava wê rawestiyaye, bêhneke nexweş jê tê.
Ev gol bi awayekî xirî ye û qalindiya (şikil) wê 370 metre ye û kûrahiya wê jî 27 metre ye. Temenê vê golê ji pênc hezar salî zêdetir e û ji ber guherîna sirûşt û jîngehê dûr ji destê mirovan pêk hatiye.
Taybetmendiyên genava Qurego
Ava geniya wê li her çar demsalan di yek astê de ye û ne zêde dibe, ne kêm dibe û ne jî diherike, lewma bêhneke nexweş mîna hêkan lê tê. Lê ev taybetmendiya han wisa kiriye ku av û lîma di bin avê de, wekî çareseriya nexweşiyan bikar bê û gelek kes ji bo çareserkirina nexweşiyên çerm (pîst) û alerjî an jî kesên dixurin, têne serdana vê golê û tê de avjeniyê dikin an jî hinek ji ava vê bi xwe re dibin. Her ji demên berê ve welatiyên Raniyê û derdora vî bajarî û deverên dûr ji bo çareseriya nexweşiyên pîst serdana vê genavê kirine.
Genava Qurego, rengê mor!
Wek eşkere ye av ne bêhn, tam û ne jî reng heye, lê ava genava Gurego bêhneke nexweş heye ku mîna bêhna hêkan e û tehma wê şor e, ji ber vê yekê ji bo vexwarinê nabe û pir caran rengê wê dibe bi mor. Digel guherîna pileya germahiyê, rengê avê jî di navbera şîn, pembe, mor û spî de diguhere.
Lê pir caran bi rengê mor tê xuyakirin ku eva jî cudahiyek daye bi gol û navçeyê. Herwiha di golê de komek şimitok an jî xişok dijîn ku di cîhanê de rastî metirsiya jinavçûnê hatine, wek hin cureyên masî, kurm û kîselê ku di golên din de nayêne dîtin. Sedema guherîna rengê avê jî vedigere li ser hinek ji van xişokan, şorbûna zêde, pileya germahiya zêde, hin cureyên qewz, bakterî û hebûna kîmyayiyek wek gogerdê. Ev hemû pêkhate bûne sedem ku di demsala havînê de ji ber bilindbûna pileya germahiyê, çalakiyên pêkhateyan zêde bibe û bi vî awayî rengê golê bi morê tê guherîn.
Genava Qurego bi sedema hebûna wan taybetmendiyan û rengê ku tê guherîn, dikare bibe cihekî girîng ê geştiyariyê li Herêma Kurdistanê; wate keresteya sirûştî ya xav heye, lê wekî aliyê berfirehkirina mirovî ji aliyê hikûmetê ve bi tevahî hatiye paşguhxistin û ne ji aliyê kesinên pêwendîdar ve girîngî bi nasandina genavê hatiye dan û ne jî rêya hatinûçûna bo wê derê hatiye çêkirin, çimkî rêyeke xwelî heye û hatinûçûna tirombîlan bo navçeyê zehmet e.
Eger e wek şûnek geştiyarî bê nasandin, hem beşa geştiyarî zêdetir pêş dikeve û hem dibe sedema dabînkirina dahatekê bo navçeyê.
[1]