#Amed# û serpêhatiya navê Amedê
#Zeynelabidîn Zinar#
Bêguman Amed di dîroka dinyayê de bajarek ji bajarên herî kevn û şêna Kurdan bûye. Ev e 5.000 sal in ku AMED wek bajarekî boş, şên û pêşketî jiyana xwe didomîne. Herweha Amed ji bo Kurdistana Mezin jî, wek paytext hatiye pejirandin.
Amed çendî ku ne diyar e ka kengê ava bûye, lê belê 3 hezar sal B.Z. Kurdên “Hûrî” deshelatiya xwe li Amedê diyar kirine. Lê demekê Amed ketiye destên “Ekediyan”. Demekurtek piştre Kurdên Hûrî û “Mîtanî” dîsa herêmê xistine binê desthelatiya xwe. Lê di pêvajora dîrokê de, gelek êrîşên biyanî hatine ser Amedê.
Bajarê Amedê xwe li ser keviya Çemê Dîcleyê bi cih kiriye û bi qederê 100 metroyî ji sawiya ava çem bilind e, li bakûrê Mezra Botanê dimîne û xwe spartiye hemêza Çiyayê Qerejdaxa êtûnî.
Çendî ku hawîdorê Amedê deştên fireh û rast in, lê li hawîdorê wan deştan, çiyayên bilind jî xwe ji herêmê re kirine bestezincîr û wê di nava dilê xwe parastine.
Hawîdorê bajarê Amedê, bi sûreke mezin hatiye vegirtin. Sûra Amedê, bi kurdiya îro wek BEDENA AMEDÊ tê binavkirin.
Piştî Sûra Çînê, Bedena Amedê li dinyayê ji aliyê mezinatiya xwe ve duyemîn e.
Çendî ku tê gotin, sala 349 Bedena Amedê ji aliyê “Constantiniousê Bizansî” ve dest bi avakirina wê hatiye kirin, lê ji rastiyê dûr e. Bedena Amedê 3 hezar sal B.Z. ji aliyê Kurdên Hûrî ve hatiye çêkirin. Lê piştre kîjan hêzeke biyanî dema hatiye Amedê vegirtiye, hin dîwar li Bedenê zêde kirine û sembola xwe jî li serê nexş kirine.
Îro jî gelek nexş û nivîs û wêne, li ser Bedena Amedê têne dîtin ku medeniyetên cuda cuda didine xuyakirin. Ji ber ku ew miletên biyanî dema hatine Amedê vegirtine, nîşaneka xwe jî li ser Bedenê dane nexşkirin. Amed li ser riya di navbera Rojava û Rojhilatê de cih girtiye û wek paytexta Rojhilata Navîn jî hatiye hesibandin.
Cara pêşî, em dibînin ku navê Bajêr, “Amîda” bûye. Hatiye zanîn ku ev nav ji Kurdên Hûrî li bajêr hatiye dayîn. Lê di hin çavkaniyên kevn de navê Amedê weke “Darabkerd” hatiye gotin. Ev nav dibe ku ji Kurdiya Kirmanckî (zazakî) hatibe.
Împeretoriya “Buizans” û “Roma”yê, navê bajêr wek “Amîd” bi kar anîne. “Suryanî” jî weke ”Amîd, Omîd û Emît” bi kar anîne. Împeretoriya Medan, navê xwe li bajêr daniye û wek Amed (Yanî bajarê Medan) gotine. Ev navê împeretoriyê li çend bajarên Kurdistanê yên dî jî hatiye danîn, weke “Medyad”, “Amêdî” û hwd.
Farisan jî navê bajêr “Diyarî Bikr” (Bajarê Keçê) bi kar anîne. Ev nav jî navê jineke Kurd a qirala bajêr bûye. Ermenan jî bo Amedê “Tigran” bi kar aniye.
Lê piştî ku Ereb bi navê Îslamê Amed vegirtine, navê “Diyarî Bekir” çendî ku lê danîne jî, dîsa di belgeyên dîrokiyên Ereban de navê bajêr wek Amed cihê xwe girtiye.
1514 dema Mîrekên Kurd bi serokatiya “Mewlana Idrîs Bedlîsî” û “Selîmê Tirk”, li bajarê Amasyayê Peymana Biratiyê çêkirine û Farisan ji Kurdistanê qewirandine, Osmaniyan ji herêmê re navê Diyari Bekir û ji bajêrê Amedê re jî navê Amîd bi kar anîne. Di hin çavkaniyan de jî, navê bajêr wek “Qere Amîd” hatiye bikaranîn.
Dema Komara Tirkiyê ava bûye, serokê komarê “Mistefa Kamal” (Mistefa Kemal Ataturk) navê ku Ereban lê daniye guhertiye û di 1937an de wek “Diyarbakir” gotiye, ango bajarê baxirê.
Ez bi nasnameya xwe, suxrevanê Ziman û Çanda Kurdî me. Lê gelek car ez di lêkolînên xwe de li belge û berhemên dîrokî jî rast têm, tenê ez wan arşîv dikim û naweşînim. Bi kurtî, navê Diyarbekirê yê rastîn, Amed e.
Ev nav ji Împeretoriya Med/Madê hatiye wergirtin. Li xwezaya Kurdan çend navên dî jî yên wisa hene, wek: Amûd, Amêdî, Midyad û Mîdî (gundek li Hekariyayê). Navê bajarê Midyadê ji Mad û Yadê hatiye, ango diyariya Medan.
Li Amedê ew mizgefta mezin ku niha bi navê “Oli Camî” navdar e, pêşî wek perestingeha Zerdeşt Pêxemberî avabûye. Piştre dema Mûsa û Îsa Pêxember ola xwe gehandine Kurdan, Kurdan ew perestingeh kirine Dêr û Kenîse. Dema Kurd bisilman bûne û leşkerên Ereban herêm vegirtine, ew avahî bûye mizgeft. Lê piştre di wê mizgeftê de beşa Şafiiyan, ya Henefî, Malikî û Hembeliyan jî ji hevûdu cuda ne.
Li Rojhilata Navîn, Kurd bûne xwedanê şaristaniyeke nûjen û di warê mafê mirovan de jî gelek destdayî bûne. Ji ber hindê gelek miletên ji nijada “Arî” çûne ba Kurdan û jiyana xwe berdewam kirine. Yek ji wan jî Ermen bûne.
Faris jî, wek Pers/parsek ji Hindistanê hatine welatê Kurdan. Jixwe Azerî jî Arî ne û ji nijada Kurd in, lê zimanê xwe guhertine. Niha gelek ji Suryan û Kildan wekî din jî bi nijada xwe Kurd in, lê ji ber ku Fileh bûne, nijada xwe jî guhertine.
Xwedayê mezin li Amedê were rehmê û wê ji binê destan rizgar bike.
[1]