Karesata bendava Dariyan li Hewramana Rojhilatê Kurdistanê
Hewram Ehmedî
Di gotara dinê de behsa wê yekê hate kirin ku çawa siyaseta ava Îranê, bi taybet pîşesaziya bendav û guhertina rêya sirûştî ya çemên sînorî bi mebesta veguhestina avê ji Rojhilatê Kurdistanê bo navçeyên navenda Îranê, beşek ji kolonyalîzma jîngehî ya dewleta Îranê pêk tîne. Li vir em ê behsa bandora bendava Dariyan li ser jiyana civakî û rewşa aborî ya devera #Hewraman# a Rojhilatê Kurdistanê bikin, çimkî bi çêkirina vê bendavê çendîn gundên kevn, şûnwarên dîrokî yên qiraxa çemê Sîrwan, daristan, bax, çêrîngeh û beşeke zêde ji kaniyên Bilê ketine bin avê.
Bendava Dariyan li ser çemê Sîrwanê
Di çarçoveya siyaset û projeyên avî yên dewleta Îranê de heta niha zêdetir ji deh bendav li ser çemê Sîrwan û şaxeyên vî hatine çêkirin ku ya herî girîng bendava Dariyan e. Ev bendav dikeve parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê û 28.5 kîlometre ji sînorê başûrê Kurdistanê dûr e û li nêzî bajarê Pawe û tenişt gundên Dariyan û Hecîc di sala 2009an de hatiye çêkirin û di sala 2018an de hate vekirin. Panatiya binê bendavê 316 metre ye, panatiya aliyê serê jî 15 metre ye û bilindahiya wê digihîje 155 metre. Herwisa şiyana ragirtina ava bendave digihêje 316 milyon metreya sêcî. Bîrokeya vê projeyê nû nîne û vedigere bo nêzî 70 sal beriya niha ku şerê cîhanî yê duyem û piştre jî di serdema desthilata Komara Îslamî ya Îranê û şerê Iraq û Îranê pêşiya birêveçûna vê bîrokê girtin.
Nexşeya bendava Dariyan
Hikûmeta Îranê dibêje, bendav li ser çemê Sîrwan û şaxên wî bi mebesta vegerîna ava vî çemî bo tûnela Newsûdê (ku dirêjahiya wê 48 kîlometre ye) tê veguhastin û ji wir jî bo dabînkirina ava vexwarina rûniştiyan û dabînkirina ava deştên kêmav ên rojhilatê parêzgeha Sine û rojavayê parêzgehên Kirmaşan û Îlamê tê veguhastin. Herwisa beşeke wê projê ji bo berhemanîna wizeya elektrîka avê hatiye terxankirin. Lê di rastî de, armanca sereke ya veguhastina beşeke zêde ji ava vî çemî bo navçeyên navendî yên Îranê ye.
Beşek ji dîmenên hundirê tûnela veguhastina ava Newsûdê
Tevî xisarên li ser çemê Sîrwanê û têkdana jîngehê û ekosîstema navçeyê, çêkirina bendavê bandora nerênî ya zêde li ser malên gundnîşîn heye ku di vê navçeyê de dijîn. Ji ber ku çavkaniya aborî û dahata xelkê gundên Hewramanê heta astekê girêdayî çandinî, baxevanî, ajeldarî û hwd e. Her lewma tevî çêbûna bendavê, gelek ji xelkê gundên Hewramanê, ji wan nemaze gundên Hecîc, Riwar, Silên û Bilber bijîva jiyana wan hatiye kêmkirin.
Sedema sereke ew e ku beşeke berçav ji zevî û çêrîngehên wê deverê li bin ava bendavê û rêya wê bûne, yan rêya destpêregihîştina xelkê bi wan re asteng kiriye û heta gelek rê jî hatine daxistin. Bo mînak bendav tevî wê ku bû sedema cîbicîbûna beşek zêde ya gundê Hecîc û herwisa bi tevahî jinavçûna gundê Riwar, rêya çiya û çêrîngehan jî bo hertimî qorix kiriye. Eva bûye sedema daketina şêweya jiyanê ya koçerî, aborî, ajeldarî û baxevaniya wan gundan ku li qirax çemê Sîrwan û çiyayên Şaho û Kosalanê hilkeftî ne. Herwisa ew bendav bûye sedema guherîna keşûhewaya navçeyê û ev jî tevî çêbûna metirsî li ser ekosîstema navçeyê, ziyanek zêde bi baxên gûz û hinarên gundên qiraxa bendavê xistiye.
Eva di halekê de ye ku medyayên dewleta Îranê û herwisa ajansên geştiyarî bi berdewamî bangewazî û propagandaya geşestandina nevçeya Hewremanê ji ber çêkirina bendava Dariyanê dikin û ji dîtingeheke nezanî ve, bendavê bi bingeha geşeya wê deverê didine nasîn. Lê rastiya wê ew e ku gelemera van bandorên nerênî li ser beşa aborî û bijîva jiyana xelkê navçeyê, bûye sedema diyardeya koçkirina xelkê wan gundan ji bo bajarê Merîwan, Pawe û Kirmaşanê. Helbet tevî çêkirina bendavê û ji ber veguhastina bi zorê, aliyê kêm sedan malbat bi taybet ji gundên Hecîc, Riwar û Dariyanê eware bûn. Herwisa ev bendav metirsî ye bo ser sîstema kevneşopî, kultûrî û civakiyê ku dibe sedema tirsa jidestdana nasnameya dîrokî- çandî, hevdengî, adeta navxweyî û di encamê de kêmbûna nerasterast a sermayeya civakî di navçeya Hewramanê de.
Jîngehparêzên Kurdistan û dilsozên nîştimanê ti carî kêmtirxem nebûne li derheq vê diyardeya pir metirsî di Hewramanê de. Li sala 2015an ji bo rizgarkirina Kanî Bil, kampanyayeke medyayaya civakî bi navê Kampanyaya Rizgarkirina Kanî Bil li seranserê Rojhilatê Kurdistanê dest bi çalakiyan kir. Xelkê navçeya Hewaramanê bi berdewamî daxwaz ji dewletê dikirin ku Kanî Bilê rizgar bike û herwisa beşek ji çalakvanan greva birçîbûnê bi rê ve birin û daxwaza parastina çavkaniyên ava xwe kirin. Gelempera van hewlan karîn zextê bixine ser dezgehên pêwendîdar ji bo parastina kaniyên herikîner, lê mixabin bendavê beşeke zêde ji kanî û herwisa çemê Sîrwanê hişk kiriye.
Ji bilî bandora bendavan li ser geşenekirina Rojhilatê Kurdistanê, metirsiyeke mezin li ser pirrengiya biyolojîk û yekparçeyiya aborî-civakî li Başûrê Kurdistanê jî çê dike ku di gotareke dinê de dê behsa wê bê kirin.
[1]