Kolonyalîzma jîngehî ya dewleta Îranê li #Rojhilatê Kurdistanê# : Siyaseta bendavan
Hewram Ehmedî
Kolonyalîzma jîngehê (Environmental Colonialism), ku wekî kolonyalîzma kesk (Green Colonialism) û eko-kolonyalîzm jî tê naskirin, pêk hatiye ji praktîzekirina biryar û kiryarên welatekî li welatekî din an jî beşek ji xelk û civaka di bin desthilata xwe de, bi hênceta sûdwergirtin ji jîngehê û bikaranîna wê wekî stratejiya geşepêdanê bi mesref û reşkirina geşe (De-development) ya welatek yan civakeke bindest e.
Ji ber ku piraniya van civakên bindest ku dibine armancên reşkirina geşeyê bi rêya kolonyalîzma jîngehî ji aliyê dewlet an neteweya serdest- xwedî cudahiyên etnîkî, regezî û neteweyî ne, têgehên wekî “nîjadperestiya jîngehî (Environmental Racism)” û (Eco-Apartheid) ji bo analîzkirin û eşkerekirina kolonyalîstî ya vê dewlet-netewê têne bikaranîn. Bi vî awayî dikaribe siyaseta jîngehî ya dewleta Îranê wek şêweyek kolonyalîzmê were pênasekirin.
Şêwazên jîngehî yên kolonyalîzma navxweyî ya hikûmeta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê pêk hatine ji birîna daristanan, şewitandina daristanên Zagrosê, çêkirina bendavên mezin û veguhastina av ji bo derveyê Kurdistanê û herwisa ewlekirina çalakiyên jîngehparêzî. Em ê di vê gotara kurt de tekezî li ser çêkirina bendavan wek yek ji stûnên stratejîk yên kolonyalîzma jîngehî ya Rojhilatê Kurdistanê bikin. Di rastî de, ew hejmara zêde ya bendavan ku di navçeyên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê de bi mebesta veguhastina ava pişt van bendavan bo navçeyên navendî yên Îranê hatine çêkirin, belgeyek e li ser kolonyalîzma jîngehê ya dewleta Îranê li Kurdistan û di hember çavkaniyên sirûştî yên wê de.
Pêka raporên dewletî yên Îranê, di niha de zêdetir ji deh bendav li Rojhilatê Kurdistanê hene û nêzî 50 bendavên din di qonaxa çêkirin, cîbicîkirin an lêkolînê de ne. Armanca siyaseta ava Îranê, derbasbûn ji krîzên pêwendîdar bi avê li navçeyên naverasta welêt, bi sermayeguzarî di projeyên mezin de wisa bike ku hemû çavkaniyên avê wek hev bin. Bo vê mebestê, dewletê ji rêya çêkirina bendavên mezin û komkirina ava rûbarên sînorî dest avêtiye bi rêkxistina projên veguhastina avê ji perawêz ve bo navendê. Di demekê de ev cure projeyane sûd gihandine beşên naverasta Îranê, û bûne sedema hilweşîna civakî ya berfireh û jinavbirina jîngehê li Rojhilatê Kurdistanê. Eva di halekê de ye ku Rojhilat yek ji çavkaniyên sereke yên dabînkirina avê li Îranê ye.
Nexşeya projeyên avî yên dewleta Îranê li ser çavkaniyên rûbara Sîrwan
Çêkirina bendavan xisarên mezin ên wek civakî, aborî û jîngehî li pey xwe tîne. Yek ji derancamên nerînî yên bendavan, bandora bingehîn li ser jiyana aborî-civakî ya rûniştiyên gundên Rojhilatê Kurdistanê ye. Çêkirina bendavan bûye sedema kirîna zeviyan bi awayê zorê û ewarebûna beşek zêde ji rûniştiyên gundan, ji wan yên ku ji şûnên dîrokî ve hatine.
Eva jî dibe sedema zêdebûna hejmara rûniştiyên eware û perawêzxistî, hejarî û betalî li bajarên Kurdistanê, nemaze Sine, Kirmaşan û Îlamê. Ji bilî vê yekê jî ava terxankirî ya bendavan kêmtir ji %10 a zeviyên çandiniyê li xwe digire, eva jî tê wê wateyê ku çavkaniyên berhemanînî li ber destê xelkê navçeyê nînin. Di halekê de Rojhilatê Kurdistanê di wan salên dawîn de ji krîza avê nêzîk dibin û beşa çandiniyê ku yek ji çavkaniyên sereke yên jiyan û dahata xelkê Rojhilatê ne ji ber pirsgirêka kêmaviyê rastî xisarê hatine, û ava bendavên wê bi mebesta werzêrî, dabînkirina ava bajar û projeyên pîşesazî bo bajarên Fars û Tirkan ên wek Hemedan, Zencan, Tehran, Îsfehan û hwd têne veguhastin. Di vê rewşê de, tenê bandorên nerênî yên jîngehî yên çêkirina bendavan ji bo xelkê Rojhilatê Kurdistanê dimîne.
Her bê vê sedemê, cîbicîkirina çêkirina bendavan bûye cihê rexneya çalakvanên jîngehparêzî yên Kurdistanê. Şarezayên jîngeha Kurdistanê îşareyê bi çalakiyên taybet ên hikûmetê dikin (wek çêkirina bendav, veguhastina avê, vêdebirina rûbaran, çêkirina palavtingehên petrol û hwd) û dibêjin ew çalakiyane bandorên têkdanê li ser ekosîstem û çavkaniyên sirûştî yên Kurdistanê bicih dihêlin. Herwisa veguhastina qerebûnekirina avê dibe sedema geşenestandina aborî û hejarî û nearambûna jiyana civakî li Rojhilatê Kurdistanê.
Çalakvanên jîngehparêzî yên kurd li kiryareke lihemberderketin li dijî van çalakiyan, di sala 2015an de helmeta nerazîbûn û hişyarî bi navên “bandora wêranker a pîşesaziya bendavê ya li ser sirûştê” yan “ziyanên jîngeha bendavan” û herwisa “kampanyayarizgarkirina kaniya Bilê” dane destpêkirin.
Jîngehparêzên Kurdistanê li ser wê baweriyê ne ku ew bendav ji xeynî bandorên nerênî yên jîngehê, mîrata kultûrî, rûmet û nasnameya navçeya Kurdistanê ji nav dibe. Bo mînak, çêkirina bendava mezin a “Dariyan” li ser rûbara Sîrwan li Hewramanê, ne tenê bo sedema jinavçûna kaniya mezin a çavkaniya “Bil”ê, belkî gundek bi dîroka 6 hezar salî û deverek pir nirx di warê şûnwarnasî de, wate beşek ji gundê “Riwar” û çiya û dolên wî, bo hertimî di nav ava bendavê de hatine xeniqandin.
Her lewma, eger berxwedan û têkoşîna çandî-zimanî ya li dijî siyasetên çandî yên dewleta Îranê, beşek ji dije-serdestiya çandî ya tevgerên civakî yên Kurdistanê têne pêkanîn, jîngehparêzî, bi taybetî arasteyên wê yên siyasî-çandî, cureyek li dijî-kolonyalîzma jîngehî bi tevgera Rojhilatê Kurdistanê dibexşe.
[1]