Bihuşta Veşartî: Takoran
Mem Al
Bihuşta Veşartî, bi navê xwe yê din Takoran, 43 km dûrî #Sêwregê# ye. Ev bihuşta veşartî ya ku di sînorê Sêwreg û Semsûr ê de ye bi dirêjahî nêzîkî 20 kîlometre ye. Weke navê xwe bi rastî jî bihuşteke bêhempa ye. Çi bi xwezaya xwe çi bi çiyayên xwe meriv dibêje qey wênesazekî bi firçeya xwe yek bi yek xêz kiriye, wisa aramiyekê dide meriv, bi taybetî jî di mehên payiz û biharê de hesteke din dide meriv.
Payizê bi rengê xwe yê zer weke ku ji hundirê pirtûkeke helbestê derketibe wisa bi meriva dide hestkirin, biharê jî bi rengê xwe yê kesk bi vebûna kulîlkên daran û bêhna wan a ku li derdorê belav dibe meriv sermest dike. Navê wê derê weke Takoran tê zanîn lê ji ber ku zêde nayê zanîn navê Bihuşta Veşartî lê zêde kirine. Bi esasê xwe ve gelîyek e ku ava Ferêt tê de diherike.
Piştî ku barajek mezin li Hewagê hatiye çêkirin, av zêde bûye û bi wextê re hêdî hêdî gelî geş bûye, av gelekî zêde bûye, şênkayî lê çêbûye û mirovan di qeraxa çemê Ferêt de gund ava kirine. Piranîya dimilîyên Sêwregê li van gundan bi cih bûne. Heta gundê derhênerê mezin Yilmaz Guney ji yek ji wan gundan e. Li kêleka Ferêt gundê bi navê Dêsman e.
Ev bihuşta ku em qal dikin her demsalê bi dimenên bêhempa meriva li hember xwe mat dihêle. Tevî ku zêde nayê zanîn jî her sal gelek geştyar tên li vê derê digerin. Van gundên em qal dikin ji ber ku di devê avê de ne û gund hemû çîyayî ye, bo kar û xebatê zêde derfetê nade gundiyan. Gundiyên ku li wan derdoran bi cih bûne debara xwe bi masîvanî û şivantiyê dikin, niha keştiyek jî anîne û geştyarên ku tên wan deran bi keştiyê digerînin, bi vî awayî debara xwe dikin.
Ji ber şert û mercên herêmê karekî din nikarin bikin. Bêyî şivantî û masîvanîyê hinar û gûzên wan jî gelekî bi nav û deng in. Ji ber ku çandinî li wan çiyayan nayê kirin gundiyan jî ji xwe re bi darên hinar û gûzan baxçe çêkirine û gelek encamên baş jî derxistine holê. Her sal di dema firotana hinar û gûzan de bajarîyên Sêwregê li çarşîyê li benda wan disekine ku ji xwe re bistîne.
Bihuşta veşartî yanî Takoran, zanim nizanim hê wisa weke xwe ye, xwezaya xwe parastiye. Belkî jî weke ji navê wê tê zanîn, ji ber ku veşartî ye - nehatiye kifşkirin ku çawa parastîye xwezaya xwe, ne tenê xwezaya xwe mirovên li wê derê dijîn jî hê weke xwe ne. Çi ji hêla zimên da çi ji hêla çanda xwe de wisa xwe parastine. Lê çi mixabin ne kesî bo wê derê tiştek çêkiriye ne kesî daye nasîn, bêyî çend hewildanên gundîyên wê derê her wisa di halê xwe de maye.
Ev bihuşta ku em qal dikin ne tenê cihê kêfxweşî û şahiyê ye. Bûye şahidê gelek tiştan. Car caran bûye warê mehkûman, carinan warê şivan û gavanan, carinan jî ev av bûye gora kuştîyan. Di dema komkujîya ermeniyan de çi saxî çi kuştî gelek ermenî avêtine Ferêt, ji ber wê jî demekê ava Ferêt weke xwînê herikîye.
Heta hinek kes dibêjin, di binê ava Ferêt de gelek dêr û pire hene ku ermenîyan çêkirine û piştî ku av zêde bûye, her tişt di binê avê de maye. Nizanim niha ev kesên ku li wan deran xwedî derketine an naxwazin lêkolîn were kirin û were pirsîn an jî kes lêkolînê li ser wan deran nake. Jixwe zêde haya kesî jî jê tune, her wisa maye di binê avê de, tevî wê jî hin kesên xwende yên ji wan deran di roman û nivîsarên xwe de ew anîne ziman. Bêyî wê, weke navê xwe veşartî maye her tim.
[1]