Sûlava Sûle Dûkel di nav çiyayê sê sînor de
Solîn Urmiye
#Sûlava# “Sûle Dûkel” yek ji bedewtirîn û balkêştirîn û bilindtirîn sûlavên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye ku li quntara çiyayê Dalamperê hilkeftî ye.
Çima navê “Dûkel” danîne ser vê sûlavê, ji ber ku av ji ber qebare û zexta xwe ya zêde dadikeve xwarê, gelek dilop di hewa de belav dibin û wisa tê xuya ku haloyek ji dûkel û dûmanê dora sûlavê girtiye û ji berê vê yekê jê re dibêjin dûkel.
Sûlava “Sûle Dûkel” li nêzî sînorên hevpar ên her sê beşên Kurdistanê wate Rojhilat, Başûr û Bakûr, li kêleka çiyayê navdar ê Dalanperê hilkeftî ye. Çiyayê Dalamper girêdayî sê beşên Kurdistana mezin e: Rojhilat, Bakûr û Başûr.
Du rêyên hatinûçûnê bo Sûlava “Sûlê Dûkalê” hene, yek ji wan ji bajarê Urmiyê û ya din jî, ji bajarê Şinoyê re ye. Her du rê jî digihîjin bajarokê Dêzeya Mirgewer û paşê jî gundê Gêsiyan; Ji vî gundî divê geştyar 9 kîlometreyên dinê (wate nîv demjimêr) rê bidomînin da ku bigihine Sûlava Dûkelê. Çend kîlometreyan piştî bajarokê Dizeyê û gundê Gêsiyanê rê qîrkirî ye. Lê ji bo çûna nav gundê Sûlê Dûkelê divê bi qasî heft kîlometroyan ji rêya axî re biçin da ku bigihine cihê mebest.
Sûlava “Sûlê Dûkel”ê yek ji çavkaniyên dabînkirina ava çemê Barandiz Çayiyê ye û ev ave ji bo çandiniya xelkê navçeyê gelek bi sûde. Sûlava “Sûlê Dûkel”ê nêzî 40 metre bilind û 10 metre jî fireh e. Givaşa ava vê sûlavê bi taybetî di destpêka Biharê de ew qas zêde ye ku dema dadikeve bo xwarê dengekî tirsnak jê tê. Ev ave piştî ku dadikeve, bi şiklê çemekî rêya xwe didomîne.
Ev sûlava bedew li deverek pir paqij û xweş hilkefî ye û seredana wê ji bo hemû jîngehdostan bibe ezmûnek ecêb.
“Sûlê Dûkel” yek ji sûlavên herî taybet ên Kurdistanê ye ku bilindahiyek dûr û dirêj heye û av ji bilindahiya 3,487 metreyan diherike xwarê.
Devera derdora sûlavê çendîn taybetmendiyên dinê hene ku geştyaran bo aliyê xwe radikêşe ku ew jî ev in:
- Jîngeha sirûştî ya bêkêmasî û bedew a derdora sûlavê.
- Hebûna ajelên kovî yên wek gurên cur bi cur, rivî, bizinên kovî, teyr, kîroşk, çûkên cur bi cur, hirç û matmatokên Kurdistanî (taybet bi navçeyên Kurdistanê ne û rengê wan reş e û xalên zer tê de ne) û hwd.
- Hebûna zozançiyan li vê naçeyê.
- Hebûna kakovirkên bi tam ku bala geştiyaran radikêşe.
Demsala herî baş a ji bo serdana sûlava Sûlê Dûkelê li Biharê ye. Dema ku berfa zivistanê dihele û qebareya herî mezin a avê ji sûlavê diherike, wê demê geştyar dikarin serdan bikin. Di demsala Havînê de jî li derdora sûlavê zozançî hene û bedewiyek bêhemba bexşîne vê navçeyê.
Salane bi hezaran geştyarên bîhanî û Îranî serdana vê sûlavê dikin û ev yeka jî li ser dahata beşek ji xelkê navçeyê gelek bi sûd e.
Wêne: Sûlava Sûle Dûkel 140 sal berî niha
Wêne ji aliyê Zanîngeha “Harvard, USA” ve hatibû girtin.
[1]