Girîngtirîn şikeftên Başûrê Kurdistanê
Roj Qadirî
Kurdistan yek ji dîrokîtirîn şûnên cîhanê ye û di her warekê de ger dîrok û erdnîgariya wê bê mêzekirin, em hin mijarên bêhempa dibînin. Lê mixabin ji ber wê ku em ê Kurd xwedî desthilatek serbixwe nînin û xwedan damezraweyên pêşketî yên deweltî nînin, lêkolînên hûr li ser nehatine kirin. Ji aliyek dinê ve dagîrkeran ne tenê hewla dagîrkirina erdnîgariya me dane, di heman demê de hewla çewtekirina dîroka me jî dane.
Ez ê di vê gotarê de tevî bi kurtasî nasandina girîngtirîn şikeftên #Başûrê Kurdistanê# , dixwazim bêjim ku Kurdistan ne tenê yek ji dîrokîtirîn şûnên cîhanê ye û şûna çêbûna yekem şaristaniyetan e, belkî pêkhateya erdên wê jî vedigere bo serdemên gelek kevn. Bo mînak lêkolînên erdnasî îsbat kirine ku rêze çiyayên Zagrosê di serdema “Balîlosîn” de ango 65 milyon sal berî niha hatine çêkirin.
Şikefta Hezarmêrd
Ev şikefte dikeve 13 KM başûrê bajarê Silêmaniyê. Panahiya devê şikeftê ji derve 12 metre ye û di hundur de jî 15 metre ye û bilindahiya wê di nav de 5 metre ye, lê kûrahiya bo nav 30 metre ye. Yekemîn şûnwarnasa ku karê vekolîn û lêkolînê tê de encam daye, xatûn “Kardo” bû ku di navbera salên 1951-1961an de kar tê de kiriye. Piştî hewlên wê jî çend kelûpelên kevirî tê de hatine peydakirin ku vedigerin bo 50 hezar sal berî Zayînê. Li ser navê wê jî, tê bawerkirin ku ew ji mezinahiyan ve hatiye, ji ber ku hezar mêr tê de cih girtine.
Şikefta Hizar Mêrd piştî şikefta Şaneder, duyemîn şikefta mezin a li Başûrê Kurdistanê ye. Ev şikefte nêzî gundê Hezar Mêrd e ku gundek gelek kevnar e û ji zû ve ji ber petaya Taûnê ji şûna xwe hatine veguhastin û bo xwartirê şikeftê daketine.
Şikefta Şaneder
Ev şikefte dikeve beşa başûrê çiyayê Biradostê li dola Zêyê Mezin û nêzî Şaredêya Şanederê li bakurê rojhelatê bajarê Hewlêrê. Bilindahiya şikeftê ji asta deryayê 2,100 pê û panahiya devê şikefê ji derve 25 metre û di nav de 35 metre ye. Lê bilindahiya wê di nav de 8 metre ye û kûrahiya bo nav 40 metre ye. Di vê şokeftê de peykerên hestiyî yên mirovên ji cura “Niyandertal” hatine peydakirin ku bo nêzî 45 heta 60 hezar sal beriya niha vedigere. Herwisa gelek bermahiyên peykerên pez, bizin û kîsel jî hatine dîtin.
Yekem kesê şareza jî ku di vê şikeftê de karê vekolînê kir, “Ralif Sulkî” bû û di navbera salên 1951- 1961 de. Sala 2019an jî, ji ber çend vekolîn û lêkolînan di nav qatên hundurê şikeftê de, çendîn hestîpeyker ku dîroka jiyana wan di şikeftê de vegarindine bo 1000 sal beriya niha.
Şikefta Zirzî
Ev şikefte dikeve navçeya Sordaş a parêzgeha Silêmaniyê û ji nêzî herdu şiketên “Qezqepan û Kur û Kiç”ê hilkeftî ye ku ji aliyê pisporek Amerîkayî yê bi navê “Kawird” li sala 1927an lêkolîn tê de hatiye kirin. Herwisa çend kelûpelên kevirî tê de hatine peydakirin ku bo 12 hezar sal beriya niha vedigerin.
Şikefta Kur û Kiç
Ev şikefte, şikefteke destçêkirî ye ku li nêzî şikefta Qazqepanê ye û tê de du gor hatine dîtin ku tê texmînkirin yek ji wan goran ya şahê Medî yê bi navê “Fraurtis” be.
Şikefta Kur û Kiç, şikefteke çargoşeyî û rû bi bakur e, dirêjahiya wê 6.60 metre ye û panahiya aliyê rastê 2.60 metre ye û herwisa panahiya aliyê çep jî 2.40 metre ye ku di naverasta şikeftê de odeke piçûk heye ku bilindahiya wê 115 santîmetre û paniya wê jî 35 santîmetre ye. Li beşa rast a odê jî gorek ku ji kevirê çiya hatiye kolandin û kûrahiya gorê jî 40 santîmetre û panahî jî yek metre ye, herwisa bermayiya du stûnên wê bi ban ve maye, lê li beşa xwarê nemaye û ji nav çûye. Ev şikefte di şikil de ji Qezqepanê diçe û tê xuya ku di heman serdemê de hatibine çêkirin.
Şikefta Qezgepan
Ev şikefte dikeve çiyayê “Sersed” li nêzî gundê Sordaş ku tabloyek kolandî û çend gorek tê de hatine peydakirin ku bo salên 550- 600 bz vedigerin.
Şikeft bi bilindahiya 10 metre di nav çiyayekê de hatiye kolandin û komek nexşeyên Medan li ser dîwarên wê hatine tiraşîn. Ji navenda bajarê Silêmaniyê ve nêzî 50 km dûr e. Şikeftê deriyek piçûk heye, bo çûna nav hundur jî ku ji bejna mirovekê nizimtir e. Di nav hundur de, sê gorên piçûk bi bilindahiya metrekê hene ku komek kelûpelên dîrokî tê de hatin peydakirin.
[1]