Şikefta “Temteman”, kevnartirîn şikefta nîştecihbûna mirovan li Urmiyê
Solîn Urmiye
Şikefta “Temteman” yek ji kevntirîn#şûnwar# ên mirovî li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî û li Îranê bi giştî ye û ji bo lêkolîner û geştyaran şûnek taybet e.
Şikefta “Temteman” li başûrê rojavayê Urmiyê ye û yek ji cihên herî xweş û sirûştek balkêş e ji bo geştyar û lêkolerên warê şûnwarnasî. Ev şikefte li 20 kîlometreya bajarê Urmiyê li gundê “Temteman” hilkeftî ye û her bi vî navî jî tê naskirin û ser bi bexşa Naziyê ye. Bilindahiya şikefta Temtemanê ji asta deryayê 1500 metre ye.
Lêkolîn nîşan didin ku ev şikefte û navçeya derdor yek ji kevntirîn cihên nîştecihbûna mirovan e. Şûnwara ku ji vê şikeftê maye jiyana mirovan û awayê jiyana li wê serdemê nîşan dide. Lêkolîna li ser vê şikeftê nîşan dide ku mirov çawa jiyane û çawaniya berhevkirina xwarinê û keresteyên kevirî yên di wê serdemê de hatine bikaranîn nîşan dide.
Dîroka vê şikeftê vedigere bo serdema “paleolîtîk” a beriya dîrokê yan heman “şikeftnişîn”iya mirovan. Lêkolînerê Amerîkî yê bi navê “Karilton Stanlî Kûwn” di lêkolînekê de îspat kiriye ku dîroka vê şikeftê vedigere bo 40 hezar sal berî niha.
Vî lêkolerî di sala 1949an de, li lêkolîna xwe ya li ser vê şikeftê, 48 perçe şûnwarên kevirî û nêzîkî sê hezar perçe hestiyên ajelên cuda peyda kir. Li gorî lêkolîna navbirî, şikefta Temteman tenê demsala Havînê tê bikaranîn. Lê gelek şareza û zanayên vî warî li ser wê nerîna navbirî nînin.
Di sala 1987an de Komîsyona Netewî ya UNESCOyê ragihand ku piştî lêkolîna lêkolerên Amerîkiyê, di şikefta Temtemanê de kerestên pêwendîdar bi mirovên serdema “paleolîtîk” hatine dîtin. Serdema “paleolîtîk” bi qasî 35 hezar sal beriya Zayînê ye.
Şarezayên şûnwarnasiyê dibêjin di dema Uratûyan de jî ev şikefte ji bo nîştecihbûna mirovan hatiye sûdwergirtin.
Dirêjahiya şikeftê bi giştî 35.35 metre û firehiya wê jî 16.90 metre ye. Di hundurê şikeftê de du çal hene, çala aliyê rastê 4 metre kûr û 5.5 metre fireh e û li aliyê çepê jî 28 metre ye û firehiya wê jî 5 metre ye. Tê zanîn ku heta ku mirov nêzî dawiya şikeftê dibe, ew qas jî bilind dibe.
Di vê şikeftê de mirov dikare mêzeyê dîmenek balkêş bike ku ev jî kaniya avê ye ku xelkê derdor ji vê avê sûd werdigirin. Ev yeka jî bûye sedem ku geştyar serdana wê şûna dîrokî û balkêş bikin. Hewaya vê şikeftê di demsala Havînê de hênik û xweş e û ji ber wê jî geştyar di germa Havînê de xwe digihînin vê şikeftê.
Ji xeynî nîştecihbûna mirovan di vê şikeftê de, lêkolîn nîşan didin ku ev şikefte ji aliyê ajelên wek rivî, simore, xezal, pez û hespan ve hatiye bikaranîn û bermayiyên wan ajelan di vê şikeftê wê yekê nîşan didin ku ev şikefte cihê nîştecihbûna wan jî bûye.
Salane hejmarek zêde ji geştyar û lêkolerên navxweyî û bîhanî yên warê şûnwarnasî serdana vê şikeftê dikin.
Şikefta Temteman wek mîrateya nîştimanî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye tomarkirin.
[1]