Nav: Yûsif
Nasnav: Yûsif Ziya Beg
Navê Bav: Ziya
Sala jidayîkbûnê: 1882
Dîroka koçkirinê: #14-04-1925#
Cihê jidayîkbûnê: Bidlîs
Cihê koçkirinê: Bidlîs
$Jîname:$
Yûsif Ziya, Yûsif Ziya Beg, (bi tirkî Yusuf Ziya Koçzade Bey (jdb. Sala 1882 li Bidlîs - m. Sala 1925 dîsa li wir) siyasetmedar û newengerekî kurd bû.
Ji malbateke namîdar a Bidlîsê ye. Sultaniya Bidlîsê xelas dike. Serekatibiya Maarîfê, Mebûstiya Bidlîsê û endamtiya Dadgeha serxwebûnê ya Kastamonûyê dike[çavkanî hewce ye]. Têkiliya wî ya bi tevgera neteweyî ya kurd re bi xêra derdorên welatparêz çêdibe.
$Siyaset$
Di komelên kurd dixebite û kovarên kurdî de nivîsên wî derdikevin. Di Cemiyeta Tealiya Kurd (Komela Bilindkirina Kurdistanê) de digire. Dibe wesîle ku Cemiyeta Tealiya Kurdistanê û Komiyeya Îstiqlal a Kurdistanê (Komela Azadî a Kurdistanê)/Cemiyeta Îstiqlal a Kurd?[çavkanî hewce ye] bigihîjin hev, tevgera Azadî bi vê yekbûnê dest pê dike. Bi heman awayî di parlementoya tirk de mafên kurdan diparêze. Piştî ku li Lozanê tirk û îngilîz li hev dikin, Yûsif Ziya Beg li ser parçebûna Kurdistanê dikeve tirs û fikaran. Piştî Lozanê tevgera Azadî dest bi xebatên serhildanê dike. Yûsif Ziya di nav xebatên serhildanê de li Erzîromê tê girtin. Ew û çar hevalên wî yên serokên kurdan, ji aliyê dewleta dagirker û mêtinger roja 14ê nîsana 1925'an li sûka Bidlîsê[çavkanî hewce ye] tên dardekirin.
[1]