Wexteke lijor: çîroka zemên
Nivîsandin: #YILDIZ ÇAKAR#
Pirtûka qederan bû diyarî, ji bo can û cesedan. erd û ezman sewirîn -di deftera dinyayê de. wiha zeman navek li xwe kir di dewra daîm de û go, emê dîsa vegerin destpêkê.
neguherîbû av, beriya ku ji hêsirên çavan bibe du şet. di bin gerîdoka dinyayê de li kêleka hev herikîn. hêlek tahl bû, hêlek şîrîn. toz û dûman bûn ewr li ezman. çiya rêz bi rêz bilind bû, deşt bû fîstan; li rûyê erdê geş bû gul ji hezarrengan. bereket û dewlemendî anîn, di dawa xwe de zarokan. bi hezaran nebat anîn, ji axê hebûn. kola kortikên dinyayê û ji hêlekê ve ferad ji hêlekê ve dîcle bixwe re şaristanî anîn. beriya ku rûnê li ser kursiya xwe ya şîn, li welatê hêşîn -jê re digotin mala xwedawendên mezin–bixwe re jiyan anî.
go: navbenda min û te çiqas be zeman jî wê ewqas be!
wiha xêz kir dûrahiyê. û sal, meh, roj çêkirin. ji bo her salekêji stêrkan kom, ji bo her mehekê ji heyvê ron girt. vegeriya ser dinyayê, şev bi rojan girê dan, roj bi hêlkêran. di navbera erdnîgariyan de cudahî çêkir, di dilê mirovan de qadên mezin -ku tê de demsalê ji xwe re cih çêkir. her cihî navek hilda, her navî xalek. yek bi yek bi hev ve hatin girêdan.
go: her saleke nû zemanekî nûye, yek dimire yek ji nû ve çêdibe!
herikî av di bin erdê de, der bû kanî li rûyê dinê da. bi tîlîliyan kir cejn, agir pê xist ji zayina xweş. xweşkir tovê geş, geş kir li ber roja xweş, destê zindî li zindiyan mohr kir. biazwerî xwepêveberdan -kir nivîs li eniya evîndaran.
go: navê te bihar e! heta nemirî careke din sax nabe ev ax.
wiha rûpel bi rûpel xêz kir xewnê ji xewê. ji yekî derbasî yekî bû, car bû ejderha, car bû marê pûlxweşik. gulaçavêşê spî kir, dexelên biyanî hêşîn. wiha ji xweşikiyan xenî bû erd. bilbizêqeke tacbilind, stûyê xwe xwar kir ji bo axa deqel.
go: nobedarên navbenda bêdestûrname ne ji hemû çerxan.
bilind bû av, hilkişiya ber bi ezman, ziwa bû çem û kanî. zêmarên ji êgir, pêxist roj û şevan -ji dorvegera dinyayê. nexweş ket zevî, kêm bû nebat! germahî bû rewrewkek daqurtand hemû xweşikiya deşt û newalan.
go: her tişt vedigere cihê xwe yê berê!
avahilkişiyayî bû hêsir, herikî ji çavê ezmên. axê singa xwe jê re vekir –ji bo bihewe zeman. zer bû dar û daristan, ziwa bû erd ji hemû rengan. dinya berê xwe guherand, tîna rojê rêya xwe. û ewrên reş ketin navbera stêrkan û ronahî kor bû.
go: jiyan di dilê mirinê de ye!
kûr çû av, di dilê axê de kom bû jiyan. çavê xwe girt dinya -weke derkeve rêwîtiyê ket xewa giran. û deriyê hebûnê vekirî hişt ji xwediya zemên re;
go: em vegeriyan destpêkê!
heliya keviyên di bin tehtan de, sor kir adarokê li deştan. kaniyên şîrîn xwe berdan ji qelaçan. darên biyê şaxên xwe dirêj kirin ji bo bahora sibehan. sibehên ku ahenga hemû rengan ji sêniyeke ezmên hildigirt û datanî nava zeman -ev zemanê ku sirûştê ji nû ve dixuliqand.
destpêk bihar e… mirinê jibîr bike, erdîbûnîbûnê jî. ji hemû salên tarî yên hov gava xwe bêtirs biavêje -ber bi nevbenda hezkirinê ve! vegere li dil -ji hemû derzên êşê. tewrek e ev kêlî -ku têde dengê nefesa te tê. bixe nava kulma xwe bahorê, rûyê xwe bide xunivîna baranê, vejîne hemû hestên mirî -ku têde jiyaneke bendewarî. bila dellal binivîse çîroka te ji nuh ve û bila bibêje: her sal zemanekî nuh e, nuh e eva tu ji hemû kewişandinan li ser lingan mayî -wekî keşwereke biriqandî.bila bibiriqe stêrka te û pîroz be sersala te.
[1]