#Mîrata Vegotinê# li Kurdistanê – Başa 5ê
Dr.Azad Mukrî
Janî Gel pêngavekî bihêz bo vegotin û bendewariyên bê dawî – Beşa Yekem
Îbrahîm Ehmed tevî ku bêhtir ji ber hin helbestên xwe hatiye naskirin û navê romana Janî Gel demekê belav bû, lê eger em bixwazin di warê nivîsînê de behsa wî bikin, tevî ku em behsa helbestên wî bikin, divê bêhtir em bala xwe bidin ser hewlên wî nivîskarê xwedî şiyan di warê vegotinê de. Di salên 40î de wate 1942an û piştre çîrokên wî hatin belavkirin. Piştre û di sala 1944an de romana Jana Gel nivîsand. Ev roman 20 salan piştî hewla Cemîl Saîb û Ehmed Muxtar Beg ê Caf hate nivîsandin, lê hem di warê teknîka nivîsînê de û hem jî di warê naverokê de cudahiyeke mezin di navbera wan sê berheman de heye.
Nivîskarê Janî Gel bi temamî ezmûna edeba vegotinê ya gelên din nas kiriye. Roman weke janreke taybet hilbijartiye û bi wê rêkê behsa êşa gelê xwe kiriye.
Atmosfera hizra vê romanê, di warê siyasî de nêzî berhemên Cemîl Saîb e. atmosfereke bajarî bala xwe bi ser vê romanê de kişandiye, ku ew yek taybetmendiya balkêş a vegotinê ye li cem nivîskarên Başûr di destpêka sedsala 20`an de.
Weke gelek romanên din ku çend dehikan piştî xwe hatine nivîsin û yek ji taybetmendiyên vegotina nû hene, wate vegotina bûyeran ji xala dawiyê ya romanê ve destpê dike. Romana Janî Gel jî ji dawiya çîrokê ve destpê dike. kesayetiya sereke yê vê romanê piştî ku 10 salan di girtîgehê de bûye, di nava pasekê de rûniştiye û diçe bajarê Ç. Wate demên dawiyê yên vegotina nivîskar di destpêka çîrokê de ye. Piştî wê destpêkê, nivîskar bi Flashbage behsa berî wan 10 salên girtîgehê, dema girtîgehê û piştî girtîgehê dike. Wate nivîskar her ji destpêkê ve xwe ji vegotina temam diparêze, û bi bikaranîna demê (Dema Bûyeran) natebabûnekê di destpêka çîrokê de nîşan dide. Piştre weke gelek romanên din ên baş, beşên romanê bi taybetmendiya Demê bi hev re hatine girêdan, hin caran jî beşeke romanê taybete bi berî 10 salên girtîgehê û beşên din yên dema niha ya çîrok û kesayetiyan vedibêje.
Ji bilî vê taktîka nivîsînê ku di nivîsên berî wî de tine ye, bi navê romanê jî lîstikekê bi xwendevan re destpê dike. Eger roman bi êşa hevjîna Ciwamêr ku kesayetiyê sereke yê romanê ye destpê dike, beşa herî zêde ya romanê behsa 10 salên girtîgehê yên Ciwamêr dike, ev pirs li cem xwendevan çêdibe ku çima Janî Gel? Gelo ma ew êşa ku Ciwamêr bo nehêlana wê ji mal derket û heta 10 salan nekarî vegere, êşa zarokbûba hevjîna wî nebû? Wate çi peywendiya wê bi êşa gel heye?
Vegotina bûyeran hêviyekê dide xwendevan ku bikare bersiva wan pirsan jî bibîne. Ew yek her di bala xwendevan de dimîne, heta ku di dawiya çîrokê de, bersiva xwe peyda dike, ew jî bi riya hevberkirina navbera wan du wateyan de ye. Hevberkirinek ku kesyetiyê sereke yê çîrokê jî vê yekê dixwaze û bi riya vegotinê bersivan bo xwendevan eşkere dike.
Tevgera çîrokê di navbera raboriya dûr û nêzîk û niha ya kesayetiyê sereke de dibe sedem ku ew bi temamî tevlî atmosfera sereke ya çîrokê bibe. Weke me got çîrok bi raborîya nêzîk a Ciwamêr destpê dike. 10 salan berî niha ku zilamekî reben e û nû ji girtîgehê derketiye û hatiye mala pismamê xwe Lawe, ku weke wî di nameyan de jêre nivîsandiye jin û zarokên wî li mala wî de ne. Hatiye ku piştî 10 salan êşa gel bide alî û mijûlî êşa jiyana xwe be û riyekê jêre bibîne.
Hatiye wê demê qerebû bike, dema ku hevjîna wî nexweş bû ew çûye mamanekê bîne lê tevlî xwepêşandan û şerê ber deriyê seraya bajarê Ç dibe û tê girtin û êdî haya wî ji êş û derdeseriyên hevjîna wî namîne. Weke di beşên din ên romanê de behs dike, ew ne poşman e ji karê ku bo gelê xwe kiriye. Lê di navbera gel û malbata xwe de weke nerîneke Existentialism malbata xwe hildibijêre û naxwaze ji wê yekê zêdetir di tengasiyê de bimînin. Ji ber ku ew di wê baweriyê de ye ku rola wî di vê tengasiyê de heye û dora wê yekê hatiye ku ji rizgarkirina gelê xwe zêdetir giringiyê bide malbata xwe.
Lê nivîskar behsa kesatiya dûr a Ciwamêr dike heta atmosfer bo şîrove û vegotina bûyeran û nasandina bêhtir a Ciwamêr û êşên wî xweş bike. Raboriya wî ya dûr girêdayî şeş kesên din e. Fate Bor, Askol û Lawe ku Dotmam û pismamê wî ne. Kalê û Pîroz Xatûn Dayîka Kalê û Dayîka wî bixwe. Her yek ji wan kesatiyan di raboriya dûr a Ciwamêr de giring bûn, yan jî rola wan di raboriya wî de hebû û peywendiya wan bi dema niha ve heye.
Vegotina raboriya dûr a Ciwamêr, vedigere bo berî deh salên girtîgehê û zewacê û dema nûciwaniyê.
Ciwamêr dema ku nûciwane li daîreyekê kar dike û bi dayîka xwe re di malekê de ye. Dayîka wî roleke giring di jiyana wî de heye berdewam haydarî wî ye û di xema wê yekê de ye ku bê jin maye û divê baskên xwe hilde û jinekê jêre bixwaze.
Ciwamêr ji Askol a dotmama xwe hezdike û Askol jî hej wî dike lê Fate Bor a Jinmama wî bi hemû awayekê dijî dawet û hevjîniya wan e. Pismamê wî Lawe wê demê û piştî girtîgehê jî peywendiyeke baş li gel Ciwanêr hebû û ji bo xwazgîniyê Askolê jî Ciwamêr, Lawe bide pêş û dike wekîlê xwe.
Diçin dixwazin lê Fate Bor sivikatiyê bi wan dike û keça xwe nade wan. Ev bûyer 12 salan berî wê yekê bû ku Ciwamêr bê girtin. wate 22 salan berî dema niha ya Romanê ye.
Wê demê ye ku Pîroz Xan û keça wê Kalê ji gundekî bi navê Gulan hatine û daxwaza xwîna mêrê xwe û bavê Kalê dike, ew dibin mêvanê mala Ciwamêr. Ev mêvanî dibe sedem ku razîbûna dayîka Askolê zehmettir bibe û bûyerên din ên jiyana Ciwamêr rêk bikevin û heta niha berdewam bin.
Ciwamêr û Kalê ji hev hez dikin û piştre hevjîniyê dikin. Beşa din a çîrokê daweta Kalê û Ciwamêr e.
Piştî ku Kalê bo anîna zaroka xwe nexweş dibe, Ciwamêr ji mal derdikeve êdî, Kalê, Pîroz, Dayîka xwe, Askol û Fate Bor nabîne.
Di vê beşê de ev roman behsa bûyerên piştî azadbûna Ciwamêr ji girtîgehê dike.
Berî ku em behsa awayê vegotina niha bikin, ez dixwazim behsa daliqandineke bihêz di nava romanê de bikim, ew jî serbihora Kalê ye dema ku êşa jidayîkbûna zarokê heye.
Nivîskar qet behsa wê yekê nake piştî ku Ciwamêr tê girtin, hevjîna wî, Kalê çawa rizgar dibe. Gelo her cîrana wan bû maman û alîkariya wê kir an jî maman gihayê. Lê di beşên din de ku nameyên pismamê wî Lawe û hevjîna wî Kalê jêre tên û wêneyê kurê wî Hîwa jêre dişînin, xwendevan heta astekê dizane ku Kalê filiti ye.
Tevî ku nivîskar qet behsa wê yekê nake û xwendevan tenê bi hin nîşaneyan wê yekê dizane lê ew dem her ne zelal û aloz e. Ew yek şiyana nivîskar nîşan dide ku bi dirêjahiya romanê xwendevanan di nava rewşeke nezelal de dihêle. Bûyerek ku hem divê behsa wê bê kirin û hem jî eger behsa wê neyê kirin nikare rê li ber bûyerên din bigre lê ew meraqekê li cem xwendevan çêdike.[1]