#Mîrata Vegotinê# li Kurdistanê – Beşa 6
Dr.Azad Mukrî
Janî Gel gaveke bihêz bo vegotin û bendewariyên bê dawî
Dema ku Ciwamêr ji girtîgehê derdikeve û diçe mala pismamê xwe Lawe, dema ku li derî dide, zarokek derî vedike. Xwendevan li bendê ye ku bendewariya bê dawî ya Ciwamêr bidawî bibe û Kalê û Hîwa bibîne. Ciwamêr jî wesa difikire ku ew kurê wî Hîwa ye, lê dema ku Lawe dibîne dizane ku ew kurê Lawe ye û hevjîn û kurê wî çûne gundê Gulan ê.
Li wir bendewariyek ku hêdî hêdî lawaz dibû careke din di nava romanê de bihêz dibe û roj bo rojê ew bendewarî hem ji bo ciwamêr weke kesayetiyê sereke û hem jî bo xwendevan dibe pirs û pirsgirêk.
Nivîskar bi awayekê kesatya Lawe daniye ku xwendevan nikare bi reftarên wî, kesayetî û siberoja wî pêşbînî bike. Bizane ya ku ew derbarê serdana Kalê û kurê wê dibêje wê kengî bidawî bibe û kengî dê bendewariya Ciwamêr û xwendevanan temam bibe.
Çiqas ku Ciwamêr tekez dike kesekî bişîne pey jin û kurê xwe lê Lawe rijde û rê hatiye girtin û ew meraqa berê ya xwendevan careke din zindî dibe, vedigere ser dema nexweşketina Kalê ku Ciwamêr ew hêştiye, ji aliyê din hebûna Hîwa hevkêşeyên xwendevan têk dide. Eger dema zarokbûnê de jiyana xwe ji dest daba Hîwa nedibû an jî Kalê name jêre nedişand û …
Pêkhateya Janî Gel pêkhateyeke ku bi temamî telîhev bûye, bihêze û baş hatiye dariştin. Bi çend riyan behsa rewşa jiyana niha ya Ciwamêr dike.
Yekem ew hin hevalên nû nas dike, nivîskar bi wî awayî felsefeya siyasî û civakî ya serdema xwe û awayê hikûmeta totalîtar vedibêje. Riyên berevanî û serederiya li gel wê hikûmetê jî di nava reftara Ciwamêr û kesên ku nû naskirine de nîşan dide. Wate nivîskar bê ku ji bazneya wan bûyeran derkeve, kesayetiyê romana xwe di nava bajar de dide aliyekê ku bikare nerînên cuda vebêje, weke mînak ew şevbuhêrka ku bi wan re çêkiriye, çend nerînên cuda li xwe digre.
Grubek bo ku xwe ji vê rewşa siyasî vedizin, her şev, vedixwin û şevbuhêrkan çêdikin, grubeke din hizreke siyasî amade dikin û wesa dibînin ku dema ku milletekî ewqas êş hebe, xebatkar û şoreşgêrên wan li çiya xebatê dikin nabe ew jî bê helwêst bin û divê ya ku ji destê wan tê bikin.
Grubeke din heye ku henekan bi wan her du aliyan dike. Di vê navberê de nivîskar behsa hin mijarên civakî dike ku di têkiliyên navbera Ciwamêr û hevalên wî yên nû de bûne rojev. Yek ji wan ku her ji destpêkê ve bo Ciwamêr giring bû, pêgeha Jinê di nava civak û malbatê de ye. Grubek henekan pê dikin û ew berevaniyê ji pêgeha jinan dike, her wek çawa ku di destpêka romanê de diyaloga navbera Kalê û Ciwamêr awayê hizirkirina wî nîşan dide.
Kalê duayan dike kû kurekî wê hebe û ew li dijî wan gotinan derdikeve û dibêje eger keç be wê cejna ji dayîkbûnê jêre çêke.
Ji bilî wê nivîskar gelek bi zîrekî ji vê rewşa ku wê şêvê di nava wê şevbuhêrkê de afirandiye, ku li şûna wan hemû gotinan, ev biryarê didin guhdariya Ciwamêr bikin ku behsa serbihorên xwe yên girtîgehê bike û bi wî awayî behsa vê qonaxa jiyana ciwamêr jî dike.
Awayê duyem ê vegotina dema niha ya kesayetiya sereke yê Romanê, girêdayî ye bi Ciwamêr ku biryar daye jin û zaroka xwe bibîne û wan vegerîne. Heta rojekê biryarê dide bixwe biçe û êdî li benda Lawe nemîne. Bi dizî ji bajar derdikeve û ber bi gundê Gulan diçe heta jin û kurê xwe bibîne û vegere bajar.
Tevî ku nivîskarê Janî Gel bixwe serkirdeyekî siyasî yê wê şoreşê bûye ku behsa wê dike, lê ew vê sefera biçûk a Ciwamêr bo çend mebestan bikar tîne. Yekem bo dawî anîna bendewariya Ciwamêr û xwendevan. Ya duyem di vê gerê de hin ji şaştiyên şoreşê dikevin nava atmosfera vegotina nivîskar. Wate nerîna nivîskar bi temamî alîgiriya şoreşê nake lê ew rexneyan jî digre û ev rastî di du birgeyên serdana kurt a Ciwamêr de diyar dibe.
A yekem dema digihêje çayxaneyeke ser rê û jineke hejar dibîne ku bi zaroka xwe re dijî û hêzên şoreşê mêrê wê girtine ji ber ku her der bordûman kirine tenê çayxaneya wî maye û ew yek nîşan dide ku ew sîxûr e û her di wê dema kurt de nîşan dide ku çayxane jî hatiye bordûmankirin û ew jin tê kuştin û nîşan dide ku ew nerîna hêzên şoreşê nerast e. Ya duyem dema ku ji çayxaneyê derdikeve û diçe gundê Gulan ji aliyên hêzên şoreşê ve tê girtin û jêre dibêjin ku ew sîxûr e.
Li vir xwendevan jî bi qasî Ciwamêr ji vê şaştiya zeq a hêzên şoreşê aciz dibe, kesek ku 10 salên temenê xwe bi tometa hevkarîkirina şoreşê di girtîgehê de bûye lê niha ji aliyê hêzên şoreşê bi gumana sîxûrbûnê hatiye girtin.
Ew alozî bi hatina yek ji hevalên Ciwamêr ku di vê şevbuhêrkê de naskiribû çareser dibe û dema ew şahidiyê dide, Ciwamêr tê azadkirin. Lê dizane ku gundê Gulan hatiye bordûmankirin û wêrankirin û kesên li wî gundî bûn, hatine kuştin û pişta wî dişkê û taziyebar dibe û vedigere bajar.
Li vir xendevan hest dike ku gihaye dawiya romanê, Ciwamêr dema ku bi kesekî re behsa şoreşê dike, ew kes jêre dibêje ku gelek derdên şoreşê hene û ew nikarin bê derd bijîn, her çawa ku jinek bê êş û derd nikare zarok bîne. Wate ji dayîkbûna gelekê janeke mezintir dixwaze û divê em alîkar bin ku ew Gel ji dayîk bibe.
Lê bo me diyar dibe ku nivîskar çiqas zana ye û ew beşa dawiyê derbeya herî bihêz û bi bandor a romanê ye. Beşek ku eger nehatibe vegotin nedibû. Li vir xuya dibe ku hê jî bendewariya vê çîrokê bidawî nehatiye. Li vir em dizanin ku Janî Gel weke êşa gelekî bê piştevan dê her berdewam be û dawî lê nayê.
Ciwamêr vedigere bajar, sozên xwe yên berê dişkîne, ji vê dema ku vegeriyabû mey venedixwar, tevî Lawe dest bi vexwarina meyê dike, biryarê dide erdê ku heye bifroşe û dest bi kasibiyê bike, erdê xwe difiroşe û ji mala Lawe derdikeve.
Piştî demekê şoreşgêrek nameyekê bo Lawe tîne, Ciwamêr jêre nivîsandiye pêwîst bû bo alîkarîkirina şoreşê û standina tola jin û zarokê xwe dest ji wî berde û tevlî şoreşê bibe.
Lawe bersiva nameya wî dide, ew di nava kelekela şoreşê de nameyê dixwîne. Lawe jêre nivîsandiye te baş kir tu çûyî.
Lê ez dixwazin derewekî xwe bo te eşkere bikim. Min 10 salan derew li te kir. Kalê her vê roja ku te dest ji wan berda, ew û zaroka wê mirin, tevahiya wan nameyan jî min ji te re dişandin.
Ew wêne jî wêneyên kurê min bûn.
Dema ku xwendina nameya xwe temam dike bangî hevalên xwe dike:
Ciwamêr tu li kuderêyî? Te li kuderê xwe veşartiye? Were em herin bordûman temam bû.
Name xiste bêrîka xwe û serdika xwe danî, rondikên xwe paqijkirin û çû gihaye hevalên xwe[1]