Tembûra wî ya ewil kodik û galon bû
$Îro muzîkjenê niştimanek e$
Nivîsandin û Amadekirin: #ZEYNEB YAŞ#
#Mihemed Şêxo# , ku navê wî yê rastîn Mihemed Salih Şêxmûs Ehmed e, her weha ew wekî “Bavê Felekê” jî hatiye naskirin. Di sibata 1948an de, li gundê Xecokê ya bi ser bajarê Qamişloyê ve çavên xwe li jiyanê vekirine. Ew mezinê 6 xwişk û 5 birayan e. Berî dibistanê li ber destê melayê gund hînî zimanê ‘erebî û xwendina Qur’anê bûye. Ji ber destengiya malbatê bi derengî dest bi xwendina dibistanê kiriye. Di 1967an de ji ber şerê di navbera Sûriyê û Israîlê dibistanên Sûriyê ji xwendinê re têne girtin û rewşa aborî têk diçe. Wê demê ji neçarî xwendina xwe nîvco dihêle û alîkariya malbata xwe dike.
Malbata wî li bexçeyan karê cinaniyê/demandariyê dikir. Ji ber wê yekê jî li gelek gundan digeriyan. Ji zarokatiya xwe û pêve ew li wan gundan gelek caran li gêrana şevbêrk û dîwanên civatî amade dibe. Ew di malbateke wisa de mezin dibe ku kesûkarên wî tevde bengiyê muzîkê ne. Civat û şevbêrkên wan bi klam û stranên bavê wî şên dibûn.
Mihemed Şêxo, hîn di zarokatiya xwe de her dixwaze bibe tembûrjen, ji xwe re ji kodik û galonan tembûrê çêdike û lê dixe. Apê wî hosta û pisporê çêkirina tembûran e. Rojekî tembûrekî çêdike û diyarî biraziyê xwe dike. Hogir û bengîtiya
apê wî ya muzîkê bandorek mezin li ser Mihemed Şêxo dike. Di salên 1965-6an de li Qamişloyê, gelek caran diçe ahengên Aram Tîgran û wî nas dike, ji stranbêjî û hunera wî gelek hez dike.
$Hêza rewşenbîriya kurd li binxetê$
Di sala 1968an de ji xwe re tembûrekê dikire û dest bi gotina stranên folklorî dike. Lê paşê jî ew rêça xwe ya hunera muzîkê hildibijêre û weha dibêje: “Strana min nû ye, bingehê wê; Botan, Badînan û Mêrdîn e. Ez nikarim strana folklorî ji hunermendên Kurdên Botan yên weke; Meyremxan, Nesrîn Şêrwan, Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî û hwd xweştir bêjim, ma ez ê çima bistrêm?! Baştir e ku ez karekî pêşkêş bikim hunerhez jê hez bikin.”1
Piştî hilweşîna dewleta Osmanî û avabûna Komara Tirkiyê gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermend ji ber zordariyê binxet bibûn û heta ku li seranserî Sûriyê berbelav bûn. Rewenda rewşenbîran li Suriyê, di warê berzkirina hestên netewî, niştimanperwerî û rewşenbîrî de rolek xurt pêkanîn. Nivşên li pey wan bi vê ferasetê rabûn ku yek ji wan Mihemed Şêxo bû. Wî çavên xwe bi helbestên Cigerxwîn, Seydayê Tîrêj, Osman Sebrî, Bêbuhar û her wekî din vekirin. Şop û rêça ku Meyrem Xan, Seîd Axayê Cizîrî, Karapêtê Xaço, Cemîl Bafawî, Silo Koro, Mişo Bekabûr, Baqî Xido, Cemîlê Horo, Mehmûd Ezîz Şakir,
Mihemed ‘Elî Şakir, Kemal Şanbaz, Seîd Yûsif û bi dehan hunermendan hiştibû ku
bingehek gelek dewlemend ji pêşxistina huner û muzîka kurdî re li Rojava pêk were. Tevî hemî çewisandin, zor û zehmetiyê hestên neteweperweriyê bi wêje û hunerê gihiştibû asta herî jor dema ku Mihemed Şêxo xwest kirasek nû li hunera muzîka kurdî bike. Radyoya Bexda û Radyoya Êrîvanê rolek gelek berketî ji bo veguhastina mîraseya çanda muzîka kurdî pêk tanîn. Strana kurdî ya dewlemend bandorek mezin li ser hestên gelê kurd dikir û hidûd û xetên sor hemû bi saya huner û muzîkê maneviyata gel xurt dikir. Û heta ku gelek hunermendan merama
xwe ya siyasî bi saya helbest û muzîkê digihandin hev. Mihemed Şêxo jî yek ji wan
kesan bû ku Kurdistan kiribû gul û dabû ber bêhna her kurdekî.
$Tembûra min xame û tifinga min e.$
Di sala 1969an de diçe Serxetê ku here welatek bêtir azad da ku karibe kar ê
muzîkê bike lê naçe serî, vedigere û ji wir jî bi qaçaxî diçe Lubnanê. Li Beyrûdê
perwerdeya tembûr û muzîkê dibîne. Di Koma Newroz û Serkeftin de bi profesyonelî dest bi xebata hunerî dike. Di 18.12.1971ê de li sînemaya Rîvolî ya
Beyrûdê şahiyek ji bo piştgirî û hevkariya otonomiya Başûrê Kurdistanê ku di 11.03.1970yî de hatibû bidest xistin, tê amadekirin. Ew jî beşdarî vê ahengê
dibe. Ev aheng dibe qonaxek gelek girîng di jiyana hunermend Mihemed Şêxo ya
şoreşgerî de.
Di sala 1972an de ji bo ahengek hunerî diçe Bexda, li Radyoya Bexda çend stranên xwe tomar dike. Li wir hunermend Îsa Berwarî, Gulbihar,
Tehsîn Taha, Şemal Saîb, Bişar Zaxoyî, M. Arif Cizîrî dibîne û wan ji nêzîk ve nas
dike. Piştî stranên wî li ser Radyoya Bexda belav dibin rejîma Sûriyê tehdayek mezin lê dike ku ew stranên kurdî nebêje, gefan lê dixwin û dibêjin; “Em ê tilîyên te jê bikin”. Ew dibêje; “Heke hûn tiliyên min jê bikin ez ê bi zimanê xwe bibêjim.” Dibêjin; “Em ê zimanê te jî jê bikin”. Şêxo, dibêje; “Ez ê bi çavên xwe bibêjim, xelkê min dizane bê ka çavên min ji wan re çi dibêjin.” Heps û zîndan dibe îlhama stranên wî. Ew dibêje; ”Ez ji mirin û kuştinê natirsim, tembûra min xame û tifinga
min e.” û ew di sala 1974an de tevlî nav refên pêşmergan dibe, tivinga xwe dide kêleka tembûra xwe.
Mihemed Şêxo, stranên xwe bi zanebûn dineqandin û gotinên wan wek heyî, eşkere digot û ji ya xwe nedihat xwarê. Stranên wî yên ku heta niha bûne arşîv hejmara bêtirî 160 stranî ne, çend ji wan yên wî bixwe û çend jê jî folklorî ne, lê bi giştî ji helbestên; Cegerxwîn, Yûsiv Berazî (Bêbûhar), Seydayê Tîrêj, Mihemed Elî Şakir, Emerê Lehlê, Sebrî Botanî, Xelef Zêbarî, Mistefa Etrûşî, Bedirxan Sindî, Beşîr Çaçan, Ferhadê Îcmo, Adil Seyfedîn, Feydellah Xiznewî, Ehmedê Şêx Salih, Mele Ehmed Namî, Taha Xelîl çêkirine ku ev helbestvan tev bijareyên helbesta kurdî ya klasîk û nûjen in. Her weha wî hevkarî ligel gelek hunermendên navdar ên wekî; Seîd Yûsiv, Bişar Zaxoyî, Kemal Şanbaz, Tehsîn Taha, Mehmûd Ezîz,
Mihemed ‘Elî Şakir, Gulbihar û hwd. kiriye û stran ji wan gotine.
Wî bi hostatiyek bêhempa karê hunerî di deng, gotin û awazên stranên xwe de kiriye û bi ruhekî kurdewar, kirasek nûjen li stranên xwe kiriye û pêşkêşî gel kiriye. Bi xweşikahiyek wisa ku stranên wî bi giştî bûne şakar û tu carê dema wan derbas nabe. Di jiyana her kurdekî de, ji bo her wextekî straneka wî ya ku miqabilê hestên wan were heye ku jiyana yekî pê sermest dike. Ew bi wiryayî û
zanebûn zarokan bi hunerê perwerde dike, dibe hogir û bengiyê hemû birr û nifşên kurd.
Bavê Felekê, hunermend Mihemed Şêxo, di temamê jiyana xwe de derbederî, hejarî û zilmê dibîne. Di 09.03.1989an de, di 41 saliya xwe de ji kerbê Kurdistanê dibeh’ece, lê bi helwesta xwe ya rewşenbîrî, welatperwerî û bi hunera xwe ya muzîkê dibe bersivek mayînde.
Wesiyet dike û dibêje; “Gava ez mirim, gelî zindiya Min neveşêrin, wekû hemiya
Gorêt min çêkin, bin sihat çiya Kêliyêt min çêkin, ji du keziya Hemî Adara, hûn min hişyarkin Da bikme şênî, bo me hemiya.”
[1]