Wesiyeta #Cemîlê Horo# û daxwaziya Afirînê
Nivîsandin û Amadekirin: #ZEYNEB YAŞ#
Parêzgeha Afirînê, wate Çiyayê Kurmênc ku bi dehl û rezên xwe yên darên zeytûnan, bi xêr û bereketa axa xwe, bi sirûşta xwe ya bihûştî tê naskirin, ew çend jî ji aliyê çanda gelêrî, folklorî û hunerî ya resen ve gelek behremend, têr û tije û dewlemend e. Gelek dengbêj û hunermendên bi nav û deng yên wekî; Hesenê Gêncê, Brahîmê Tirko, Kîrkor (ermenî), Adîk (vîrtozê tembûra Kurdî), Cemîlê Horo, Elî Tico, Babê Salah, ‘Ednan Dilbirîn û hwd. lê peyda bûne û nav û dengê wan ji ser vê xakê bilind bûye.
Jiyana gelê Afirînê ya ku hêza xwe ji hilberînê, kedkarî û xwebaweriyê distand, ji demên qedîm û heta vê serdemê ji zemîna çand û hunerê re kêş û hewayek taybet peyda kiribû. Li herêma Afirînê di ber kar û barê jiyana rojane re tembûr, def û zirneya insanan li ber serê wan bûn, ji bo her bêhnvedanê klam, qise û şoreyên stranê amade bûn.
De’hwet, şahî, şevbêrkên gelê Afirînê gelek rengîn, şa û dilveker bûn. Li gorî gotina gelê Afirînê, ti mal tunebûye ku stran lê nehatine gotin, amûrjen lê peyda nebûne û dîwanên şevbêrkan lê nehatine gêrandin. Vê yekê jî dihişt ku li herêmê gelek dengbêj, dengxweş û hunermendên navdar peyda bibin. Bi destê wan, li herêmê çanda dengbêjiyê û stranbêjiyê dihate ragirtin, dewlemendkirin û geşkirin, van kesan û vê kêş û hewayê tesîreke mezin li ser huner û hunermendên herêmê dikir.
$Jiyana wî$
Dengbêj û hunermendê berketî Cemîlê Horo jî ji vê herêmê ye û li ser vê çandê mezin bûye, bi karîn û şiyanê xwe ev çand pêşve biriye û bi hostatî vehonaye. Cemîlê Horo, di nav van dengxweş, dengbêjan de xwedî ciyekî taybet bû ku çi dîwana lê amade bûya qedr û qîmetê wî bilind dihate girtin. Wî dengbêjî di nav atmosferek ji huner û muzîkê têr û tije de dikir û wî bixwe jî geşkirin û belavkirina vê kulturê bi şarezayî taniya cî. Ji ber wê çendê jî jiyana wî hedar nedibû.
Cemîl Horê, Cemîlê Horo ku bi navê xwe yê resen Cemîl Reşîd e, ew kurê Horo Elî û Siltanê ye ku binemala wan bi eslê xwe ji navçeya Besnî ya bajarê Semsûrê ne. Di 10.03.1934an de li Serînceka bajarê Afirînê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Wî bi çar zimanan xwendin û nivîsandin zanibûye; kurdî (kurmancî), turkî, erebî û farisî. Cemîlê Horo, mirovekî zane û xwendewar, destbişixul û kêrhatî bûye, wî tevî feqetî û stranbêjiyê dartaşî, wate xeratî jî kiriye.
Di deh saliya wî de ew danîne ber xwendina Qur’anê û bûye feqiyê Evdê Eşê li gundê Çolaqê û paşê jî bûye mirîdê Mihemedê Şêx Heyder. Demekê li gundê Çolaqê serpereştî ji 2000 mirîdên mala şêx re kiriye. Mirîdekî hewqas bawermend bûye ku carna di ayînên wan ên zahirî de bi şîşan li xwe dixist û tê gotin ku wextê miriye jî hêşta şopa şîşeke zingarî li ser laşê wî diyar bûye.
$Sirûda Filistînê û ber bi rêyeke dî ve$
Cemîlê Horo, ji demê zarokatiya xwe ve her meyla wî ya stranê hebûye. Her çendî ew feqe bû jî, belam ji ber ku dengê wî xweş bû, her civata biçûyayê xelkê jê daxwaz dikir ku bistrê, lewma wî ji şêxê xwe destûrê dixwest, lê jixwe berî hingê jî ew bi dizîka ve car û baran distra. Lê paşê êdî ew dixwaze jiyana xwe tev de bixe xizmeta karê stranbêjiyê. Rojekê dema melayê wî jê daxwaz dike ku sureyekê ji Qur’anê bixwîne, ew li şûna ayetê sirûda Filistînê dixwîne û rêka xwe ya hunerê hildibijêre.
Ew heya salên 1960î bi stranbêjiya li dawet û şahiyan, stranên folklorîk berdewam dike. Lê paşê salên 1960-65an stranên xwe yên bi nav; Memo Zîn, Salih Beg, Lo Bavo, Feteh Beg, Nayle Can, Ûsib Şer, Xana Dinê, Eyşa Îbê, Dizo, Cembelî, Xemê Zalim, Tosino, Wey Lawo, Lo Bavo (gotin û awaz yên wî ne), li bajarê Helebê, li gelek tomargehên qawan/sêlikan li ser plakan tomar dike. Ev stran û lawik her çend folklorîk bin jî, lê ew wan bi şêwazeke taybet şîrove dike û distrê. Paşê ew bixwe jî gelek stranan çêdike ku hindek ji wan siyasî û şoreşgerî ne û li ser lehengên kurdan gotine ku navê hindek ji wan ev in; Leyla Qasim, Şêx Seîd, Ebro Kevan, Keça Kurda, Berzanî, Pêşmergê Kurd, Newroz, Delalê Milanî, Ay Felek, Gula Nesrînê. Ew hindek ji van stranên xwe jî li ser qawanan dixwîne.
Cemîl Horo, di navbera salên 1960-65an de ji bo stranên xwe tomar bike çend caran jî diçe Turkiyê. Hevnasiya wî û Eyşe Şan û gelek hunermendên dî yên wê demê çêdibe. Sazbendiya van stranên wî gelek caran Arif Sax û Bîlal Selman dikin û Bedir Çaglayan jî gelek stranên ku wê li ser plakan bixweyne jê re hildibijêre. Her weha ew plakên xwe yên bi navê; “Bedev (Bedew) Can”, “Salih Bey (Beg)”, “Lo Lavo (Lo Lawo)”, “Teyar Axa”, “Mem û Zînê” bi giştî li şirketa “Urfa’nin Sesî” tomar dike.
Hunermend Cemîlê Horo bi stranên xwe yên resen û dengê xwe yê xweş li seranserî Kurdistanê deng dide. Heta wisa ku li nav Tirkiyê jî gelek hunermendên wê demê yên wekî Bîlal Selam, Neşet Ertaş stranên wî dibêjin, lê bêguman behsa wî nakin. Ne bi tenê wisa, heta vê lêkolînê jî navê Cemîlê Horo di nav Kurdan de zêdetir bi ‘Eyşe Şan re hatiye naskirin lê ya rast ew e ku wî tu carî bi ‘Eyşe Şan re stranên xwe li ser plakan negotiye. Ew hunermendê ku strana Mem û Zînê bi ‘Eyşe Şan re gotî hunermend Kemal Örkün e, ku ew û Cemîlê Horo ji heman deverê ne û dengê wan gelek dişibe hev. Lê piştî salên ku kaset derdikevin, hindek şirketên kasetçiyan stranên vê plaka ‘Eyşe Şan û çend stranên Cemîlê Horo dixin ser kasetekê û belav dikin.
$Şoreşgerî, koçberî, êş û azar$
Cemîlê Horo, digel karê hunerî xebata siyasî jî dike, ew endamê PDK-Surî bûye. Piştî ku “Partî”, di sala 1965an de ji hev vediqete, ew digel PDKê dimîne. Di dema yekbûna Sûriyê û Misirê de, ew jî wekî gelek hevalên di nav “Partî”yê de tête girtin; 80 rojan îşkencê lê dikin. Piştî ku berdidin jî ji ber îşkencê rewşa wî ya tenduristî gelek xirab dibe. Lewma li Helebê diçe ser doktor, lê çima ku kurd e wî derman nakin. Paşê dîsa tê girtin, meh û nîvekê girtî dimîne. Dema tê berdan, navê ‘Ebdûl Qehreman li xwe dike û heta navên zaroyên xwe jî diguherîne û tevî malbata xwe direve, diçe Turkiyê, sal û nîvekê li wir dimînin.
Dema li Turkiyê ye hunermend ‘Eyşe Şan rojekê li Entabê dişîne pey wî ji bo dawetekê û wî bi guhdaran dide naskirin. Cemîlê Horo derdikeve ser dikê, ‘Eyşe Şan jê daxwaz dike ku stranekê bêje, ew jî strana “Şêx Seîd” dibêje, lewma tê girtin. Lê bi alîkariya efserekî polîsan ku ew bi xwe jî kurd e xwe ji destê polîsan xilas dike û diçe Rihayê. Ji wir jî bi alîkariya wî efserî, tevî malbatê xwe digihînin Cizîra Botan gundê Êlxanê. Soxînê de bi rêkekê xeberê bo nasên xwe yên ji partiyên başûrê Kurdistanê re dişeyne, paşê jî digel hin pêşmergeyan derbasî başûrê Kurdistanê, Zaxoyê dibin û li Zaxoyê akincî dibin. Li şarevaniya Zaxoyê dest bi karê çavdêriyê dike. Sal û nîvekî li wir dimînin. Piştî ku Tevgera Sererast (El-Hereke El- teshîhiye) li Sûriyê hikum bi destê xwe ve tîne, bera’eta kesên surgun bûne derdixin, ji ber vê hindê Cemîlê Horo tevî malbata xwe careke din vedigere Sûriyê. Piştî ji başûrê welêt vedigere, li bajarê Helebê, li Taxa Hulika Jorîn akincî dibe, lê dûre li gelek gund û bajarên Sûriyê digere. Dawiyê li bajarokê Cindirêsê yê Herêma Afirînê bi cî û war dibe, baxçeyekî hinaran dikire, lê nikare debara xwe pê bike û neçar dimîne ku cardin karê dartaşiyê bike.
Piştî ku ew li Cinderesê akincî dibe, careke din, bi navê Cemîl Necar diçe Tirkiyê da ku stranên xwe tomar bike, lê dîsa tê girtin û derdora 16 rojan di girtîgehê de dimîne, ku tê berdan wî tînin gundê Mîdan Ekbesê, li ser sînorê di navbera her du dewletan û berê wî didin Sûriyê.
Hunermendê nemir, geh ji ber sedemên madî, geh ji ber hizra xwe ya siyasî û netewî, geh jî ber peydanekirina delîveyê ji hunera xwe re her goçer û derbederiyê dijî. Ji ber nexweşiyekê wî emeliyat dikin, lê paşê lê hay dibin ku kezeba(mêlak) wî werimiye. Ew navê “Kula Leklekê” li nexweşiya xwe dike û bi vî navî jî stranekê davêje ser xwe. Ji ber nexweşiyê di 19.09.1989an de diçe ser dilovaniya xwe. Melayê mizgefta Cindirêsê ji ber gotinên xelkê ku ew yekî “stranbêj û meyxur” bûye termê wî naşo, ji ber vê çendê kesûkarên wî termê wî dişon û wî li goristana Henên a gundê Meşalê û havîngeha Kefircîna Afirînê, alîgor dikin.
Cemîlê Horo, li dû xwe, bi dengê xwe yê bêhempa û resen, ji klam û stranên bab û kalan, ji stran û klamên ku wî bixwe çêkirî, bêtirî 50 kaset û 15 plakan tomar kirine ji bilî yên ne tomarkirî.
Hunermend Cemîlê Horo, wekî ku ev roj û aqûbeta bi serê Afirînê de hatî dîtibe, berî mirina xwe wesiyetê li zarokên xwe dike û dibêje ku; ”Ger rojekê Kurd azad bûn, bila digel hunermend û şa’iran, bi sema û lîlanê, werin ser gora min û bang li min bikin û bêjin: Rabe!..”
$Ji Berhevkariya:$
Pîr Rustem, 2007 û Hozan Emîn, 2008
Ji ser zarê; Dengbêj û Hunermend, Bavê Salah, 2013
[1]