Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,935
Wêne
  123,987
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,778
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Seyîd Kamîl Îmamî diyaloga navbera hest û fikir de
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Seyîd Kamîl Îmamî diyaloga navbera hest û fikir de
Seyîd Kamîl Îmamî diyaloga navbera hest û fikir de
Seyîd Kamîl Îmamî diyaloga navbera hest û fikir de

Seyîd Kamîl Îmamî tevî ku weke helbestvanekî rol hebû di parastina ziman û pêşxistina helbesta dibistana Babaniyan li Rojhilatê Kurdistanê, bi bikaranîna zimanê xwe yê paqij û resen û bê gotinên ne Kurdî, gavek pêşkeftiye û ji helbestvanên din serdema xwe pêştir bûye, tevî ku li hin cihan bandora Nalî, Wefayî û Mehwî li ser wî heye.
Seyîd Kamîl Îmamî Zenbîlî ku bi Awat tê naskirin yek ji helbestvan û edîbên jêhatî yên Rojhilatê Kurdistanê ye, ku di destpêka sedsaliya bîstan de û ji dema ku ciwan bûye, wek kesekî zimanzan û helbestvanekî paye bilind, helbestên Kurdî belav kirine.
Awat sala 1282 ya Rojî wate 120 salan berî niha li gundê Zenbîl ser bi bajarê Bokanê li navçeya Mukriyan ji dayîk bûye. Awat ji malbata Şêxê Zenbîl e ku ew yek ji rêberên terîqeta Qadirî û Neqşbendî ne. Wî li mizgeft û xaneqayên Mukriyanê û li cem kesên weke Hacî Babe Şêx xwendiye. Hacî Babe Şêx serokwezîrê Komara Kurdistanê bû ku apê Seyît Kamîl e. her ji ber wê, ji destpêkê ve hesten netewî tevlî nivîs û zimanê Awatê helbestvan dibe û di rewşên herî zehmet de li dijî desthilata zalim a Mihemed Reza Şahê Pehlewî helwêst digre û dibe yek ji rêzan û pêşengên helbesta civakî li Rojhilatê Kurdistanê û weke bixwe di jiyannameya xwe de dibêje: her ji destpêka jiyana xwe ve bi dest, qelem, nivîsîn û çekê li dijî Şah û rejîma wî xebat kiriye û di sala 1325 a rojî de ku dike 1946 ji aliyê kesên ser bi rejîma Pehlewî tê girtin û zîndanî kirin û du salan li girtîgehên Seqiz, Mehabad û Urmiyê dimîne.
Seyîd Kamîl Îmamî tevî ku weke helbestvanekî rol hebû di parastina ziman û pêşxistina helbesta dibistana Babaniyan li Rojhilatê Kurdistanê, bi bikaranîna zimanê xwe yê paqij û resen û bê gotinên ne Kurdî, gavek pêşkeftiye û ji helbestvanên din serdema xwe pester bûye, tevî ku li hin cihan bandora Nalî, Wefayî û Mehwî li ser helbetsa wî heye. Lê di wan helbestan de ku bo wesfkiria biharê nivîsandine pêngavekê berî wan hemûyane û helbesta Biharê gihandiye asteke herî bilind. Bi taybet ku Awat bixwe li gund jiyaye ew baş hemû çiya û gelî û newalên Kurdistanê nas dike û hemû curên gul û giyah û siren xwezaya Kurdistanê baş nas dike û kareke bê mînak kiriye û helbestên wî di aste helbestên helbestvan û edîbên herî baş de ne.
Ji aliyê din awat ji helbestvanên serdema xwe yên weke Ebas Heqîqî ku di dema xwendinê de bi hev re feqe bûne û di malekê de jiyane û gelek helbest bi hev re gotine, di ware hizrî û fikrî de li pêş e yan em dikarin bêjin: Awat bi hemberkirin li gel helbestvanên wek Heqîqî xwedî gotar û helwêsteke rewşenbîrî ye û ji civakê veneqediyaye û êş û elemên civakê di nav helbesta wî de tên dîtin.
Ev berpirsyartî li hin helbestên wî de û ew ast jî derbaskiriye û bo helgirtin û behskirina êşên nîştimanî û netewî xwedî gotareke siyasî bûye ku ji aliyê tevgera netewî ya Kurd bangewaz jêre hatiye kirin û wî jî li ser vê rêbazê helbest nivîsandine û xema neteweyê jî di nava helbestên wî de tên dîtin. Ev di demekê de ye ku hin helbestvanên din her di vê serdemê de hebûne lê kêmtir bala xwe dane ser vê mijarê yan jî ji ber metirsiyên ku li ser wî warî de hene nêzîk neketine û dest lê nedane. Gelek helbestên bi wî awayî di dîwana Awat de hene û li vir em ê bale bikişînin ser yek ji wan helbestan. Yek ji helbestên herî baş û bi nirx ên Seyîd Kamîl helbesta Şarî Dil e ku çîrokek siyasî li pişt wê helbestê heye û herweha naveroka wê jî siyasî ye û asteke bilind a hizrî têde ye.
Ev helbest di dema desthilata reş a Pehlewî de hatiye nivîsandin ku Partiya Demokrata Kurdistana Îranê mijûlî civîna kadro û endamên xwe bû. Ji ber ku weke Mela Kerîm Sarde Kuwêstanê di pirtûka xwe de dibêje: Seyîd Kamîl endam û alîgirê hizbê bû, her ji ber wê Seyîd Kamîl bo wê civînê tê vexwendin. Ev jî di demekê de ye ku Seyîd Kamîl li Rojhilatê Kurdistanê ye û civîn li mile Başûrê Kurdistanê tê kirin, Seyîd Kamîl ji ber hin sedeman nikare di civînê de beşdar bibe û vê helbestê dide kesekî ku bixwe re bibe civînê.
Ev helbest şerê di navbera hest û hizrê de ye. Ev şerê ku bi dirêjahiya dîrokê de hebûye û niha jî berdewam e ku gelo hest bi ser hizrê de desthilatdare an berîvajî ye?. Di vê helbestê de Seyîd Kamîl bi hostatî hemû aliyên vê mijarê gengeşe dike, xwendevan piştî xwendina vê mijarê dikare bizane tevî ku biryara helbestvan li ser bingeha têgihêştineke fikrî û aqilane bûye lê ew herdem piştevaniya hesten xwe dike û li aliyê wê rawestaye. Wate ev helbest şanoyeke ku du kes têde dilîzin ê yekem Ez ku helbestvane wate Awat nûneratiya wî dike û lîstikvanê duyem Ew e ku hizir û aqil nûneratiya wî dikin.
Di nava helbestê de herçiqas hestên xweşik, helbestvanî û azad in lê Ez yan Min e û her biryareke ku guman li ser hebe û zirar û ziyanê binirxîne yên Ew - Wî ye., wate di vê diyaloga hest û hizrê de di nava helbestê de, Helbestvan biryara dawiyê nade û her di nava gumanê de dimîne. Ji ber ku tevî hemû astengiyên ku Hizir (Aqil) jêre çêdike, bi hestên xwe xema neteweya xwe hilgirtiye û pêre dijî naxwazê jê qut bibe, tevî ku di dawiyê de helbestvan li Rojhilatê Kurdistanê dimîne û naçe wê civîna netewî ku bi hezaran metirsî li ser rêya wî hene, xwendevan wesa dibîne ku ew helbest di berjewendiya Hizir- Aqil de temam bûye lê helbestvan hevsengiyê diparêze û bi şandina berhemên xwe di nava wê civînê de amade dibe û her dest ji hestên xwe bernade. Ji ber ku her dem hestên evîndaran li pêşiya berjewendiyên wan ên kesî ne û ew jî hem evîndarê nîştiman hem jî helbestvanekî şoreşger bû.
Şarî dill
Min dellêm: şarî dllim bax û gullistane keçî
'eqill ellê: na qesebey şorreşî mestane neçî
Min dellêm: nuxteyî ew rewzeyî rîzwane deçim
Ew dellê: na reşe cê rawgeyî şeytane neçî
Min dellêm: mesken û aramgeyî canane deçim
Ew dellê: ser beserî têkçuwew wêrane neçî
Min dellêm: cêgeyî her şêt û cinunane deçim
Ew dellê: na zedeyî penceyî peryane neçî
Min dellêm: merkezî esrarî herîfane deçim
Ew dellê: cê teme'î çawî hesudane neçî
Min dellêm: wextî xeter memen û qellxane deçim
Ew dellê: kunkune cêgey sere peykane neçî
Lem hem û çûn û neçûne serî surrma kamîl
Min dellêm ciwane bçim, ew dellê wa ciwane neçî
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 453 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/ - 14-04-2024
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 05-06-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 14-04-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-04-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-04-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 453 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.131 KB 14-04-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.39 çirke!