Mela Awara yê şoreşgerê helbestvan û welatparêz
Ehmed Şelmaşî ku bi navê Mela Awara tê naskirin, navekî naskirî ye li Rojhilatê Kurdistanê ku di salên 46 û 47an de di tevgera çekdarî ya li dijî rejîma gendel a Mihemed Reza Şah Pehlewî de roleke bi bandor hebû.
Tevî ku ew şoreşgêr bû lê her dema ku derfeta wî heba û di dema bêhnvedanê de, di dema pêşmergetiyê de hin nivîs afirandine ku mirov dikare bala xwe bide ser wan. Lê berî wê em bizanin ku Mela aware kî bû û piştre em ê li ser nivîsên wî bi kurtî baxivin
Mela Awara 90 sal berê di sala (1312)- 1933an de li gundê Şalmaşê yê ser bi Serdeştê di malbateke olî û hejar de hatiye dinê. Bavê Mela Aware mamosteyê olî û Kurdperwer bû û nawê wî Mela Mihemed Emîn Hemwendî Şelmaşî bû, ji ber ruhê xwe yê kurdperwerî navê Feqe Ehmed Derşmaneyî û #Ehmedê Xanî# lê kir.
Mela Aware di zaroktiya xwe de li cem bavê xwe dersên olî xwendine û piştre li gundê Bêjwê li cem Mela Salih Bêjwê berdewamî daye dersa xwe.
Lê berî ku dawiyê li xwendina xwe ya olî bîne, ew rewşa ne baş a Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dibêje û hest bi berpirsyartiyê dike û weke oldarekî neteweperwer peywendiyê bi endamên wê demê yên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê dike û dibe endamê wan. Piştî wê nave Aware ji xwe re hilbijart û weke Mela Aware tê naskirin. Mela Aware ji ber ku di axaftin û gotardanê de jêhatîbû her zû weke kadroyekî siyasî yê hizbî rênmayî û şîretên siyasî li welatiyan dikir û li gund û bajaran digeriya.
Bo vê mebestê serdana gundên Serdeşt, Mehabad, Pîranşar û Bane dikir. Piştî demeke kurt ji bo qedandina perwerdeya partîzaniyê tevlî şoreşa Kurdên Başûrê Kurdistanê dibe û li kêleka wan xebatê dike. Sala 1946an a mîladî vegeriya Rojhilatê Kurdistanê ku berdewamiyê bide karê xwe yê siyasî û hizbî
Vê care bêhtir nêzî xelkê blindest û tepeserkirî û hejar û werzêrên Kurdistanê bû û baştir êş û derdê wan hîs dikir, herweha ji ber zanîna zimanên Erebî, Kurdî û Farsî û bidestxistina rojname û belavokên Erebî û Farsî, hizrî û fikrê wî berfireh dibe, ji ber wê erkeke din jî girte stûyê xwe û tevî ku weke kadroyeke siyasî bo cîbicîkirina karûbarê hizbî li Rojhilatê Kurdistanê bû, weke rewşenbîrek her ku derfetekî wî heba tiştên dizanîn weke helbest nivîsandine û sûd ji her derfetekê wergirtiye ji bo nivîsandina wan helbestan ku weke çareseriyekê be bo xelkê bindest û belengaz û tevgera Kurdî.
Mixabin çend berhemên kêm ên Mela Awara li ber dest in, lê ev çend berhem nîşan didin ku ew mirovekî hestyar û xwedî rêbaza ramanî bû û dizanîbû çima xebtê dike û çawa peyam û tovê vê têkoşînê di dilê gelê Kurd de şîn dike.Helbesta Mela Awara nîşandana êş û azarên gelê Kurd ên li ser destên zaliman e.
Helbesta wî weke ku kesên rojhilatnas dibêjin helbesta çîna bindest a civakê ye, dijî wan kesên serdest ku hemû mafê wan zewt kirine û xistine bin destê xwe
Helbesta wî ya herî girîng û naskirî di vî warî de “Qêrîna Tûtinçiyekî Serdeştê” ye. Mela Awara di vê helbestê de du çîn ji hev cuda kirin û weke çawa Mamosta Hêmin jî di helbesta xwe ya bi navê “Areq û Tîn” de du çîn ji hev cuda kirine û behsa êşên wan dike.
Mela Aware bi ziman Tûtinçiyekî daxive ku mînaka mirovê tepeserkirî yê Kurd ê belengaz e. Tûtinçî behsa êşên mirovê Kurd ê bindest dike. Piştî ku di helbesta xwe de pirsgirêk û bindestiya kurdan bi berfirehî vedibêje, di beşa dawî ya helbesta xwe de çareseriyê nîşanî xwendevan, kedkar û bindestan dide. Bi giştî ev helbest rexnegir û rê nîşander e.
Çend beytên helbesta Tûtinçiyê belengaz
Tûtinewanîkî hejarim
Bê xanû bê zewî û zarim
Mindallim rût û birsîye
Jiyanim pirr metrisîye
Rûm nîye biçme nêw xellk
Bê berg û pêllaw bê kellk
Bellam çibkem çare reşim
Xermanim zore û bê beşim
û...
Dujmin takey bidem bacit
Dek wergerrî text û tacit
ey werzêran ey cûtêran
Ey tûtnewanî mall wêran
ba be yek dill û yek zuban
Ba bexebatî şêlgîrman
Ta dwapşû hewll bideyn
Şeq lew dujimney hellbideyn
Yek gir tin hoy serkewtine
Xebat rêgey dest kewtine
eger yek bîn û yek bigrîn
Legell yekda bijîn, bimrîn
zall debîn û serdekewîn
Berz debîn û nanewîn
Hewll û teqellay bê wçan
Bê mandûîy bê pişûdan
Taqe rêgay azadîye
Hênerî rojî şadîye.
Mela Awara her çiqas ciwan bû jî lê hestek pir xurt hebû. Ji xeynî helbestê, wî pexşanên baş jî dinivîsandin, ev yek jî di pexşana ku di warê helbesta tûtinê de nivîsandiye, pir bi başî xuya dibe.
Tevî wê helbesta Reşbigîrî û çend helbestên din di destê wî de hene ku miroveke xemxûriyê azadiyê û kesên bindest nîşan dide.
Mixabin ev nivîskar û şoreşgêrê mezin ji ber xiyaneta kirêgirtî (Caşekî) ve hat girtin û piştre di 9 Tîrmeh (Gelawêja) 1374 (1995)an de li Serdeştê hate gulebarankirin.
[1]