Pênûs û defterek ji Pirtûkxaneya Rodî û Perwînê
#Aras Hiso#
Ev ne pirtûkxaneya kongrêsê ya Amerîkayê ye û ne jî muzexaneya Louvreê ye. Ev pirtûkxaneya #Rodî û Perwînê# ye, gerestêrka biçûk a dinyayê ye. Li vê kolanê evîn bi xwînê mişt dibû û dilop bi dilop li ser rûpelan dihat meyandin. Rodî û Perwîn du stêrkên rewnaq, du hevalên canecan, du perperîkên şev-çiraya hestên veşartî, du mamosteyên zimanê dayîkê û du evîndarên nîvcomayî.
Rodî û Perwîn du hevalên bêdeng, li du taxên ku bi qasî 200 metreyan dûrî hev û tenê rêyek di navbera wan re derbas dibe mezin bûne, rêyeke wiha bû axê bi qasî çend rojan ew gihandin hev û dîsa ji xwe re bir. Ax; du sêvên herî kelijî yên li ser vî rûyê erdê tehm kirin. Li vê taxê xewnên wan didan dû hev û helbesta evînê bi hev re digotin. Carinan rê giran, carinan zehmet û carinan xemgîn dibû.
Rodiyê hevalê xwendin û şehbuhêrkên bênavber, di destekî wî de pirtûk û di destê din de jî bêr, bêra ku destên wî beqik vekiribû. Ez nizanim çi can û çi laş li ser wî bû. Carekê min ji Rodî pirs kir, ''Tu çima ewqas pirtûkan didî hev, tu yê pê çi bikî'?' Ji min re digot, ''Law Aras, heta em bizewicin şertê me ew e ku em bi qasî 400 pirtûkî bidin û hev û peyre pirtûkxaneyeye biçûk ava bikin.'' Min digot ew kî ye yê ku bi te re pirtûkan bixwîne û pirtûkxaneyekê ava bike, serê xwe dihejand û ji min re nedigot. Bi dû re min ê fehm bikiraya dixwest bi Perwîna keça cîrana xwe re bizewice.
Min didît gava ku Rodî ji bo xizmetkirina malê dixebitî ji mesrefa xwe ya xwarin û vexwarinê pê pirtûk dikirîn. Ji bo ku xwişk û birayên wî xwendina xwe temam bikin, wî xwe ji bo wan kire berdêl, xwendina xwe da aliyekî û her ji bo wan dixebitî. Rojekê hew me dît Rodiyê min bûye zave û bi hespên xewnên xwe bi çargavî dibezîne, rihela Perwînê kertonek pirtûkên ji roman, helbest û çîrokan bû. Di 5ê hezîrana 2015an de Rodî û Perwînê bi hev re zewicîn û ez ê ku hîna yek simbêl jî bi min neketibû, herduyan ez didam sorkirin û digotin, ''Yela ha, em li benda te ne''. Piştî çend rojan şeva 24ê hezîranê, Rodî bi min re axivî û got sibe were, ez ê wêneyên şahiya me nîşanî te bidim. Min got temam, ez ê sibe li cem we bim.
Wekî ku êvareke xedar li benda wan be, wê êvarê ewr giran giran dimeşiyan û birîneke reş di devê deriyê her malê de hate vekirin. Ne êvar û ne jî sibeh bû. Rodî û Perwînê tevî malbata wan bi dê, xwişk û birayên xwe ve 6-7 kes bûne qurbanî û ji aliyê çeteyên xwediyên alên reş û tarî ve hatin kuştin. Wê berbangê bi qasî 300 kesên ji zarok, dayîk, bav û extiyaran bûne qurbanî û di esmanê Kobaniyê de teyîsîn. Rodî û Perwînê wan di hembêza hev de eşheda xwe hilanîn û strana evînê lorandin.
Tu rê, zagotin û gotin nikarin paçikekî li vê birînê bigerîne. Birîneke devvekirî ya vî bajarî ye. Me li ser çongên dapîrên xwe gava ku çîroka Dêrsim û Helepçeyê dibihîst, me ji xwe dipirsî gelo ev komkujî çawa çêdibe, gelo rast bi serê mirovan wiha tê kirin? Gava em hêdî hêdî mezin dibûn, min ê fehm bikiraya ma ne ji dîrokê bigir heya îro bi milyonan mirovan bûne qurbanî û bi serê wan keleh hatine lêkirin, keleh. Min dizanibû em ê bimirin, lê mirineke çawa? Rodî û Perwînê; berê her yek ji wan li aliyek î diêşiya, dinaliya û digiriya, di peyre bi hev re êşa xwe teqandin û gelek nameyên ku me hîna ji wan fehm nekiriye û em hewl didin wan nameyên wan fehm bikin, gotin û çûn.
Ji bo ku ew derî, pencere û kolan neyê girtin û xewn û xeyalên wan pêk werin, malbata wan ji bo bîranîna wan Pirtûkxaneya 'Rodî û Perwînê'' vekirin û li ser deriyê pirtûkxaneyê gotina wan ''Xewnên me jiyan bikin û ji jiyanê hez bikin'' hate nivîsandin. Ew der bû pîrozgeha miletê xwe, her kesî bi lingê xwe yê rastê gav diavêt vê pirtûkxaneyê, bi destekî nerm dîwarên wê dipelandin û li quncik û derdorê bi baldarî dinêrîn. Zivistanan li ber sobeya daran me pirtûk dixwendin, li ber çiraya wan me suhbetên wêjeyî li dar dixistin. Li ber agirê geş, çaya sor, qehweya reş û ava spî tevî cîhaneke rengrengo jiyan di çavên wan de dibirqiya. Hem qehra wan û hem jî xweşiya wan di vê odeya biçûk ya cîhanê de dihat parvekirin.
Li wir me cîhana wêjeyî nas kir û me li bin siya xewnên wan nas kir. Jiyan çîrokek e ku hinek ji hinekan re dibêjin û wiha dewam dike. Tişta herî balkêş gava ku ez ji xebatê dihatim, li şûna berê xwe bidim malê, min berê xwe dida wî warî û carinan di hembêza wan pirtûkan de, ku Rodî bi destên xwe dikirîn, diketim xew. Li koşeya pirtûkxaneyê çenteyek bi pî hilawistî bû. Çenteya Rodî ya xwendinê bû, tê de defterek û pênûsek hebû û li ser wê defterê bi dehan helbest û bîranînên xwe nivîsandibûn. Me rabû helbest û bîranînên wan komî hev kir û pirtûkek bi navê ''Rodî û Perwînê weşand da ku hibra wan li ser eniya mirovahiyê bibiriqe.[1]