=KTML_Bold= Pêşengeke #êzidî# : #Meyan Xatûn# -1=KTML_End=
=KTML_Underline=Jîn Aryen=KTML_End=
“Beriya Hewa û Adem
Beriya Lah û Qelemê
Bi navê Tawisê Melek digirtin semahê…”
Berê berbangê li ser girekî biçûk ê li pêşberî mala xwe rûniştibû û li hêviya derketina rojê bû. Dema roj ji dûr ve hêdî hêdî xuya kir vê qewlê ji devê wê xwe avêtibû der û herikîbû. Piştre destê xwe li pêşberî rojê vekir û duayên ku ji nava dil û hinavên wê diherikîn kirin.
Keziyên wê yên sor û dirêj li ber şewqa tavê dibiriqîn û bi teyîsina ronahiyê rûyê wê yê sor û spî diqemitî. Îro cara dawiyê dê li ser vî girê biçûk pêşwaziya rojê bikira, cara dawiyê dê hemû laşê xwe bi germahiya tavê bişûşta. Îro hemû duayên wê ji bo vegera rojên berê bûn, ji bo vegera zaroktiya xwe bûn. Ji destê wê bihata dê nîveka vî girî vekolanda û xwe tê de biveşarta ku êdî tu kesan ew nedîtiba… Wê jî nedizanî kengî ewqas mezin bûbû û biryara zewaca wê kengî hatibû dayin; an jî nedixwest bizanibe…
Îro hemû kêliyên ku li ser vî girê biçûk, li wargeha xwe, li baxçe û zeviyên li ber malê derbas kiribûn dihatin pêş çavên wê. Ev wek xatirxwestineke bêdil û bêdem û nîvcomayî bû.
Di xeml û xeyalên zaroktiya xwe de vezilî demekê, lê piştre bi dengê dayika xwe yê ku ji dûr ve dihat bi xwe hesiya û rabû ser piyan. Cara dawiyê berê xwe da rojê û wek ku tîrêjên rojê bigire nava lepên xwe destê xwe vekir û piştre bi hemû hêza xwe kulma destê xwe şidand, da ser singê xwe û vegeriya. Pişta xwe da rojê û ber bi dengê dayika xwe ve meşiya.
Li Baedreyê jineke êzdî
Meyan Xatûn di sala 1874’an de li gundê Baedrayê yê ku li ser navçeya Şêxanê ye ji dayik bû. Di malbateke esil a êzidiyan de bi reng û dengê jiyanê hesiya. Bi xeml û xeyalên xwe, bi zanebûn û baweriya xwe girêdayî war û axa xwe bû. Ew keça mîrê Baedrê ya bi navê Ebdî Beg bû. Dayika wê jî ji mîrîtiya Xanedana Çolê bû.
Ew bi xweşikbûn û zîrekbûna xwe li gundê ku lê mezin bûbû û li gundên li derdorê bi nav û deng bû. Ew jineke bejndirêj, rûheyv û çavreş bû. Bi sekn û helwesta xwe, bi jîrbûn û wêrekiya xwe bala gelek kesan dikişand ser xwe. Ew di wê zanebûnê de bû ku xwedî malbateke rêzdar, bihêz û qedîm e. Lewre mîrîtiya Baedreyê xwedî dîrokeke kevnar bû. Bêguman vê rewşê di heman demê de gelek berpirsyariyên giran û biêş jî bi xwe re dianîn.
Baedre her çiqas ji aliyê erdnîgariyê ve cihekî wek navçeyê biçûk be jî, ji aliyê siyasî û bawermendiya êzidiyan ve cihekî taybet, bibandor û pîroz e. Ev der ne tenê navenda rêvebiriya mîrîtiyê ye, di heman demê de wek wargeha ‘meclîsa çilan’ a qedîm tê qebûlkirin û ji bo êzidiyan piştî perestgeha Laleşê cihekî herî pîroz tê dîtin. Her wiha Baedre ji bo êzidiyan wek pireke dîplomasiyê ye ku bi riya wê bikaribin maf û hebûna xwe li cîhanê jî bidin pejirandin û ji aliyê gel û baweriyên din ên cîhanê ve bên nasîn û bên famkirin.
Meyan Xatûn di nava van kar û barên mîrîtiyê de mezin bûbû û ji biçûktiya xwe ve bi fam û zanîna xwe, bi jîrbûn û zîrekbûna xwe bal dikişand ser xwe. Dema ku ew hatibû 18 saliya xwe, ji bo ku mîrîtiya Baedreyê bihêztir bibe û têkiliyên wan ên xurt bi pêş bikevin malbatê biryara zewaca Meyan Xatûn û pismamê wê Elî Beg ku ew jî kurê mîrekî bû dan.
Elî Beg bi temenê xwe ji Meyan Xatûnê gelek mezintir bû. Lê li gor çand û kevneşopiyên êzidiyan zewaca kur û keçên mîran divê bi kesên di heman astê de bûna re pêk bihata. Pergala çînî ya wek ‘kast’ jî tê binavkirin di nava civaka êzidiyan de pêşketî bû. Ji ber vê sedemê bi taybetî di malbatên mezin ên wek mîr an jî şêxan de zewacên pêk dihatin bi gelemperî li gor berjewendî û ‘kast’a malbatan dihat diyarkirin. Meyan Xatûn jî li gor şert û mercên wê demê û ji ber temenbiçûkiya xwe nikaribû li dijî vê biryarê biderketa, lê dema ku em li pêvajoya zewaca herduyan dinêhêrin û têkiliyên wan dinirxînin em dikarin bibêjin ku ev zewac ne bi dilê wê bû û bi demê re ev têkilî dê bûbûya sedemên hinek pirsgirêkên cudatir jî.
Meyan Xatûn û Elî Beg di navbera salên 1892-1893’an de dizewicin. Piştî zewaca wan bavê Elî Beg jiyana xwe ji dest dide û Elî Beg dewsa wî dibe mîrê êzidiyên Baedreyê.
Bêguman peywir û erka mîrîtiya êzidiyan ne hêsan bû û bi xwe re gelek êş û azarên giran jî dianî. Lewre civaka êzidiyan li Rojhilata Navîn a ku bi giranî di bin bandora îslamiyetê de bû, ji ber kurdbûna xwe ya resen û ji ber bîr, bawerî û çanda xwe rastî gelek êrîş, êşkence û dijwariyan dihatin, ku ev yek heta roja me jî domiyaye. Bi taybetî di serdema dewleta Osmaniyan de êzdî bi gelek fermanên komkujiyê re rû bi rû mane û di encama van fermanan de bi hezaran êzdî hatine qetlkirin, gund û bajarên wan hatine desteserkirin û şewitandin, perestgeh û cihên wan ên dîrokî hatine hilweşandin, mal û milken wan hatine talankirin, zarok û jinên wan rastî destdirêjiyê hatine, bi polîtikayên mişextkirin û bicîhkirina ji war û welatê wan dûr gelhe, cih û jîngehên wan hatine guhertin.
Civaka êzidiyan ji dîrokê heta niha ji ber ku ji aliyê siyasî, civakî û dîplomasiyê ve ne xwedî rêxistinbûyineke xurt bûn, li dijî ewqas êrîş, talan, destserkirin û fermanên ku li ser serê wan dihatin rakirin nikaribûn zêde li ber xwe bidin û ji bêçaretiyê mişextî, koçberî û parçebûyin her dibû para wan.
Jinxasa rojên dijwar
Meyan Xatûn û hevjînê wê Mîr Elî Beg jî di sala 1892-1893’an de ku hê nû zewicîbûn şahidiya dûbarekirina vê dîroka bêyom kiribûn û çarenûsa êzidiyan careke din rûyê xwe yê reş nîşanî wan jî dabû.
Dewleta Osmaniyan bi riya Tuxgeneral Omer Wehbî Paşa derbarê êzidiyan de careke din ferman rakiribû ku yan diviyabû êzidî dest ji baweriya xwe berdana û bûbûna misilman, an jî dê bi qirkirinê re rû bi rû bimana. Dîrokê, ev salên dijwar jî wek fermana qirkirin, pişaftin û tunekirina zarokên Tawisê Melek nivîsandibû ku her tim dê bi dilsotînerî bihata bibîranîn.
Di encama gelek êrîşên dijwar û çespandinê de gelek êzidiyên ku li gundên ser sînor û derdorê diman ji ber ku nikaribûn xwe biparêzin hatibûn qetlkirin. Perestgeha êzidiyan Laleş hatibû talankirin û desteserkirin. Vê talan û desteserkirinê heta salên 1907’an berdewam kiribû û heta vê demê jî Laleş di bin desthilatdariya Osmaniyan de ji bo berjewendiyên misilmantiyê hatibû bikaranîn.
Wan salên zor û zehmet bandora xwe li ser Meyan Xatûnê û Mîr Elî Begî jî kiribûn. Dewleta Osmanî ji bo ku li pêşberî cîhanê serê êzidiyan bitewîne û wan bixe bin kontrola xwe pêwist bû ku pêşiyê rêber û pêşengên êzidiyan ji hêz bixista û şertên xwe bi wan bida qebûlkirin; lê Meyan Xatûn jî hevjînê wê Mîr Elî Beg jî ligel hemû zilm, zordestî, gef û êşkenceyan misilmantiya ku ji aliyê rayedarên dewleta Osmaniyan li wan dihat spartin nepejirandine û ji ber vê sedemê ji war û welatê xwe hatine mişextîkirin.
Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg mişextî bajarê Sêwasê bûne û 3 sal li vir di bin şert û mercên pir giran de mane.
Meyan Xatûn ji ber van şert û mercên mişextiyê nexweş dikeve û di encama vê nexweşiyê de li ser hev zarok ji ber diçin. Ev rewş li ser derûniya wê jî bandoreke giran pêk tîne. Em dikarin bibêjin ku ev 3 salên dijwar ên mişextiyê li ser teşegirtina kesayeta Meyan Xatûnê jî diyarker bûne. Ew piştî ku kurê wê Sêîd çêdibe û wî dixe hembêza xwe di roj û şevên dirêj ên di mişextiyê de li ser rewşa ku civaka êzidiyan di nav de dijiya zêdetir difikire û bi vê rewşa kambax xemgîn dibe. Ev êş û xemgîniya wê lêhûrbûnên kûr pê re tîne ku emrê xwe yê mayî dê bidaya ser parastin û birêxistinkirina êzidiyan. Ji ber vê sedemê her çiqas agirê bêrîkirina war û welatê wan Êzidîxanê dilê wan sotibe jî bi hêviya rojên azad berxwedaneke mezin nişan didan.
Van salên dijwar û pirsgirêkên dîrokî yên êzidiyan jî bi Meyan Xatûnê dabûn famkirin ku divê ew hê baştir bixebite û civaka êzidiyan ji nû ve birêxistin bike û yekitiya wan ava bike. Ew di wê zanebûnê de bû ku êzidî ji ber ku yekitiya xwe pêk neanîne û bêpêşeng mane bi ewqas neheqî, zilm û zordariyê re rû bi rû mane. Ji ber vê yekê divê wek pêşengên vê civakê ew kêmasiyên dîrokî ji holê rakirana û valahiyên çêbûne tijî bikirana; da ku bikaribin ji civaka xwe re pêşengtiyê bikin û ew çarenûsa reş û bêyom bi dawî bikin.
Rêbereka xwezayî
Meyan Xatûn jineke jîr, wêrek û pêşbîn bû. Ji aliyê avakirina têkiliyan û meşandina dîplomasiyê ve zîrek û pêşketî bû. Bi fikr û ramanên xwe gelek caran rê li ber mîrîtiyê vedikir û pirsgirêkên civakî û siyasî çareser dikirin. Vê taybetmendiya wê li ser Mîr Elî Beg jî pir bandor dikir ku mîr bêyî ku bi wê bişêwire biryar nedigirtin. Lê ew ji şêwirmendekê wêdetir, rêvebereke esas a mîrîtiyê bû, lê mixabin ew ji ber ku jin bû tu car bi awayekî fermî û aşkera nikaribû kar û barên mîrîtiyê bi rê ve bibira.
Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg piştî berxwedana xwe ya 3 salan a li dijî Osmaniyan û hewldanên dîplomasiyê careke din vegeriyan ser axa xwe Êzidîxanê. Li ser van salên mişextiya Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg gelek çîrok û klam jî hatine gotin û nivîsin. Di van çîrok û klaman de jiyan û serpêhatiyên êzidiyên li Sêwasê jî xwe teyisandine deng û newaya çîrokbêj û stranbêjan.
Roja ku Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg, ji mişextiyê vedigerin ser axa xwe ya pîroz ji bo êzidiyan wek rojeke dîrokî tê qebûlkirin. Lewre piştî salên dirêj civaka êzidiyan dibin xwedî pêşeng û ev yek ji bo ku birînên xwe yên ku ji fermana reş mayîn bipêçin dibe hêvîyek. Berxwedan û serînetewandina herdu pêşengên êzidiyan a li dijî dewleta Osmaniyan bîr, bawerî, hêvî û hêza êzidiyan mezintir dike. Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg di civaka êzidiyan de cihekî taybet digirin ku hê jî wek pêşengên dîrokî tên qebûlkirin.
Herwiha di serdema mîrîtiya Meyan Xatûn û Elî Beg de Laleş di sala 1907’an de careke din ji destê dewleta Osmaniyan tê rizgarkirin û dikeve bin kontrola êzidiyan. Ev ji bo êzidiyan serketineke girîng û dîrokî ye. Di bidestxistina vê serketinê de hewldan û bandora Meyan Xatûnê, bi taybetî ji aliyê meşandina dîplomasiyê ya bi hêzên herêmî û biyaniyan re gelek girîng e.
Meyan Xatûn di vê serdemê de li gel mîr Elî Beg û birayê xwe Îsmaîl Beg bi êzidiyên Qefqasyayê re jî têkiliyan datîne û ji bo doza êzidîtî û yekitiya civaka xwe têkoşîneke bêhempa dide meşandin. Heta dawiya emrê xwe ji bo ku civaka êzidiyan ji xetereyên komkujî û fermanên Osmaniyan û hikûmeta Iraqê biparêze li ber xwe dide.
Serdemeke nû
Baedre navenda desteya bilind bû û di heman demê de wek baregehekê bû. Cihekî taybet û stratejik bû. Ji ber vê sedemê di mîrîtiya Baedreyê de meşandina karên siyasî, civakî û pêkanîna hevsengiya têkiliyên di navbera eşîran de ne hêsan bû helbet. Mîr Elî Beg jî piştî ewqas tevlîhevî, hevsengî û pêvajoyên dijwar, di sala 1913’an de bi awayekî biguman tê kuştin.
Mîr Elî Beg li qesra xwe ya Baedreyê, di şeveke ku serkêşê eşîra Doskî yê bi navê Safîr Axa kiribû mêvan jiyana xwe ji dest dide. Mirina Mîr Elî Beg a bi vî awayî dibe sedemên gelek nîqaşên cuda lê dîsa jî sedema mirina wî tu car nayê zelalkirin.
Ji ber sedema bidestxistina mîritiyê demeke dirêj bû ku di navbera malbata Mîr Elî Beg û malbata Çolê, bi taybetî jî birayê Meyan Xatûnê Îsmaîl Beg de nakokiyên kûr bi pêş ketibûn. Ji ber vê yekê Meyan Xatûnê ji bo mirina Mîr Elî Beg birayê xwe sûcdar dikir, lê ji aliyekî ve di nava eşîran de gumanên li ser Safîr Axa jî hebûn û dibû sedema nîqaşên cuda.
Piştî mirina Mîr Elî Beg, Meyan Xatûn li dijî birayê xwe Îsmaîl Beg têkoşîneke navxweyî dide meşandin û ligel hemû hewldanên wî yên ji bo bidestxistina mîrîtiyê rê li ber venake û bi hemû eşîran re têkilî datîne, wan qanî dike û kurê xwe Seîd Beg dike mîrê nû ya Baedreyê. Lê ji ber ku Seîd Beg bi temenê xwe hê zarok bû, dê hemû kar û barên mîrîtiyê êdî Meyan Xatûn bi rê ve bibirana û bi awayekî fîîlî dê bûbûya jinemîra Baedreyê… (Dê Bidome)[1]