Kurmanciya Ermenistanê – Beşa 1em
Têngîz Siyabendî
Nasandina devokê û deverê bi kurtî
Êzdiyên ku niha li #Ermenistan# ê de dijîn hema mirov dikare bêje ji sedî sed ziryeta êzdiyên Serhedê ne. Ji serdema bûyerên sedsala 19an û 20an bi taybetî ji serdema şerê Osmanî-Rûsan (1877-1878), Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û herwiha ji serdema komkujiya Ermeniyan (1915) jî ku di gel wan gelek êzdî jî canê xwe ji dest dan, hejmareke mezin a êzidiyan ber bi Ermenistanê hatin. Ji ber vê yekê jî kurmanciya Qefqasê û kurmanciya Serhedê dişibînin hevûdu. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin, lê herwiha kurmanciyeke pêşketî û standard jî bidest xistin.
Rewşa devokê,
Civaka me ya Kafkasyayê bi taybetî li Ermenistanê hema mirov dikare bêje ji sedî sed kurmancîaxêv in. Sedsala 20an ji bo gelê me bidestxistineke nû di gel xwe anî. Bi alîkarî û piştgiriya dûgela Ermenistanê ewana bûn xwedî alfabeyê. Kîjan jî bû sedema pêşxistina zimanê zikmakî û herwiha parastina dîrok, çîrok, zargotin, stran, destan, wêje û hwd. Piştî afirandina alfabeyê gelek dibistan hatin vekirin, pirtûk hatin çapkirin û rojname bi zimanê dayikê hate weşandin. Di komcivîneke giştî de ku di sala 1934an de li Ermenistanê pêk hat, zaravayê kurmancî wek zimanekî standard ji bo kurdên Kafkasyayê tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî dibêjin Kurmanciya Kafkasyayê.
Niha û di dîrokê de çi ziman an zaravayan tesîr li devokê kiriye?
Hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine. Çawa ku bandora zimanê Ermen, Faris, Tirk û Ereban li ser kurmanciyê hebûye wisa jî bandora kurmancî li ser wan hebûye. Dema Sovyetê de bandora rûsî û herwiha ermenî jî li ser kurmanciyê hebûye. Ev yek di pirtûkên ku wê demê de hatine weşandinê baş xuya dibe.
Taybetmendiyên din yên dengnasiyê
Di kurmanciya Qafqazûsê de 38 tîp hene û ji wan 29 tîp dengdar in, 9 jî dengdêr in. Ji bilî van 38 tîpan çend tîpên din jî di nav hin peyvan de tên bihîstinê.
Va ye ew tîp in:
A’ – A’rif, a’ciz…
E’ – e’rebe, e’wir, E’lî…
Î’ – Î’sa…
O’ – O’rîn…
U’ – u’lm…
I’ – i’ntîn…
X’ – ax’a, box’e, bax’, dax’…
Pifdarî
Bêpif (nerm) – ç, k, p, r, t
Bipif (req) – ç’, k’, p’, r’, t’
Ç – Ç’ (çar, ç’are)
K – K’ (ker, k’er)P – P’ (pîr, p’îr)
R – R’ (mar, mer’)
T – T’ (tu, t’u)
Cînav | Cînavên kesî yên xwerû
Ez Em
Tu (ti) Hûn
Ew Ew/Ewana
Cînavên kesî yên çemandî/tewandî
Min (Mi) Me
Te We
Wî/Wê Wan/Wana
Cînavê veger «xwe» wek «xa» tê xwendin
Wek din jî W bi piranî ji komdengê XW dikeve:
Ez dixazim. Em dixazin
Tu dixazî. Hûn dixazin
Ew dixaze. Ewana dixazin
Li kurmanciya Rewanê de cînavê hevber «hev» (hevdu) e.
Em hev (hevdu) nas dikin.
Alfabeya «Şems» ya Lazo (1921)
Taybetmendiyên din yên cînavan
Carna di helbest û stranan de di pêşiya cînavka «ez»-ê tîpa «w» jî tê bikaranîn.
Wez
Berhevdana rengdêran
Ji bo berhevdana forma komparatîv paşgira ”-tir” tê bikaranîn.
mezintir, baştir
Herwiha «diha mezin, zehf (gelek) baş»
Ji bo forma sûperlatîv paşgira ”-tirîn” tê bikaranîn
mezintirîn, baştirîn
Herwiha ”herî mezin, yê/a mezin” jî tên bikaranîn.
Herwiha rengdêra ”lapî mezin, pir mezin” jî tên bikaranîn.
Hoker
Hokerên giştî aha tên gotin:
çanî (çawanî), kengê, çiqas/çend
aha (ha), usa (bi wî awayî), haqas, ewqas, vî, han,
duhu (rojek berî îro), duhunapêr (du roj berî îro), betirpêr (sê roj berî îro)
îro, sivê (rojek pêştî îro) , dusive (du roj piştî îro),
sive, roj, êvar (şev),
îsal, par (sala berî îsal), pêrar (du sal berî niha), betirpêrar (sê sal berî îro)
vira (vê derê), wira (wê derê), hemû ciya
erê/belê, na/na xêr, belkî, diqewime
Li Ermenistanê cûreyên silavkirinê:
Siva xêr (spêde, beyanî baş)
Roj xêr (roj baş)
Êvar xêr (Şev baş)
Daçek | Pêşdaçekên devokê ev in:
“pê, bona (sava), ij (ji), li, di, nav, ber, ser, devokê de aha tên gotin
Bo nimûne:
Pê kêrê
Bona (sava) min
Ij (ji) te
Nav wan de (di nav wan de)
Ew çû ser avê
Ew çû ber pêz…
Latînî ya E. Şemo û Î. Marogûlov (1929)
Paşdaçekên bingehîn bi awayê «da, ra, va» tên bikaranîn.
Li Ermenistanê ew berê bi hev navdêra beriya xwe ve dihatin nivîsîn:
Mal-da (li malê, di malê de)
Mera (ji me re, bo me)
Jorva (jor ve, ber bi jor)
Komdaçeka komîtatîv ”pêra” ye. “Li gel, di gel” nayên bikaranîn.
Ev gotar vê berdewam be…
[1]