#Elî Eşref# Derwîşiyan şêweyek ji nivîsîna postkolonyalîstî
Dr. Azad Mukrî
Gelempera çîroka Awiyer di qehwexaneyekê de diqewime. Di şeveke zivistanî û befrî de, li qehwexaneyek kevn, jineke pîr çavnihêr e ku kurê wê ji pêşmergayetiyê vegere û serdan bike. Her hereketek li derve, di bin barîna berfa giran de bê kirin û her dengek bê, ew jine carekê li pencereyê dinêre.
Di cîhana wêjeyê de gelek nivîskar hene ku berhemên xwe bi zimanê dayîkê nafirînin, belkî zimanê dagîrker û ramana siyasî, hunerî û dîrokî ya neteweya dagîrker an jî neteweya serdest, ew hinde bi girîng dizanin ku wî zimanî wek zimanê derbirînê hildibijêrin û heta şêwaza bîrkirina netewa serdest wekî şêwaza bîrkirina xwe destnîşan dikin. Ev koma nivîskar û hunermendane naçine xaneyan dîroka edebiyata netewa xwe. Heta eger ew dahênerên mezin bin jî, wekî nivîskarên neteweyî nayêne hesibandin.
Mînaka wan helbestvan û nivîskarane, di hemû netewên cîhanê de hene. Bo mînak ji nivîskarên “Hewzî Karaîb” hin nivîskarên bi şiyan hene ku bîr ji wê yekê kirine ku curekê binivîsîn ku nivîsên wan bi zimanê netewa serdest be, lê di heman demê de xwastine rehek ji şiyan û taybetmendiya kultûrî û zimaniya wan jî di berhemên wan de bê dîtin. Her lewma du şêwe wêje li Îngilîs û Amerîkayê hatine naskirin.
Yek ji wan wêjeya Îngilîsî ye û yek jî wêjeya Îngilîsîziman e. Wate beşek ji wê wêjeya ku di asta cîhanê de hatiye naskirin û nivîskarên lêzan bi zimanê Îngilsî nivîsîne, ew hin nivîskar in ku eslê xwe Îngilîsî û Amerîkayî nînin. Belkî nivîskarên Afreqî û bi taybetî nivêskarên navçeya Karaîb in. Ew nivîskarane ku nivîskarên welatên dagîrker in, bi şêwazekî Îngilîsî bi kar tînin ku bi wê şêwaza Îngilîsî re dibêjin Îngilîsiya xwedan zarave yan Îngilîsiya “lehcedar”. Wate di berhemên wan de gelek peyv û destewaje û pesn û metelok û şêwe derbirîna zimanê sereke yê xwe diguncînin, lê gelempera deqan wan, deqeke Îngilîsî ye.
Kesên wek “Îdwad Seîd” û “Hûmî Behabeha” û “Çakrawêrtî Sipîwak” ku bîrmend û feylesofên postkolonyalîst in, li ser wê nerînê ne ku ew nivîskarane dixwazin dengvedana dengê zimanê dayîkiya wan di nav zimanê Îngilîsî de bê bihîstin. Yan bi wateyek dinê, zenga zimanê dayîkiya xwe di zimanê Îngilîsî de lêbixin. Nivîskarên wiha netenê naxwazin haşayê li kultûr û gencîneya zimanê xwe bikin, belkî ji rêya huner û wêjeyê ve hewl didin beşek ji taybetmendiyên wî ziman û wêjeyê nîşan bidin û wêje û hunerê bikin bi pencereyekê bo hevpeyvîn û pantahiyek bo nasîna xwe. Ji wê rêyê ve ziman, kultûra û kesayetiyên bi bandor ên netewa bindest bêne naskirin.
Di hember wan de, gelek helbestvan, hunermend û nivîskarên dinê hene ku bi sedema wê di sîstema hizrî û ramaniya netewa serdest de puxt dibin, yan bi wateya civaknasî, di hember rûmeta ziman û ramana serdest de xwe ditewînin û xwe didine destê wî ziman û kultûrê, dibine xizmetkarê ziman û kultûra netewa serdest. Neteweyek ku mijûl e hem ziman û kultûra wan diçewsêne û hem neteweya wan ji azadî û wekhevî û dadperweriya civakî bêpar dike. Em dikarên wek mînaka ew hunermendên di cîhana Ereb de îşareyê bi “Ehmed Şeqî” bikin.
Ehmed Şewqî
Ehmed Şewqî bi Melîku Şu`era naskirî ye. Yek ji girîngtirîn helbestvanê cîhana Ereb e. Ehmed Şewqî bi eslê xwe Kurd e. Bi xwe jî wekî Elî Merdan di pirûka xwe ya bi navê Gelay Payîz de behs dike, li cem Elî Merdan ê hunermend îtiraf bi Kurdbûna xwe û malbata xwe dike. Lê Ehmed Şewqî tevahiya jiyana xwe bi zimanê Erebî nivîsiye. Wî ne ti carî li ramana Kurdî rêhêniye, ne jî di nivîsên wî de nîşaneyên Kurd û erdnîgariya Kurdistanê bo wî girîng bûye. Bi heman awayî Cemîl Sidîq Zehawî jî helbestvanek bi eslê xwe Kurd e. Ew yek ji pêşengên helbesta nû ya Erebî ye. Lê wî ti carî li zimanê xwe, netewa xwe û êşên gelê xwe nenêriye.
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, ku her çende bi zimanê netewa serdest nivîsîne, lê di tevahiya jiyana xwe de xema wan a sereke xema netewa Kurd û zimanê Kurdî û mirovê Kurd û pirsgirêka civakî û siyasî ya mirovê Kurd bûye. Yek ji wan nivîskarane Elî Eşref Derwêşiyan e, ku hem di nav wêjeya Farsî de kesayetiyek naskirî ye û hem li Rojhilatê Kurdistanê wekî nivîskarek biwêr û xwedan helwêst tê naskirin. Di tevahiya berhemên wî de kêm û zêde behsa Kurd heye. Ew karekterên ku di berhemên xwe de afirandiye, mirovê Kurd û bi taybet xelkê navçeya Kirmaşanê ne. Di gelek diyalog û axaftinên wan ekteran de zaraveyê Kurdî yê Kirmaşanê tê bikaranîn. Wate nivîskar di nav deqeke Farsî de jî zimanê Kurdî guncandiye û di jêr nivîsê de wateya Farsiya wê nivîsiye. Bi wateyek dinê, em dikarin bêjin Elî Eşref yek ji wan nivîskarane ye ku di çarçoveya ziman de, her çende bi zimanê netewa serdest wate netewa Fars nivîsiye, lê hewl daye bi zaravedarkirina nivîsîna xwe ya Farsî, xwîner û berdengê Fars bide famkirin ku zimanê sereke yê nivîskarê wan çîrokane wate Elî Eşref Derwêşiyan, zimanê Kurdî ye.
Ji xeynî warê zimanî, nivîskar hewl daye ku di çarçoveya berhemên xwe de bîra mirovê Kurd û pirsgirêkên civakî û siyasî yên mirovê Kurd biguncîne. Yek ji çîrokên wî ku ew taybetmendiye bi ciwanî pê ve diyar e, çîrokek e bi navê “Awiyer” ku ji aliyê “Yûnis Rizayî” ve bo ser Kurdî hatiye wergerankirin û rexneyek jî bi navê “Li Pencereya Zelal a Çavnirêriyê” li ser nivîsiye.
Tenê îşareyek ku di wê çîrokê de bi şûnekê tê kirin navê çîrokê wate “Awiyer” e. Awiyer di çîrokê de nîşaneyek ji nîştimanê ye û ji tevahiya Rojhliatê Kurdistanê ye. Çimkî paşê di tevahiya deqê de careke din ne navê Awiyer û ne behsa Awiyer wek şûn û çiyayekî Sinê nayê kirin. Lê Elî Eşref di wê çîrokê de Awiyerê wek nîşaneya nîştimanê yan bi nîşaneya şûna nîştimanperwerên Kurd, wek navê çîrokê daniye. Lê gelempera çîroka Awiyer di qehwexaneyekê de diqewime. Di şeveke zivistanî û befrî de, li qehwexaneyek kevn, jineke pîr çavnihêr e ku kurê wê ji pêşmergayetiyê vegere û serdan bike. Her hereketek li derve, di bin barîna berfa giran de bê kirin û her dengek bê, ew jine carekê li pencereyê dinêre. Jineke kal ku dawî demên temenê wê ye û çavnihêrê kurê xwe ye. Kurek ku pêşmerge ye û ji bo rizgariya Kurdistanê xebatê dike.
Li çiyayan e û tenê wan demane dikare vegere ku befr û mij û dûman welat veşêre. Ji bo wî ku dijmin û neyar wî nebînin. Di wê çîrokê de Elî Eşref dawî demên hevdîtina wê jinê bi kurê wê re vedibêje. Wate ti hêviyên wê tine ye. Çimkî ji ber çavê wê kurê wê kuştine û termê wê xistine nava dûmahîka trombêlekê û di nava kolan û şeqamên bajar de ji bo çavtirsandina xelkê digerînin. Wê jinê herçiqas ew dîmene dîtiye jî, lê dîsa jî bawer nekiriye ku kurê wê yê nîştimanperwer û şoreşger ku li dijî sîstema sepiyayî ya siyasiya Îranê serî hildaye, miriye.
Ew wêneya ku Derwîşiyan bi zimanê Farsî di çarçoveya çîroka Awiyer de bo xelkê Fars vedibêje, yek ji wan nemirovtirîn kiryarane ye ku dewleta Fars li dijî Kurd dike. Wêneyek ku heta niha gelek ji xelkê welatên dinê û xelkê navçeyê bawer nakin ku sîstemek heta wê qasî faşît û dirinde be ku piştî wê kesên opozîsyonên xwe dikuje, û termê wan dixine nav maşînê û kolan bi kolanan digerîne û tirsa xelkê gund û bajaran zêde dibe.
Elî Eşrefî Derwîşiyan cureyekî edebiyatê ye ku em dikarin jê re wêjeya postkolonyalîst bi nav bikin. Herçiqas ev cure wêjeya Derwîşiyan wek realîzma sosyalîstî yan realîzma rexneyî jî hatiye naskirin, ku tê de nivîskar pir piştgiriya qatên bindest, kedkar, cotkar û gundiyan dike. Lê tevî van hemûyan jî, em nikarin ew xema Derwîşiyan ku dikarin wek xemên netewî bihesibînin, nedîtî bigirin.[1]