Hawar xwedî serdemeke zêrîn e
Êlan Mihemed
“#Hawar# dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ku ziman şerta heyinê a pêşin e”.
Ev gotina giranbuha û watedar ku di pêla dîroka ziman û wêjeya Kurdî de xwedî denvedaneke gelekî mezin e. belkî jî bîtir ew nas kirin ku ev gotin ya kê ye? Ev gotina zêrîn ya Mîrê Ziman û edebiyeta Kurdî Mîr Celadet Bedirxan e. Belê xwînerên hêja, Vê carê jî em ê Kovara Hawar ya ku bûye hawara ziman û wêjeya Kurdan bi we bidin nasandin.
Di 15ê Gulana 1932an de gaveke mezin hate avêtin ji bo ziman û wêjeya Kurdî. Hawarê dest bi weşanê kir di bin seroktiya Celadet Elî Bedîrxan de. Di nav rûpelên xwe de tiştekî nedîtî pêk anî û rû û rûpelên nû vekirin di tarîx û çarenûsa Kurdan de. Dengê gelê Kurd ê belavbûyî, şkestî û sirgûnkirî gihand hev. Bû deng ji bo wan, ji bo me, ji bo we. Ma wateya Hawarê ne Deng e jixwe? Dengê gelê Kurd ê hevnasîn û xwenaskirin û dannasînê ye. Bi saya Hawarê zimanekî ku bi sedan salan tê jibîr kirin di bin pêkûtiyên zordestî û qedexeyan, kultureke ku binê wê her tê valakirin rabû ser piyan.
Bi saya Hawarê cara yekem zimanê Kurdî bi alfabeya latînî hat nivîsandin. Bi sedan devok, hezaran peyvên cur bi cur ji heremên ji hev dûr hatin berhevkirin û di nav rûpelên Hawarê de hatin ber destê me. Haya me Kurdan pê taybetiyên zimanê me yên ku hema bêjin di tu zimanên cihanê de nînin çêbû. Rûpelên Hawarê, dengê Hawarê digel zehmetiyên aborî, siyasî û civakî xwe gihand xwendevanên xwe û ji vê zêdetir jî hem ji xwe re hem ji zimanê Kurdî re xwendevanên nû afirandin. Ne tenê xwendevan, nivîskar jî li vir mezin bûn. Mirov dikare bêje ku em bi saya Hawarê, Cegerxwîn, Nuredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrîcan û gelek nivîskarên ku di nav rûpelên Hawarê de dengên xwe gihandin û digihînin me dinasin. Hema bêjin hemû xebatên piştî wê, Hawar ji xwe re kirin rêber û mînak. Îro her kes, xebat û saziyên li ser ziman û wêjeya Kurdî lêkolîn û lêgerînan dikin an ji Hawarê dest pê dikin an jî Hawarê wekî qonaxeke bêhempa û qedrbilind qebûl dikin û wisa dewam dikin.
Di kovara Hawar de yekem car di dîroka Kurdan de zimanê Kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û hevgirtina zimanê Kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15ê gulana 1932an de derket û heta 15ê gelawêja 1943an 57 hejmar derketine. Cîiê xebat û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovareke siyasî û wêjeyî bû. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi Kurdî, ji wêjeya Kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vî awayî Hawar di wêje û mijara zimanî de bûbû birêveçûn û dibistanên wêjeyî heta sala 1943an weşana xwe berdewan kir.
Ji dema Hawarê heta îro gelek tişt qewimîn û gûherîn çêbûn hem di vê cografyayê de hem jî di warê ziman û wêjeya Kurdî de.
Lê roja îro xûya dibe, riya ku Celadet vekiriye hêj ronîtir dibe û roniya Hawarê her diçe gurtir dibe û dengê Hawarê her diçe berztir dibe. Gelek xwendevan bi saya deng û banga Hawarê bi zimanê xwe dihese û dest diavêje ziman, çand û wêjeya xwe û hebûna xwe xwedî derdikeve.
Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”
Ziman hebûn e
Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''
Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî
Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.
Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem
Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.
Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em
Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.
[1]