Payîzok/ Pîrepayîzok
#Payîzok# yan pîrepayîzok dema ku gundî û koçer ji zozanan û banyan dizivrne gund an jî deştê, îdî rengê tebîet û siruştê guherîye
Kurdshop - Her wekî ku ji navê vê cure sitranê da xûyaye li demsalên wekî “payîz” û “zivistanê” li ser her du werzên ku bêkarî tê de heye, tê gotin. Lê belê piraniya wan li payîzan hatne gotin û ji ber wê sedemê jî, ji wan ra gotne payîzok yan jî pîrepayîzok.
Payîzok yan pîrepayîzok dema ku gundî û koçer ji zozanan û banyan dizivrne gund an jî deştê, îdî rengê tebî'et û siruştê guherîye. herwaha veqetîn û cudayî ji dilketyên xwe, dûrî û dûrketin ji zozan û zozanyan, pîrbûn û bihorîna demê dibe sedema gutna payîzokan. lewra denigbêj û ew kesên ku xemdarin payîzoka dibêjin û dilê wan dixwaze payîzokan bibhên. piştî payîzê zivistana sar û reş tê û ev bixwe ja xemgînî û bêhêvîtyê tîne.
Payîzok li gorî helbestan
Payîzok serbestin û kêş çinînin, lêbelê qafye hene. li ser kêş û qafya payîzoka çi cudahî di navbera wan û sitranên dî yên kurdî da çinîne, helbestên payîzokan jî wekî helbestên ḧeyranokane. lêbelê rêzkên/xiştên wan piřin. her bendek li payîzokan çendîn rêzkin.
Naveroka Payîzokan
Payîzok gelek xemgînin. hinek payîzok hene ku dişbin zêmar û şîngeran, dema merv dibhîze dil lê dişewte û rondik û hêsir li çavan dibarin. bi vê sedemê piřanya naveroka payîzokan: êş, elem, xem, derd û şikestin û hevşanebûnê ye. wekî tête zanîn payîz, demsala xemê, pîrbûn, mirin, cudabûn û belgiweşanê ye. di vê sitranê de şikest, reşbînî û bêhêvyatî serdeste. ḧesret, yek li mijarên evê sitranê ye çumku mervên ku kal û pîr bûne û îdî ber bi mirnê ve diçin, evan sitranan dibêjin û guhdaryê dikin û bi ḧesreta roj û demên bihorî firmêskan dirêjin.
Payîzokên evînî
Gelek payîzok hene ku mijara van tenê evînî ye. bendên payîzokên evînî, anku sitranên payîzê yên evîndarî, kur û keçên evîndarin ku sitranan dihavêjne yêk û w jibo hev distirên. werza payîzê dema ku dildadeyên 'aşq li zozanên bilind têne xwarê, jibo hev payîzokan dibêjin û dilorînin.
1) mînak, payîzokek evîndarî:
keçik dibêje:
evroke payîze,
gilî û gazindê min li dar û berê çya ne,
gelî çya hindekê serê xwe nevî ken,
bila wezê bejna lawkê xwe,
li darê dinê, têr bibînim,
wezê şengernda nabînim,
te ez kirme dîwaneyeke gulîberdayî,
tez kirme teyrekî perişkayî,
dûmayîka êl û koçera da mayî.
kurik dibêje:
evcar serpayîze,
bêrîvana min maye dû wan bêrîya,
xwazya min zanîba
tu li bêrîya sil bûyî?
yan li şivan dilmayî mayî,
keçik dibêje:
ez ne ji bêrîya silim,
ne jî li şivana dilmayî bûme,
kotî şindokê mêran,
kopalek milê min da dayî,
milê minyê şikand,
rista morî û mircan,
li gerdena min qetyayî,
neşêm bidoşim şengemya,
kovandarê bejna bilind û çavê reşbelekim,
heta roja mirnê.
2) mînak, hatina koçeran li zozanan:
hayê hayê,
îro payîze,
minê nekirye kar û barê zivistanê,
koçerên malxrab, malên xwe barkirîne,
ji war û kozêd vê zozanê (vî zozanî) ,
xwezî ez bibame heval û hogrê bejna bilind,
di sê şevên kanûnê û di sê rojên xopana vê gulanê,
dayîkê tu bi xwedê kî serê min rebena xwedê bişo,
sê biskê delal çêke wekî keçên şêxa û dema demê payîzê.
Payîzok û merivên temendar
Ji ber ku payîzok sitranên dilsoj û xemgînin, mervên ku temendarin û 'emrê wan derbaz bûye, piř ji payîzokan ḧez dikin, jiberku ew hêdî hêdî ber bi mirnê ve diçin. çava ku payîz jî hêdî hêdî tewav dibe û ber bi zivistana reş û mirna xwezayê ve diçe, mervên kal û pîr jî, temenê wan wekî payîzê ber bi rojên nexweş û taryê diçin. bi vê sedemê ye ku mervên kal û pîr jî, ḧeje/ḧej li payîzokan diken û bixwe jî payîzokan distirên û dibêjin.
Mînak:
ay herê malxrabê,
dikem rabim neşêm rabim,
pêpkê min şilin,
çokê min tewa min nabin,
erê malxrabê,
ez çibkem dinya şîrîne
malxirabê ez lê têr nabim.
Kes nizane ku kê/y xwedyê payîzoka ne, nivîskarê payîzokan nedyarin. taybetî payîzokên ko folkilorin. ev jî bûye sedema vê çendê ku hemû kes bibne xwedanên payîzokan, yanî payîzok yên hemû kesê/y ne, bi vî awayî em dikarin bêjin ku gel, xwedanê payîzoka ne. dibeku hinek kes îrorojê jî payîzokan binvîsin û bibêjin, ku wekî honer û aferînerên wan dyare. lêbelê piranya payîzokan gelêrî ne û malê gele.
Peyvên destpêkê yên payîzokan:
Piřanya payîzokan bi van peyvan desitpê dike:
1. îro payîze.
2. hayê hayê.
3. li min hatî pîre payîzeke reş û tarî.
4. payîzekê li min dest da.
5. ax hey hayê hayê.
6. bi ser me da hatîye pîre payîzek.
7. hey ho evroke payîze.
8. ay herê ay herê.
9. payîze payîze.
10. evroke payîze.
çend mînakên din:
1.
îro payîze,
minê nekirye kar û barê zivistanê,
koçerêd malxrab, malêd xwe barkirne,
ji war û kozêd vî zozanî...
bo kêş û qafya payîzoka çi cudahî di navbera wan û sitranêd dî yên kurdî da nîne, wekî ḧeyranokan.
2.
hayê…hayê,
wê li min hatî pîrepayîzeke bi lez û beze,
serkêd jorî befrê girtin,
xezebê xwe havêt xopanêdkevnereze,
xwezî ji xêra xwedê ra,
tu bûkeka mala babê min bayî,
min ji kirt û malê dinê eve bese.
3.
hayê..hayê
wê li min hatî payîzekî reş û tarî,
dara xemla xwe werandin,
tavî tavî baran barî,
xwezî ji xêra xwedê ra,
ez û bejna bilind careka dî bigehîn êk,
bila paşê ez rebena xwedê,
bibam temaşakê vî bajarî.
4.
hayê…hayê,
wê li min hatî payîzeka zûye,
minê nekirye kar û barê vê kanûnê,
serkêd bilind befrê girtin,
tavya, xwe havête kepyêd dêrebûnê,
kuro kolmalo, malbabixrabo
daybabê te çima bi te nekir,
wê sala par, li wargehêd vê havînê..?!
îro payîze wa hatye wextê,
xatirxwastin û belavebûnê…
5.
hayê…hayê,
îro payîze, dilkê minê ketye ber kesera,
guřebakî rabye li (katol) û (kelemperê)…
firandiye dexil û qiřkê li ser bêdera,
heçyê dost û yarek bi keyfa dilê xwe nebît,
bila çi cara medhêd xwe neket, li nav dîwana, li ç dera…
6.
hayê…hayê,
îro payîze, minê nekirye kar û barê zivistanê,
koçerêd malxrab, malêd xwe barkirne,
ji war û kozêd vî zozanî,
xwezîka ez bibame heval û hogrê bejna bilind,
di sê şewêd kanûnê da û di sê rojêd xopana vê gulanê…
daykê tu bi xwedê kî serê min rebena xwedê bişo,
sê biskêd delal çêkî wekî keçêd şêxa û dema demê payîzê,
diçne tewafa şêxa,
minê 'evdaleka xwedê digel firêkî…
7.
hayê… hayê,
payîzekê li min dest da minê nekrî kar û barê zivistanê,
serê beroka me dixazê reşîşekî hûr baranê,
îro xelk û 'alem bi hevalê xwe zewcîn,
ez û hevala xwe bi vê meḧelê dest ji hevduberdanê...
8.
hayê…hayê,
payîzekê li min dest da,
min çi j hevalê xwe nezanî,
serê somrîtkê me girtî befrê,
cemedê girtî mêrg û kanî,
çavê keleşgewra min bi xwe reşin,
nagirin kilê subḧanê…
9.
ax hey hayê...hayê,
li min hat û pîrepayîze,
weyla li min 'evdalkê xwedê,
min nekirye kar û barê zivistanê,
çyayêd me yêd jorî befrê yêd girtîn,
li deşteka meya têtin taveka baranê,
ḧesen berê xwe dayê bo wextê kepir herfandinê,
keçan û kuran dest ji êk berdanê,
ay hoy felek xayînê, sîng û berê vê kulê, kul malbabê,
koz û pêwanê destê min bûn,
vêcar dila berê xwe bidê,
ketye benda malan û mêran,
leqan û gezan û ḧeramê têkvedanê…
10.
ax hey hayê...hayê,
bi ser me da hatye pîrepayîzeka çenda bi lez û beza,
taveka baranê darête (dibarête) deşta me ya jêrî,
xiř pakirin keprokêd evan reza,
ay hoy felek xayînê, sîng û berê vê kulê, kul malbabê,
koz û pêwanê destê min bûn,
vêcar dila berê xwe bidê,
çawa ketye ber benda malan û mêran, leqan û geza…
11.
ax hey hayê...hayê,
bi ser me da hat û pîrepayîze, wa li min diketin gazî,
taveka baranê darête (dibarête) dar û barê rengîn,
şenga sipîndarokêd hevda, hêlane tazî,
keçê malbab xirabê, tu çawa ji xwedê natirsî,
eve destekê helal û beybûna ji min dixazî?...
12.
ax hey hayê…hayê,
gelawêja malxrab tu çenda sarî,
ez dizanim, daxeka te ji 'erdê bû,ya dî ji belgêd dar û barî,
ka tu bo min çi dibêjî, sîng û berê vê kulê, kul malbabê,
koz û peywanê destê min bûn, evroke êkê dî xarî…
13.
“ax hey hayê...hayê,
bi ser me da hateve pîrepayîze, wextê evan gêra,
gelawêja malxrab xwe dihelavêt nav qeşanekê sitêra,
sîng û berê vê kulê, kul malbabê,
koz û peywanê destê min bûn,
dîsa ketîne ber leqan û gezan, ber benda malan û mêra”…
14.
hey hooo hooo hoooo vooo hooo,
evroke payîze,
ezê gazî keme revenda,
dê gazî keme êl û koçera, êl û koçera,
ka tu yê bo min kîderê danê,
şevekê wî gazî kirê dê rabe ser xwe
pîrekê evro 'aşq li dinyayê kî ne?
'aşq li dinyayê ez û tu ne,
emê rabin berê xwe deyne berwarê siřêbrî,
emê rabin berê xwe bideyne warê wargenim,
emê berê xwe bidene kanîkewser û belava,
latebeybûna gewrya quleyî,
emê gevroka benanya bimînin,
xerîbin em rendegravya nabînin,
evroke payîze, revendên malkiwêran,
hatne ber bi bar û barkirnê,
reşmal hatne berî êxistnê,
xerîb emin dûmahîya revend û koçera mayîn,
kovandarê bejna bilind û çavê reşbelekim ḧeta roja mirnê,
hey hooo hooo hoooo vooo hooo,
evroke payîze,
miḧacirye neşêm kulên dilê xwe helênim,
ezê bendeka helînim, dilsozim,
mereqdara ez nabînim,
dê li dilê 'aşq û mereqdaran bilorînim,
heçî kesê heft sala 'aşq bît dê sojînim,
cergê 'aşqa di dilî da kelînim,
ber xatra hindê ku payîze,
bêhna gul û sosna bo min nayêt,
ezê xem û xyalê dilê xwe pê birevînim,
kovandarê bejna bilind û çavê reşbelekim ḧeta roja mirnê.
hey hooo hooo hoooo vooo hooo,
evroke payîze,
gilî û gazindê min li dar û berê çya ne,
gelî çya hindekê serê xwe nevî ken,
bila wezê bejna lawkê xwe li darê dinê têr bibînim,
ezê şengernda nabînim,
te ez kirme dîwaneyekî gulîberdayî,
tez kirme teyreke peřişkayî,
dûmayîka êl û koçera da mayî,
evcar ser payîze bêrîvana min maye dû wan bêrîya,
xwazya min zanîba tu li bêrîya sil bûyî,
yan li şivan dilmayî mayî,
ez ne bêrîya silim ne jî li şivana dilmayî bûme,
kotî şindokê mêran kopalek milê min da dayî,
milê minyê şikand,
rista morî û mircan li gerdena min qetyayî,
neşêm bidoşim şengemya,
kovandarê bejna bilind û çavê reşbelekim ḧeta roja mirnê.
hey hooo hooo hoooo vooo hooo,
evroke payîze,
li min hatye miḧelê xêra,
mela diçone mizgevta qeşe diçone dêra,
gelawîja malwêran xwe da nav komek sitêra,
ḧeta sala par vî çaxî singê te pavanê destê min bû,
mala day û babê te xirab bî,
îsal tu dane ber mal û mêra,
kovandarê bejna bilind û çavê reşbelekim ḧeta roja mirnê.
hey hooo hooo hoooo vooo hooo,
evroke payîze,
wezê dê rabim qasdekê bigirim bi kirê,
wezê swar bikem li canî û hêstirê,
bila ev biçîte serê wêranoka keprê,
bila ev silavekê lê biket ji helalê û beybûn û sosnê,
kanê serê wan nebirye siřê binê wan nebirye seqemê,
sosna dibêtê elêkumeselam,
ne serê min birye siřê,
ne jî binê min birye seqemê,
em zanîn tu hatî pirsyara rendegravya,
belê dihûnê nebû ku me dawet û dîlaneka girtîbû,
ku emê bên bêhin ken xwe, ku bêhna caran me nayê,
kovandarê bejna bilind û çavê reşbelekim ḧeta roja mirnê
(ji denigbêj Eḧmed Gelazî, herêma Deştebêla Şinoyê Kurdistana îranê)
15.
“ay herê...ay herê,
ay herê malxrabê dikem rabim neşêm rabim,
pêpkê min şilin çokê min hoho tewa min nabin,
erê malxrabê ez çibkem dinya şîrîne,
ho ho ho ez lê têr nabim,
ay heře xêr bêt ḧeyrane,
serçav xûya bî ezman girane,
ser barê lawane,
erê malxrab tu dizanî,
ez delalê dilê xwe nadem bab û birane,
ay herê malxrabê mi rezek hebû darê sêve,
wele dergehê qudretê vedbî di alyê wê ve,
erê malxrabê te ez dikoştim,
xûna min mabû zendê teyê sipye,
ay herê mi dî payîzekî li me hatî,
mi dî ewan 'ewra ha li me galegale,
xêvetê xwe wegirtn etegê xwe havêtne serê …?
eger xelk bû 'aşqê mal û ḧal temenê dinyalkê,
ez 'evdalê xwedê birîndarim
birîndarê qol û qolbaxê hoho li ser van zenda,
ay here malxrabê mi dî delala dilê m,
hoho xwe li min bakir,
erê malxrabê te navteng zirave,
kemer zêde ta kir,
bêje malxrabê xwe tu nebûyî 'aşqê qocefelekê,
te riḧka şîrîn ji qalbê min cida kir.”
16.
payîze payîze
“payîze, payîza li me dike gazî,
hûr bayî lêda, li kêryên bilndî,
hûr bayî lêda, weşandin xizêm gwên darên mazî,
keçkê, sê denga li kurkî dike gazî,
kurko mala babê te xirabû ḧeta bihar bî,
te li warê warkozê, te dey nekir,
îro payîze, meḧelên mala nucîbîna,
tê nuke desteyek riḧanê û beybûna,
ji min dixwazî”.
Ebdulkerîm Surûş (Aryas)
Urmiye - Îran
[1]