#Tevnkirin di çanda Kurdî de# – Beşa 6
Leyla Nûranî
Kelû
Di tevnkirinê de sê wateyên wê hene
Tayek ji benê Gord ku her du serên wê bi dareke Gordê ve hatibin girêdan, her diraneke Gordê ji du Kelûyan pêktê ku di orta Gordê re weke zincîrê pev re hatine girêdan.
2- Diraneke şeyê tevnkirinê
Du kelûyên şeyê min şikestine wate ew şeyê ku di navbera Defe û Bindefeyê de ye û tayên qumaş pê dikutin, du diranên wê yên qamîş ên zirav şikestine.
3- Di hûnandina Benan de bo çêkirina gore û kum û hwd…, bi her tayeke hetiye hûnandin û weke helqeyekê bi ya din ve hatiye girêdan dibêji yek Kelû (Kêlî – di kurmancî de dibêjin kêlî , herweha ji yek car dirûna bi derziyê re jî dibêjin kêliyekê lê de)
(Binêre dîmenê 49)
Gord- Daçek
Du darên ku ji her du serên xwe ve ji şeyan derbas dibe. Dûratiya navbera her du daran 15-20cm dibe û bi benan hatine pêçan û serê wan benan jî bi daran ve hatiye girêdan.
Hejmara şirîtan bi qasî dendikên şe ye. Her amûreke tevnkirinê 4 gord – Daçek hene.
Benên hiriyê bi cot ji Pirdele (dareke dirêje ku tayên ben li ser tên danîn) re derbas dibin, di nava çar Gordan re diçin, piştre di nav diranên şe re derbas dibin heta digihêjin pêşiya tevnkar. Ji wan benan re dibêjin Rayel û ew dibin çar beş, her gordekê benên xwe (Rayel) a xwe heye. Di nava hemû beşên amûrê tevnkirinê de rayel bi cot diçin tenê li serê gordan dibin yek ta. Dirêjahiya gordan cûda ye, tevnkar li gor kêm û zêde bûna ben, ku girêdayî panahiya qumaş e, gordên pêwîst bo amûrê tevnkirinê amade dike.
(Binêre dîmen A-50)
Wate dirêjahiya gordan girêdayî ye bi panahiya berê wî qumaşê ku tê çêkirin,
Weke mînak Bûzû wate qumaşê taybet bi Şal û Şapik an Ran û Bergîzan ku bi merezê tê çêkirin şe û gordên xwe yên taybet hene û nîva şe û gordên çalikan e (Sicad)
(Binêre dîmen 51)
Di tevnkirinê de Gord-Daçek ji wî darî re dibêjin ku dikeve nava berik an mafûr de û tayên wê ji hev cuda dike û herweha Po- ew tayên ku bi panî di nav tevnê re debas dibin pê dikutin.
Taybetmendî an jî têgeha Şe û Gord di karê tevnkirinê de
Ji Şe û Gordê kesî nayê ew benê (Rayel) ewqas stûre ku di nava Gord û diranên Şeyê kesî re derbas nabe, wate jêhatî û giranbûha bûn bo kes an jî tiştekî ye ku bi hêsanî bidest nakeve
Di vê cîhana pehn û berfireh de tenê Rofiye Xanim heye ku nazik û nazdar e lê ji şe û gordê kesî nayê - ji Beyta Seîd Mîr Sêwdîn beg
Werîs
Benê stûr yê ji çend benê li hev hûnandî hatiye çêkirin, sê ta ye bi hêçik ve tê girêdan, li rex amûrê tevnkirinê bi karîteyekê ve girê didin û beşa dawiyê (binê) (Rayel) digre.
(Binêre dîmen 52)
Lalenger
Dareke çar sû (Çar alî) ye ku li ser karxane (dezgahê ku amûrê tevnkirinê li ser tê danîn) hatiye danîn, ji her du serên wê bizmareke mezin hatiye kutan, serê bizmaran ketine ser şeyekê, bi awayekê ku ew dar li dora wê bizmarê digere.
Li rex her du serên wê, du darên din bi navê Şaqol hene, hatine reze kirin (zibane kirin) û li aliyê serî jî weke enîşkekê Qolê bi Defeyê ve girê didin.
Lalenger ji 5 beşan pêktê, yek li ser karxaneyê hatiye dirêjkirin, binêre dîmenê A, duyem Şaqol – binêre dîmenê B, sêyem Qol- binêre dîmenê C)
Karê Lalenger ev e ku hevsengiya Defeyê biparêze û dema ku bo ser û bin an jî rast û çep diçe hevsengiya wê têk neçe.
Çavkanî
Geştek di nav kargeha tevnkirinê de Seyîd Ebdula Semedî
Kovara Zanîngeha Zanistên Mirovî ya Tewrêzê – Beşa Tevnkirinê- Qadir Fetahî Qazî
[1]