Çanda xwarinê ya Kurdan
Edîb
Kurdistan yek ji wan herêman e ku di nav devereke çiyayî de cih digire û ji ber wê sedemê jî xelkê herêmên kurda meyla mezin ji #xwarin# a sebzeyên çiyayî yên bêhnxweş heye. Ji aliyê din ve, ji ber herikîna jiyanê ya li ser bingeha sewalkarî, çandinî, bexçe û mêşvaniyê, bikaranîna nebatên xwarina xwezayî yên wekî kivark, kerfes, kenger, revas u xoje û hwd. dîtin. Şêweya pêjeya kurdî pir hêsan e û li ser malzemeyên berdest û xwezayî ye.
Di beşa yekem ya xwarinên kurdî de dixwazim Çend aş û xwarinên ku li herêma kurda tên çêkirin bidim nasîn.
Xwarin li Kurdistanê çawa tên çêkirin
Çend cureyên xwarinê
1 - Xwarina nîska bulxur kirî;
Nîsk, bulxura genim, pîvaz, kartol û biharat, malzemeyên hevce yên destpêkê bo pêjandina xwarineke bi tam in ku li Kurdistanê tê çêkirin û nîsk û Savar navê din yên wê aşê ne.
2 – Xwarina dane kulane;
Ev xwarin yek ji xwarinên taybet ên Kurdistanê ye ku dema şîn bûna yekemîn diranê şîrî yê zaroka, tê amade kirin û nav xizim û hevalan tê belav kirin. Ev aş di zivistanê de jî gelek hezkirîyên wê hene. Genim, Nok, nîsk û fasolyên sor, nenava hişik kirî, pîvaz û biharat malzemeyên destpêkê ya xwarina danekulan pêk tînin
3 – Xwarina perpûle
Xwarina perpûle ku bi navê xwarina nîska jî tê nas kirin, zêde di demsalên sar de tê pêjandin. Nîsk, pîvaz û rişteya aş malzemeyên destpêkê yê wê xwarinê tên pêkanîn.
4 – Xwarina sengesîr
Goştê mirîşkê Yan jî yê elokê di gel hestîyê wan de, birinc, nîsk, keşk û sînga mirîşkê ku wekî kufteyên biçûk tên amade kirin. Pîvaz û biharat malzemeyên destpêkê ya wê aşê pêk tînin ku demsala zivistanê de cihekî wê yê taybet li ser sifreyên herêmên kurdî heye.
5 - Xwarina dogê;
Xwarina dogê hema hema li hemû bajarên Îranê tê pêjandin. Amadekirina vê xwarinê li Kurdistanê hinekî cuda ye û sebzeya xwarinê (gişnîz, kevar û nena), nokên pijandî, birincê nîvdane, rûn, mastê tehtkirî û hêk malzemeyên destpêkê pêk tînin.
6 - Xwarina doxîn;
Ev xwarin ku bi navê xwarina gezne tê nas kirin, ji genim û ceh ê qutayî di nav do de tê pijandin û ji sebzeyên bêhnxweş yên çîyayî, weke pûngê, kakûtî ji gezne û pelên şelxemê tê amade kirin.
7 – Xwarina kelemê
Jêre tirşik jî tê gotin, di pijandina wê de kelem jî tê bikaranîn, bo amade kirina wê xwarinê birinc, Savar, pîvaz, pelê kelemê, mireba bacana û nenava hişik tê bikaranîn. Di dawiyê de jî bo tirş kirina tama wê Simaq tê zêde kirin.
[1]