Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,303
Wêne
  123,717
Pirtûk PDF
  22,065
Faylên peywendîdar
  125,370
Video
  2,191
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Qetlîama Helebçeyê û domandina hişmendiya tunekirina neteweya Kurd
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Qetlîama Helebçeyê û domandina hişmendiya tunekirina neteweya Kurd
Qetlîama Helebçeyê û domandina hişmendiya tunekirina neteweya Kurd
Qetlîama #Helebçe# yê û domandina hişmendiya tunekirina neteweya Kurd.
Nivîsandin û Amadekirin: #İbrahim Güçlü#
Dîroka neteweya Kurd bi terîfeke din, dîroka qetlîaman e. Lewra li hemû beşên Kurdistanê dema neteweya Kurd mafên xwe yên neteweyî daxwaz kir, ji bona çarenivîsiya xwe û serxwebûn û azadiya xwe têkoşînên neteweyî meşandin; her dem bi qetlîaman re rûbe rû bûn. Neteweya kurd ji bona ji holê rabe, rûbirûyê komkujiyan bû. Qetlîama Helepçeyê #16-03-1988# jî beşek û xelekek ji van komkujî û qetlîaman e.
Qetlîama Helepçeyê, beriya 36 salan pêk hat. Tê zanîn ku di sala 1979an de di navbera Dewleta Iraqê û Îranê de li ser talana Peymana Cezayîrê şer dest pê kir. Di vî şerî de jî neteweya kurd û rêxistinên Kurdistanê ketin nav zehmetiyeke mezin. Dewleta İranê dixwest ku rêxistinên Başûrê Kurdistanê piştgiriya wê bike, Iraqê jî dixwewst ku rêxistinên Rojhelatê Kurdistanê piştgiriya wê bike. Lewra Rêxistinên Kurdistanê bi gelek aliyan ve hewcedarî wan bûn.
Di encamê de Dewleta Iraqê piştgirya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNKê) ji Dewleta Îranê re sedem nîşan da di 16ê Adara 1988an de li Helepçeyê çekên kîmyewî bi kar anî. Encama ew çekên kîmyewî li Helepçeyê qetlîameke gelek trajîk hat rojevê. Gor agahdariyekê 5000 û gor agahdariyekê 7000 kurd hatin qetilkirin. Bi hezaran kes jî bi awayekî trajîk seqet man.

Berpirsên Dewleta Federe yê Kurdistanê di derbarê Qetlîama Helepçeeyê gelek peyam pêşkêşî raya Kurd û dinyayê kirin. Ez dixwazim bi peyamên wan, Qetlîama Helebçeyê şermezar bikim û şehêdên Helebçeyê bi rêz bibîrbînim.

Berpirsên Dewleta Federe ya Kurdistanê di derbarê Qetlîama Helebçeyê de diyar kirin ku “di 36. salvegera kîmyabarana Helebceyê da em şehîdan bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Silav li giyanê paqijê wan bin û ji malbatên şehîdan ra silavan dişînîn.”Kîmyabarana Helebçeyê xala şermezarî û rûreşiyê ye bi nav çavên tawanbaran ve û li cîhanê jî nasname û şahidiya bindestiya gelê Kurdistanê ye. Di nav çend deqeyan da jiyan ji pênc hezar mirovên bêguneh, ji xweza û her tiştî stand. Bi hezaran kes birîndar kirin û koçber kirin, lê nekarî îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê bişkîne.
“Gelê Kurdistanê bi bîranîna vê karesatê dê bîne bîra nifşên îro û tevahiya cîhanê ka ji bo azadiyê çi qûrbanî dane. Herwesa, cîhan û mirovahiyê têxe bin erkekî exlaqî û mirovî ku hemû hewlên xwe bidin ji bo ku tawanên bi vî awayî li tu derên cihan dubare nebin.
“Bi vê minasibetê em spasiya Hikûmeta Federal ya Iraqê û hemû aliyên peywendîdar yên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku proseya biparêzgehkirina Helebceyê temam kirin. Em tekez dikin ku xelkê Helebce û Helebceyiyan di hemû waran da zêdetir pêwîstî bi xizmetguzariyan heye. Divê xemsarî neyê kirin û li gor biryara dadgeh û yasayê bêne qerebukirin.
“Dema em vê karesta trajîk û qurbaniyên wê bi bîr tînin, em bi hêvî û umêd li paşerojeke baştir ji bo neviyên xwe dinêrîn. Ji bo parastina destkeft û mafên destûrî û statuya federaliya Herêma Kurdistanê em dê bi îsrar li ser kar û xebatên xwe yên ji bo yekrêzî, biratî û pêkvejiyanê berdewam bin.”
$Domandına Hişmendiya Înkarkirin Û Tunekirina Neteweya Kurd$
Di heman dem de Serokê Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê Mesrû Brazanî di peyamên xwe de mijareke gelek girîng pêşkêş kirin û gotin ku “Tawana kîmyabarana Helebçeyê, belgeya stemkarî û zîhniyeta nemirovane ya dijberên gelê Kurdistanê ye. Piştî 36 salan ji karesata Helebçeyê, şerm e ku hîn jî di nava dewleta Iraqê de heza nehîştin û înkarkirina gelê Kurdistanê tê dîtin.”
Tê zanîn ku Di van rojên dawî de nîjadperestên Ereb yên din av dewleta Federal ya Iraqê de ne gelek aşkere diyar kirin ku li dijî Fewleta Federal ya Iraqê û Federe ya Kurdistanê ne. Dixwazin ku statuya kurdan ya federe ji holê rabe. Iraq vegere dema sıstema faşîst û nîjadperest ya Seddam û Baasê.
Kesên xwediyê vê hişlmendiyê ne, aşkere dikin ku ji bona vê armancê xebat dikin. Ji wan re jî beşek kurd û partriyên kurdan jî, ji wan re alîkar in.
Alîkarişya beşek kurd û partiyên Kurdistanê ji nîjadperestên ereban re îşareta xeteriyeke mezin e. Divê ew kurdên ji nîjadperestên ereb re alîkar in, dev ji vê berdin. Heger bernedin dê nav xiyaneteke mezin de bin.
Ev helwesta nîjadperestên ereban jî diyar dike ku di nav Dewleta Federal ya Iraqê de hişmendiyeke xurt ya nîjadperest heye û dixwazin ku neteweya kurd ji holê rakin.
Ev helwesta nîjadperest, di Dewleta Federal ya Iraqê de him ji bona neteweya kurd û him ji bona neteweya ereb û kêmneteweyan jî gelek xeter e.
Ev hişmendiya di hamendem de şerfiroşî ye. Kesên xwediyê vê hişmendiyê dixwazin ku di navbera ereb û kurdan nekokî kur bibin û şer çê bibin. Ev jî dibe edema felaketeke mezin.
Divê kurdên û erebên sîstema federal diparêzin, dixwazin ku pêkvejiyana neteweyan di Dewleta Federal ya Iraqê de dom bike, pirsgirêkên heyî çareser bibin, Kerkuk û herêmên din yên Kurd vegerin nav Dewleta Federe ya Kurdistanê li dijî van nîjadperewetan bi hev re xebat bikin. Helwesta van nîjadperestan ne hiqûqî ye û li dijî sîstema federal in. Divê bên darizandin û cezakirin.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,007 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kovarabir.com/ 23-04-2024
Gotarên Girêdayî: 14
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-03-2024 (1 Sal)
Bajêr: Helebçe
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Kîmyabarana Helebce
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Başûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 23-04-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-04-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( ڕۆژگار کەرکووکی ) ve li ser 14-06-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,007 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.297 çirke!