Kovara Kurdistan
Digel kovara #Jîn# ê, kovara Kurdistan jî, ji alîyê Komeleya Pêşketina Kurdistanê ve hatîye çapkirin û belavkirin. Yekemîn hejmara kovara Kurdistanê,
di roja #30-12-1919# de di çapxaneya Necmî Îstiqlal de hatîye çapkirin. Li gor derçûna dîroka hejmara yekê, bi derbasbûna vê salê re li ser roja çapbûna Kurdistanê 95 sal derbas dibin.
Ev kovar, kovareke hefteyî bû, tê de nivîsên bi zimanê osmanî, kurdî, farisî û erebî hatine belavkirin. Ciyê çapkirina wê, bajarê Îstenbulê ye. Mehmed Mîhrî xwedîyê îmtiyaz û Arwasîzade Mehmed Şefîq jî sernûserê kovara Kurdistanê bûn.
Îro em baş nizanin ku ev kovar li ser hev çend hejmar hatine çapkirin. Der bareyê hejmarên derçûyî yên kovara Kurdistanê de bîrûrayên ciyawaz hene. Di nav rûpelên gelek hejmarên kovara Jînê de nûçe û danasîna hejmara nû ya kovara Kurdistanê hatîye belavkirin. Di hejmara
25. ya Jînê de agadarîya çapbûna hejmara 14. ya kovara Kurdistanê hatîye belavkirin. Li gor agadarîya Memed Bayrak ku ji raporek Hasîp Koylan neqil dike û têde behsa hejmara 15. ya kovarê û nivîseke Mehmed Mîhrî ya bi navê “Kürtlerin Hissiyat-ı Necibesi” dike. Li gor nivîsîn û neqilkirina Dr. #Ferhad Pîrbal# , “Mamoste #Ela’edîn Secadî# û Kemal Xeznedar li ser ew bawerîyê ne ku kovara Kurdistan 27 hejmar hatine belavkirin. Lêbelê ji bo rastnîşandana vê îddîayê, ji hejmara paşîn rûpelek tenê jî li berdest nîne. Mamoste Kemal Mazhar jî dibêje: “Hejmara dawî ya ku min dîye, hejmara 19. ye û li ser bergê wî hatîye nivîsîn; 7ê Receba 1338 (1920) û sala duwemîn.” Viladimir Minorsky jî dibêje: “Kovara Kurdistan a heftane, li ser hev 37 hejmar hatine çapkirin.”4
Lê tu çavkanîyek jî dîyar nake. Di vê xebata berdest de hunê naveroka hejmarên 1, 2, 3, 4, 5, 6, 8, 9 û 13 yên kovara Kurdistanê bibînin. Hejmarên din li ber destê min nîn in. Li ser bergê pêşîn ê hejmara yekemîn weha hatîye lêkirin: “Ji dervayê sîyasetê behsê her babetê tête kirin, bi her zimanî tête çapkirin û
kovareke hefteyî ye.”
Der barê ciyê neşirkirinê jî weha hatîye lêkirin: “Di çapxaneya Necmî Îstiqbal de hatîye çapkirin.” Di hejmarên 5-6an de em dibînin ku pênaseya jorîn guherîye û li
şûna wê de weha hatîye lêkirin: “Sîyasî, civakî, edebî û îlmî ye, ji hefteyê carek tête neşirkirin.” Li ser bergê hejmarên 8. û 9. jî weha hatîye lêkirin: “Kovareke fikrî û serbixwe ya sîyasî, civakî, edebî û îlmî ye, ji hefteyê carek tête neşirkirin.” Wek ciyê belavkirinê jî navnîşana “Îstanbul Bab-ı Ali caddesinde Yeni Şark Kütüphanesi” hatîye dîyarkirin. Di hejmara yekemîn a kovara Kurdistanê de, bi navên cihê cihê pênc nivîsên M. Mîhrî hatine çapkirin.
[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=567321&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin kovara Kurdistan=KTML_Link_External_End=