Navê pirtûkê: BERA BER DERÎYA
Navê nivîskar: #FÊRÎKE ÛSIV#
Cihê çapkirina pirtûkê: Yêrêvan
Navê çapxaneyê: Asoxîk
Sala çapê: 2006
Çiroj, çi lezet, çi emirxweşî
Bêy Afrodîta nûrîne zêrîn?
Hê rinde meriv bimire, nejî,
Ne ku lezeta hubê bê birîn.
Hub gule, gula cahiltîyê bînxweş,
Him ji bona mêr, him bona kulfet.
Lê dema ku te kaltîya reşe-heş,
Mêr eblû dibe, bê sehet-qewat.
Derd-xemê xeder, êş-êşûkê no
Dilê kalemêr hingê dikojin,
Ji wîra îda nabeşire ro
U jê hiz nakin ne qîz û ne jin.
[1]