Terîqeta #Neqşebendî# li Kurdistanê û bingehên hizrî yên vê rêbazê
Diyako Şasiwa
Di du sedsalên borî de, welatê Kurdistanê qada serhildana gelek rêbazên hizrî û olî yên cuda bûye. Hin ji wan rêbaz û hizrên olî û civakî her ji Kurdistanê ve serî hildane. Beşek jî şaxe û rîşeyên bîr û nerînên bîrmend û rêberên civakî û olî yên welatên dinê ne ku ji rêya kesên elît û hilkeft ên kurd ve anîne nav Kurdistanê. Yek ji wan rêbazên olî ku bandoreke zêde li ser xelkê Kurdistanê hebûye, rêbaz û terîqeta Neqşebendî ye ku di serdema Mewlana Xalidê Neqşebendî de hatiye Kurdistanê.
Wekî ku di pirtûkên dîrokî de û yek ji wan pirtûka Dr. Mehînduxtî Muitemîdî de ku behsa Neqşebendî hatiye kirin, Mewlana Xalidî di sala 1808an de rû dike welatê Hindistanê û li bajarê Dêhliyê diçe xizmeta aliyê ramana Neqşebendî ya wê serdemê wate Şêx Ebdulahê Dêhlewî. Piştî wê ku sê salan di xizmeta Şêx Ebdulahê Dêhlewî de dibe û yasaya olî û terîqeta nû fêr dibe, sala 1811an vedigere Kurdistanê. Vegera Mewlana Xalidî bo Kurdistanê ji bo pêşxistina rêbaza Neqşebendî û avakirina binke û toreke civakî û olî li Kurdistanê bû ku bi tora olî û civakî ya Neqşebendî tê nasîn. Xuya ye ku hevdem digel serhildana wê tevgerê û pêş wê jî, hin ji tevgerên olî, terîqet û civakî yên din di Kurdistanê de çalak bûn. Bo mînak em dikarin îşareyê bi terîqeta Şîeyên wek “Nêimetulahî” û “Xak Salarî” bikin ku ew beriya hatina Neqşebendî li Kurdistanê û di nav kurdên Şîe de rol hebûn. Lê di nav kurdên Sunî de zêdetir du terîqetên Qadirî û Neqşebendî rol lîstine.
Terîqeta Qadirî ji ber wê ku beriya hatina Neqşebendî û vegerîna Mewlana Xalidî, di Kurdistanê de karek zêde bo hatibû kirin, bi dehan û sedan xaneqa û binkeyên berfirehkirina wê terîqetê hatibûne avakirin û bi hezaran derwêş û alîgirên wê hebûn. Ji hemûyan girîngtir şêxekî mezin bi navê “Şêx Marifê Nodê” rêberatiya wan dikir. Serok û rêberên wê terîqetê, hatin û çalakbûna şêweyekî din ji terîqet û olî li Kurdistanê bo ser terîqet û rêbaza xwe bi metirsî dizanîn. Her lewma rêberên terîqeta Qadirî hest bi metirsiyê dikirin û hatina terîqeta Neqşebendî bo Kurdistanê bi rikeberê xwe didane hesibandin. Ji aliyekî dinê ve Mewlana Xaildî ji ber berfirehbûna pêwendiyên wî yên civakî û herwisa ji ber zanyariyeke zêde ku di warê edeb, ziman, ol û terîqetê de hebûye, kariye netenê rêbaza xwe berfireh bike, belkî du şêxên mezin ên terîqeta Qadirî yên bi navên Şêx Ebdulah û Şêx Ehmedê Serdar bixe bin bandora xwe û ew dev ji rêbaza Qadirî berdin û bêne ser rêbaza Neqşebendî. Mewlana Xalid ji xeynî wê yekê bi dehan xelîfe di navçeyên cuda cuda yên Kurdistanê de dana ku bangewaziyê ji bo rêbaza wî ya nû û hizrî bikin.
Tev ew kiryar û çalakiyên Mewlana Xalid, dibe sedema wê ku Şêx Marifê Nodê ku rêber û pêşewayê terîqeta Qadirî bû, bibe dijminê Mewlana Xalid. Di vê derbarê de Claudius James Rich di pirtûka xwe ya bi navê “Geşta Rîch” de îşare bi rol û bandora Mewlana Xalid dike. Rich ku sala 1820an hatiye Kurdistanê, dinivîse: Mewlana Xalid 12 hezar peyrew hebûye. Lê jêderên din hejmara peyrewên Mewlana Xalid heta 20 hezar kesî berawird dikin. Ji ber berbelavbûn û bandora wê rêbazê, wekî Mela Ebdulkerîm Muderis dibêje: Şêx Marifê Nodê dibe dijberê Mewlana Xalid û kurê xwe û yek ji xelîfeyên xwe yê bi navê Ebdurahman Talebanî ji bo kuştina Mewlana Xalid dişîne û Mewlana Xalid jî li sala 1823yan ji tirsa jiyana xwe, bi xwe û malbata xwe ve ji Kurdistanê direvin û ber bi Bexdayê ve diçin. Lê Mewlana Xalid di Bexdayê de jî berdewam bi xelîfeyên xwe re di navçeyên cuda cuda yên Kurdistanê de pêwendiyan çê dikin û ew tora civakî û oliya ku danîbû bi awayekî gelek berfireh çalak dike.
Wek tê zanîn her rêbaz, ol û tevgereke civakî, hin ji bingeh û prensîpên îdeolojî û hizrî hene. Rêbaza Neqşebendî wek hemû rêbazên hizrî û olî bingeh û esasa xwe heye. Dr. Behadîn Ehmed di lêkolînekê de ku li ser wê rêbazê nivîsiye, îşareyê bi heşt bingehên rêbaza Neqşebendî dike. Wate ew rêbaz tenê rêbazek nebû ku li ser hesta mirovan kar bike. Belkî li ser hest, têgihiştin û ramanên wan jî xebitiye û bingeh ji bo wan vehûnandiye. Ev heşt bingeh û prensîp jî ev in:
Yek: Hişmendiya niha; ango her mirovê ku pêbendê vê sîstem û rêbazê ye, di her demeke jiyana xwe de bi hişyarî û hizr ve tiştan binirxîne û heta hestên xwe jî çarçovedar bike û ev yek ji cudahiyên girîng ên rêbaza Neqşebendî ye bi rêbazên dinê re. Ango tekeziyê li ser haydarbûna di demê de dike.
Duyem: Serbilindkirin. Peyrewên wê terîqetê ji bo vê ku bala wan neçe aliyê kes û diyardeyên dinê û bala wan zêdetir li ser hiş û bîra wan be, di meşê de divê serê xwe bilind bikin.
Sêyem: Geriyan di nîştimanê de; Yanî ger di rêbazên dinê de, wek mînak di rêbaza sofiyetiya Îranî de, kesê ku bixwaze bigihêje encam û mebestê, divê mal bi mal here û gund bi gund û welat bi welat bigere da ku bigihîje rastiyê, di wê rêbazê de peyrew yan alîgirên wê terîqetê, yan kesê ku di bîra wê terîqetê de adet kiriye, pêwîst nîne ji bo gihîştin bi heqîqet û rastiyan welatê xwe bi cih bihêle, belkî di nîştimana xwe de divê li pey rastiyan bigere. Ev xal jî xaleke gelek cuda ye ji terîqet û olên dinê ku tekeziyê li ser nîştiman û li ser welatekê dikin ku peyrewên terîqeta Neqşebendî tê de dijîn û em dikarin bêjin bi awayekî bingehek netewî tê de hatiye parastin.
Çarem: Bîra tenêtî di civatê de; Ango dema ku mirov di nav komeke xelkê de be, her çend aliyekî hişê wî bi wê komê re be jî, divê aliyekî din hay ji xwe hebe. Wate tu ew dema ku di nav civatê de yî û di nav komek mirov de dijî, divê serbixweyiya xwe ya kesayetiyê biparêzî.
Pêncem: Yadkirin yan zikirkirin; bingehek e ji bo dijayetîkirin bi bêdengbûn, xemokî û tenêtiya mirov re. Di wê terîqetê de ji bo pêwendî bi rêberê terîqet û Xwedê re û zikirên bedew divê tim ziman bikar bîne.
Şeşem: Vegerîn; ew bingehe jî tekeziyê li ser wê dike ku di her pile û bîrkirinekê de mirov dikare raman û çalakiyên xwe geşe pê bide. Lê di encamê de divê vegerî bo ew behsan ku tev tişt di encamê de bi heq, heqîqet û xweda dawî pê tê. Vegerîna hemûyan li cem başî û dirustî mebesteke girîng e.
Heftem: Berevanî; wate parastin. Bi wê mebestê ku peyrewên wê terîqetê û alîgirên wê şêwaza nêrînê, pêwîst e ku ew arasteya ku girtine pêşiya xwe, li ser şêwaza hizrî ji bo nasîna cihan û rastiyan, berdewam be.
Heştem: Bîranîn; behsa wê yekê ye ku divê mirov di her cure pêwendiyeke civakî de be, di her cure çalakiyekê de be, her şêwenêrînekê ku ezmûn dike, divê wê yekê ji bîr neke ku mebesta sereke ya wê gihîştina bi heqîqet û rastiyê, di hundurê Xwedê de xuya be, lewma divê berdewam bîne bîra xwe ku baregeha rastî divê bersivdar be.
Ev heşt bingeh û prensîp ew bingeh in ku bi giştî terîqeta Neqşebendî li ser hatiye avakirin.
[1]