Aqil û dewlet
Hebû nebû rojekê li vê cîhanê .
Aqil û dewlet li hev rûniştin. Bi hev re ketin nîqaşan .
Aqil ji Dewletê re dibêje :_Ne ez bim ;tu nikarî debra xwe bîkî.
Dewlet dibêje:_ ne ez bim; tu nikarî tiştekî bikî û tu bê faydeyî.
Aqil bi dewletê re got :_ temam ne wisa ye ,ez ê xwe bidim aliyekî û tu camêriya xwe ribane minke .
Dewletê mêrekî xwe girt û her tişt dayêkê;milk ,mal û her tiştî ku li dinyayê tunebe dayêkê .Dem diçe dewran diçe ,Dewlet ;sê kevirên cawirdaş(ên pir şewq didin) dibe vî mirkî ,ku di hewşa mala xwe de vêxe ,lê wî mêrkî ji ber ku bê hişe ,rabû cawirdaşên xwe danîn ser dîwarê malê û kolan tev di bin roniyê de dimîne. Siltanek dibîse ku cawirdaş li ba wî hene fermana xwe dide û dibêje:ji hêştiran û peran û milk û malan ji wî mêrkî re binin û kevirê cawirdaşê jê bistînin .
Heres feremana siltên pêk tînin û diçin cem wî mêrkî û keviran jê dixwazin .
Mêrik ji ber ku bê hişe bê ku tiştekî bixwaze dibêje: bibin keviran ji siltên re .
Kerwan tev keviran vedigerin ba siltên .Siltan pir difikire .û ji wezîrên xwe pirs dike ku çima vî mîrkî ti milk qebûl nekiriye .ka ez çi pêdim ku ez wî mikafebikim.
Wezîr dibêjin :qîza xwe pê de .Siltan qebûl dike û bane mêrik dike cil û bergên padîşahan lê dike û qîza xwe lê mar dike .lê mêrik her şev li paş qapî qesrê yê yekê radiket .rojek du sisê qîza siltên bi bavê xwe re got: ku ew her şev li paaş qêpi radikevê .siltan dîsa bi wezîrên xwe re rûnişt û got:yê ku bi perê min qayîl nebû bi qîza min jî qayîl nebû . Siltan fermanê dide ku celad here û serî wî bîne .
Gava ku celad darê li qêpi dixe .Dewlet dirive ba Êqil û Aqil ji dûr ve ji xwe re gudarî dike bê ku deng bike . Dewlet jê re dibê je :ez bi gora te bim henek hiş sêrike .
Aqil dibêje :binê re ez ê qasî nîskekê êqil pê dim û ew wê çawa heya karî xwe bike û bira tu zanibî bê min tu kar nabê .
Êqil hene hîş dayêkê mêrik xwe ji xew çekir û got :ez li vir çidikime û jinka min li jore
Radibe û diçe ba jina xwe û paşê qîza Siltên qêpi vedike û celadên bavî xwe dike tofanê û wan li bavê xwe vedigerîne.
Têbînî: Çîroka Aqil ji devê Pîra Fêro ya ji xelkê Kobaniyê ku bi temenê xwe 72 sal e hatiye wergirtin
ÇAVKANÎ Ji çîrokeke gelêrî ya devoka Kobanê[1]