Berbirûbûna bi neyarên ciwanî û mirov re
Dr. Soran Rewandizî
Renge dijberên vê gotinê jî hebin, lê rastiyên dîroka hunerê, şermê ji rexnegirên vê biyavê nakin
Serdemek bi ser dirûşm û rêbaza ‘’Huner di pêxema #hunerê# ’’re derbas bûye. Ew bîr û raman, encama nêrînek taybet ji bo hunerê bû ku li vê baweriyê de bû ku tenê pûteya derûnî ya zatî ya mirov cihê baldariyê ye û her tişt bibe paşkoya hunerê yan weke paşnav pê re be, resenatiya hunerê têk dide. Di rastî de, destepeyva han ji hevokek Fransî hatiye wergirtin ku dibêje‘’1’art: pour 1’art’’ huner her ji bo hunerê ye. Wate huner dibe li buhayên akarî, civakî û hînkarî û berjewendiyên din were qutkirin. Bi gotinek hêsantir em dikarin bibêjin; hunerê li gor ew buhayên ku li zata xwe de heye, girîng e, ne ew buhayên derekî ku bo nav deqa hunerî tên vezelandin.
Yekem car jî ‘’Tîofîl Gotiye’’ di pêşekiya romana ‘’Madmazêl Domopîn’’ de ew destepeyv bikar anî.
Lê her di Fransayê de yekem rexnegir jê re peyda bû. Ew jî ‘’Jorij Sand’’ bû. Sand li dijî wê pêvajoyê got: Hunera ji bo hunerê gotinek pûç û vala û bêmana ye. Feylesofê mezin ê Almanî ‘’Firêdrîş Wîlhêlm Nîçe’’ jî di pirtûka ‘’Avabûna butekan’’de nivîsî; tiştek bi navê huner ji bo hunerê her nikare bibe.
Helbet her du deste jî belge û şîkariyan bo gotina xwe nîşan didin. Çi yên ku bawer in huner tenê ciwaniya derûnî a berhema hunerî ye û çi ewên ku di vê baweriyê de ne ku huner di pêxem tiştek girîngtir ku mirov û civak e dibe were dîtin û berhem be. Em carê naxwazin bikevine yekalîkirina vê basê, lê tekez li ser terzek ji hunerê dikin ku li hember bûyerên siyasî û civakî û çarenivîs û heybeta mirov de xwe bi berpirsiyar dizane.
Em dizanin ku hunermend rihliberek cuda û veqetiyayî ji civakê nine ku bûyerên siyasî û civakî û çarenivîsa mirov li ba girîng nebe. Ji aliyek din ve her ew bûyer û curebûna mirovên civakê bandor li ser kesatî û û heyî û neyiya hunermen dike. Hunermendek ku dikeve bin tesîr û bandora wan bûyer û hilkewt û bervaran, çawa dikare xwe jê bide alî û cuda ji vê atmosfer û kavdan û seqayê bifikire û tenê li form û pêkhateya deqa hunerî a xwe de bifikire.
Her li ber vê mijara girîng e ku em bi kêmî dibînin ku hunermendek xwe li asta bûyeran de bi berpirsiyar nezanîbe.
Helbet hebûn û hene ku mijara han bi dilê hin kesan nebûye û helbet civakê jî awirek wusa lê nedaye.
Ger wêjeya cîhanî bi mînak werbigrin, em dikarin li zaf welatan de hunermend û nivîskarên berpirs bibînin ku rolek mezin û bi bandor hebûne û bûne bi cihê şanaziya welatê xwe û mirovahiyê jî. Helbet eve jî li bîra me be ku hunera berpirs û berxwedanê bi wateya durûîma rût û dabezandina ciwanî û asta hunerî û formeke deqan jî nîne.
Bo mînak berhema nîgarkêşê mezin weke ‘’Pablo Pîkaso’’bi navê Gornîka, dijkiryarek e li hember hovêtiya leşkerên dîktator û nemaze dema ku leşker diçin bo nîgarxaneya wî û vê kewala girîng a hilawîstî bi dîwarê wî re dibînin, jê dipirsin eve berhema te ye? Ew jî dibêje nexêr, eve berhema cinayetên we ye.
Li biyava romanê de ger em bixwazin îşare bi berhemên wusa bikin, em dikarin îşare bi romana ‘’Cejna Nêrî’’ ji nivîsîna ‘’Maryo Bargas Yûsa’’bikin. Ew şahkara cîhanî qala dîktatoriya ‘’Tiroxiyo’’ dike û welatek dîktatorlêdayî û terzên berbirûbûna bi dîktator li welatê ‘’Domînîken’’ê tîne ber bas.li warê helbestan de, em dikarin amaje bi ‘’Fêdrîko Garsiya Lorka’’ bikin ku jiyana xwe li ser helbestên xwe bext kir û deqa berpirs u hunerê weke ‘’Goranî gardî sivîl’’ û ‘’Demjimêr pênc a êwarî’’ û ...afirand. Li warê mosîqayê de mirov dikare îşare bi ‘’Vîktor Xara’’ bike ku heta dawîn dilopa xwîna xwe ji bo xelkê û li dijî desthilatê stran gotin û saz lêxist (jeniya) û bû bi parek ji dîroka huner û şikoya mirovê modern. Bi kurtasî dikarim bibêjim hunerek li ast zam û janên civakê û mirov de berpirsiyar nebe, tiştek di tûrikê xwe de nîne ku bide bi mirov. Ciwanî û form bi tenê bes nîne. Ew du mercên hewce, lê nivîşkan in ji bo deqa hunermend. Renge dijberên vê gotinê jî hebin, lê rastiyên dîroka hunerê, şermê ji rexnegirên vê biyavê nakin.
Li Kurdistanê jî di hemû biyavên hunerê de, hunermendên Kurd xebitîne ku mil bi milê jan û pirsgirêkên civakê û hin caran berî wê jî gavan bavêjin. Li nîgarkêşên kurdî de, ji Dr. Rêbwar Seîd û Rostem Axale û Şoriş Ahî û Hadî Ziyadînî bigre heta helbestvanên wekî Suware, Hêmin, Hejar, Şêrko, Peşêw û heta nivîskarên wekî Qizilcî, Husên Arif, Birahîm Ehmed, Şêrzad Hesen û Eta Nehayî û ...hwd nimûneyên edeb û hunera berpirsiyar a kurdî û ji nivîsên din de basa girîngiya kar û berhema hunerî, weke hunera nerazîbûn û berxwedan û berbirûbûnê tînin ziman.
[1]