#Kulav# û Peyk: Têkçûna fikriyata azad li hemberî civakeke famkor
Engin Ölmez
Lîstik bi flashbackan me dibe ser jiyana rojane ya mehkûmî ku bi xêra van flashbackan em rastî û nerastiya tawanên wî, jiyana wî, têkiliyên wî, xoşewîsta wî û malbata wî dibînin.
6ê îlonê, li Şanoya Bajêr a Amedê, lîstika bi navê Kulav û Peyk ji aliyê xwendekarên beşa şanoyê ya zanîngeha Duhokê ve hat lîstin. Nivîskarê wê Xesan Kenefanî ye ku Adil Hesen jî derhêneriya wê kiriye û ew adapteyê kurdî û civaka kurdî kiriye.
Di destpêkê da ji bo fambariyeke berfirehtir û hevgir, divê em behsa du sembolan an jî nîşaneyan bikin ku van her du nîşaneyan navê xwe daye lîstîka me jî. Kulav, li vir bi wateya paşdemayîn, diyanet, kevneşopî û wekî semboleke çandî, ayînî hatiye sembolîzekirin ku berovajî vê yekê jî peyk bi wateya çenax, nûxwazî, modernî, serbixweyî, fikra azad û azadiyê hatiye sembolîzekirin. Lîstik bi hatina kesekî fezayî ji asîmanî bo ser rûyê erdî dest pê dike û ew sehne bi dawî dibe. Piştra em dibînin mehkûmek (lîstikvanê sereke) ji aliyê du kesên dadger ên bikulav ve tê darizandin bi tawana kuştina çend kesan ve ku ev sehneya darizandinê çend caran, bi çend tawanên cuda ve tê pêşberî me.
Lîstik bi flashbackan me dibe ser jiyana rojane ya mehkûmî ku bi xêra van flashbackan em rastî û nerastiya tawanên wî, jiyana wî, têkiliyên wî, xoşewîsta wî û malbata wî dibînin. Mehkûm, di jiyana xwe da mirovekî hejar û feqîr e û xoşewîsta wî ducanî ye. Ji ber egera ku dê nekare zarokê xwe xudan bike ji xoşewîsta xwe dixwaze ku zarokê xwe berî ku bê ser dinyayê biavêje/bikuje. Di vê dubendiyê da xwesiya wî pê dihese ku keçika wê ducanî bûye û bela xwe li mehkûmî dide ku xwesî û xoşewîst jî wekî du mirovên paşdemayî xuya dibin, kulavê wan heye ku wekî me li jorî jî gotî ew kulav nîşaneya paşdemayîn û koletiya civakî ye li hemberî şexs, dezgeh û yasayan.
Lîstikvanê me yê sereke dema kesê fezayî nas dike, matmayî dimîne û hîn dibe ku di cîhana wan a fezayê da azadî, serxwebûn û fikriyata azad heye û bextewar in ku tekane pêdiviya wan av e ji bo jiyanê û kêşeyeke din jî nîne. Berawirdiyeke ligel jiyana xwe ya aniha dike û dibîne ku gelek ferq û cudahî hene di navbera her du cîhanan da. Ji ber ku fikriyata kesê fezayî li xweşa lîstikvanê me yê sereke tê, lîstikvanê me yê sereke, kesê fezayî ligel xwe dibe mala xwe û jiyana lîstikvanê me yê sereke, piştî nasîna kesê fezayî bi temamî diguhere. Ew kesê fezayî hilgirê jiyan, fikr û ramaneke azadane ye ku lîstikvanê me yê sereke ji wî tesîrê digire û bi wê fikriyata azadana a kesê fezayî radibe li hemberî bûyer û meseleyan ku ev jî dibe sebebê wê yekê ku ligel civaka xwe li hev neyê, ji ber ku civaka ku tê da ye civakeke paşdemayî, kore û famkor e. Ji ber kiryarên xwe yên azadane û fikriyata xwe ya nû gelek caran li hemberî dadgehê tawanbar dibe ji ber ku kulav li serê yasayê jî ye, êdî yasa jî kor e, rastiyê napejirîne û bi rastiya xeletiya xwe dikin. Ji ber ku kulavê li serê wan dibe astengiyek ji bo dîtina her cure rastiyên jiyanê.
Ji ber ku fikriyata nû ya kesê fezayî di vê civakê da bingehekê bo xwe nabîne û lîstikvanê me yê sereke nikare wê perspektîfê di wê civaka famkor da tetbîq bike, bi sedan name û dazwazname ji lîstikvanê me yê sereke ra tên ji bo kirîna, bidestxistina wê fikriyata nû/kesê fezayî ku pereyekî baş ji bo kirîna wê tê dayîn ji aliyê dewlet û miletên pêşketî û ewropî ve. Lê lîstikvanê me yê sereke bi çi awayî pereyî qebûl nake ji ber ku dixwaze cîhaneke nû, fikriyateke azadane bo xwe ava bike û bi wê fikriyatê jî dixwaze ji xwe ra dewleteke serbixwe û azad ava bike ku ew civaka famkor û kole tê da cih negire.
Wekî encameke klasîk a çîrokên bi vî rengî lîstikvanê me yê sereke li hemberî civakê têk diçe û taliya talî dîn û har dibe di destê wê civakê da. Em heman bûyerê di pirtûka Hesenê Metê ya bi navê Labîrenta Cinan da, di karakterê Kevanot da dibînin ku Kevanot mamoste ye û ji bo gundekî paşdemayî tê tayînkirin û hewl dide ilm, xwendin û fikra modern a azad li nav civakê belav bike lêbelê taliya talî nikare biguhere, zanîn û aqil li hemberî nezanînê têk diçe û Kevanot jî wekî wê civakê lê tê û dibe mirovekî famkor.
Her çiqas di civakên paşdemayî da bicihkirina fikriyateke azad û serbixwe zehmet be jî, ligel ku pêk nehat jî me di mînaka xwe ya lîstikvanê xwe yê sereke da dît ku ya muhîm ew tekoşîn û berxwedana hizrî û ramanî ye ku dibe motîvasyona berdewamiya jiyanê di civakên paşdemayî da.[1]