Nasîna amûrên #muzîkê# - Beşa 4em
Hawar Hewraman
Dûzele
Ev amûr çend navên din jî heye: Cût Zele (Cuwzele, Cî Zele), Çûzele, Tûzele, Dîzele, Şazbend, Dûnay, Zembere û Quşme.
- Ev ser bi malbata amûra darî ya “pîtik”darî ye û ji hestiyên baskên çivîkan, qamîş û boriya kanê tê çêkirin û bi fûkirinê di nav pîtikê de deng tê derê.
- Qas û dirêjahiya amûrê ji bakur heta başûrê Zagrosê ji 15 heta 25 santîmetreyan cudatir e.
Jeniyarê kurd ê navçeya Êrîvanê
Dûzeleya hestî
Ji baskên teyr, teyra kergez, hacîleyleg, kund û filamîngoyê tê çêkirin.
- Ji bakurê Ermenistanê heta Mukriyanê ji dûzeleya hestî bi kar tînin. Di navbera hestiyan de pelên tirî (mêw) tê bikaranîn û bi germkirina pelê tiriyê bi hev ve tê çespandin.
Li herêmên başûrê Zagrosê (Kermaşan û Loristanê), qas û qebareya dûzeleya hestî bi helsengandin digel yên navend û Bakurê Kurdistanê kurtir û naziktir e..
Ev amûre li bakurê Xorasanê bi navê “Quşme” tê nasîn.
Dûzeleyê şeş yan heft not heye. Bi giştî dûzele şeş kun e û gava tilî li ser kunekan têne danîn, hewa ji dawiya amûrê ve derdikeve û dengê heftemîn tê çêkirin.
Carinan li kêlek û ji aliyê xwarê amûrê ve tê kunkirin û dibe şûna derbasbûna hewa û çêbûna dengê heftemîn.
Dûzeleya qamîşî
Ji du qamîşên (zel) wekhev û bi qasî hev tê çêkirin.
Qamîşek ku bi mebesta dûzele tê bikaranîn qahîm û req e û digel cura qamîşa pîtikê, naye, bilor û dûzeleyê cuda ye.
Di navçeyên Badînan, Îlam û Kirmaşanê de ji qamîş ji bo çêkirina dûzeleyê sûd werdigirin.
Dûzeleya borî
Ji boriya kana birinc an alumînyûmê tê çêkirin. Qamîş û borî bi hevkariya têlên sifir an jî kaseta naylonî bi hev ve têne çespandin; lê dûzeleya hestî bi germkirina pelên tiriyê û hingiwînê bi hev ve têne çespandin.
Hin amûrsaz ji xeynî pelê tiriyê ji çespê jî sûd werdigirin.
Pîtika dûzele
Ji qamîş tê çêkirin. Bi mebesta kokkirina pîtikan, bendik ji aliyê serwe bi hev re têne alandin. Li navçeyên Mukriyan heta Bakurê pîtik tê dirêjkirin û bi tiliya piştê ve dest diçespe navbera hestiyan.
Nêr û Mêw
Ew ji du perçeyên piçûk ên hişk ji darên (tirî, ebnûs û qeysî) tê çêkirin. Aliyê serê tê mezinkirin û aliyê wê yê xwarê jî tê tengkirin.
Aliyê xwarê yê nêre û mêwe bi qasî yek sant diçe nava hestiyê û paşê pelê tirî û bendikê tê ragirtin.
Binê pîtikê dikeve nav nêr û pelê mêwê û bi vî awayî sereke wê cihê danîna pîtikê ye û sereke din jî di nav amûrê de tê danîn.[1]