Nasîna amûrên #muzîkê# – Beşa 6em
Hawar Hewraman
Amûra Zirneyê
- Ev amûr li navçeyên Kurdistanê bi navên Surna, Zurna û Zirna tê nasîn.
- Ji malbata amûra darî ya bayiya pîtikê ye. Li Kurdistanê bi sê şêwazan tê çêkirin.
Yekem
Amûra zirneyê li navçeyên Erdelan, Kirmaşan, Loristan, Îlam, Hemedan, Baban û beşek ji Germiyanê (beşa Kelhûr û Lek) bi giştî li navend û başûrê Zagrosê tê çêkirin.
Duyem
Hemû Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Mukriyan, Tirgewer û Mirgewer, Soma û Biradost, Serhed ji beşa Rojhilatê, Badînan, Soran, Hewlêr heta Kerkûkê tê çêkirin.
Sêyem
Navçeya kurdên êzidî li Ermenistan û kurdên Xorasana Bakur.
- Kurtî û dirêjahiya amûrê li her navçeyekê digel navçeyeke din a kurdewarî cuda ye.
- Li serweyê Kurdistanê (navçeya kurdên êzidî li bakurê Ermenistanê) qebareya zirneyê pêka navçeyên din piçûk û kurt e û xwediyê dengê nazik û tûj e. Heta ku em ber bi başûrê ve herin, qebareya amûrê dirêjtir û dengê wê gurtir dibe û paşê li navçeyên Loristanê di nav lorên Bextiyarî de amûr di warê qebarê de dirêj û mezintir dibe û ji amûrek din a bi navê Kerna, Kerena yan Kerenaye sûd werdigirin.
Amûra zirnayê ji wan beşan pêk hatiye ku wiha ne:
Pîtik, hesin (mîl), devbest, berbend û nîreûmêwe.
Pîtik
- Ji qamîş tê çêkirin
- Qamîşa pîtika zirnayê qermiçî û nerm e û bi navê pûke yan pûçek tê naskirin.
- Bi fûtêkirin di pîtikê de deng tê çêkirin.
Weneyê qamîşa pûçek û pîtika zurnayê
Hesin (mîl)
- Ji kana zerd (birinc) û alyaj û istîlê tê çêkirin.
- Dirêjahiya mîla zirneyê ji 4 heta 8 santîmetran pêka navçeyan cuda ye.
- Pîtik li ser mîlê tê girêdan û dengê pîtikê ji rêya mîlê ve diçe nav duşaxeya zirneyê.
- Aliyê jêrîn a mîlê bi bendikê tê pêçan û diçe nav serê duşaxeyê (nêre û mêwe).
Wêneyê mîla zerd û alyaj
Wêneyê mîl û pîtikê
Devbest
Ji du parçe darên piçûk tê çêkirin û bi hev re têne çespandin.
Devbest ji amûrên naye û zirne bi mebesta agehdarî û rêk kirina devê pîtikê sûd jê tê wergirtin.
Berbend
- Çend navên din jî hene ku pêk hatine ji:
Berdevî, Sedef, Dev Sedef, Demamik û Mask.
- Di dema lamwerimî û fûtêkirina dev de lêvên jeniyar xir dikin û giraniya dev û lêv dikeve ser berbenda amûrê.
- Berbend li cihên germayî bi sedema pêşîgirtina xwêdana dev û lêvên jeniyar ji pîst û qaqilê nargîlê tê çêkirin. Di navçeyên din de ji dar tê çêkirin.
- Bi awayekî pîşeyî di vê serdemê de ji lek û kanan tê çêkirin.
- Naverasta berbendê bi şiklê bazin yan stêrk tê kunkirin û pîtik û mîle dixine di nav de û li ser qiraxa naverasta mîlê tê cihgirkirin.
Wêneyê berbenda nargîl, dar û lek
Duşaxe (nêre û mêwe)
- Ji darekê bilî dara zirneyê tê çêkirin. Helbet duşaxeya dara qeysî li ser zirneya darqeysî pirsgirêka dengî nabe.
- Di zareveyên Kurdistanê de nêre û mêw bi navên “Hepelûl, Nêr û Ma, Duşaxe, Beç û Ger” têne nasîn.
- Duşaxe heta kunên sêyem yên amûrê digirin û dengê dişîne nav zirneyê.
- Deng ji pîtikê re bo nav mîlê û ji vir jî bo duşaxeyê û paşê bo nav amûrê tê.
Ciyawaziya geviya amûra zirneyê
- Du şêwaz ji çêkirina geviya zirneyê.[1]