#Ziman# wekî berhema siyasî (netewexwaziya zimanî bingeha netewexwaziya siyasî ye)
Şaho Husênî
Netewexwaziya Farsî xwe di nav bazneya “serweriya jeopolîtîkî ya Îran, serweriya zimanê Farsî û serdestiya etnîkiya Farsî de” dibîne û hewla sepandina “Îranxwazî” wek emrê siyasî, civakî û kultûrî bi ser hemû netewên cuda yên di navbera jeopoletîka Îranê de dide.
Di rastî de, “hikûmeta Farsî” wek emrek siyasî di nav çarçoveya Îranîxwazî de, bi rêya zimanê Farsî ve bi ser takê Îranî de tê sepandin. Herwisa Fars hewl dide bi dîrokî û kultûrîkirina emrê siyasî, bîr û raya giştî ya netewên ne Fars bixapîne da ku bi vî rengî hem rewayiyê ji xebata mafxwazane, nasnamexwazne û netewexwazaneya netewên dinê û yek ji wan netewa Kurd reş bike, hem jî ji kirêtiya dîktatorî û tevahiyetxwaziya xwe kêm bike.
Ew hewlê didin ji rêya bi dîrokkirina Îranê wek jeopoletîk, berahîka parçebûna Îranê bigirin, ji rêya bi dîrokkirina zimanê Farsî wek emrê dîrokî, berahîka geşekirin û derketina zimanên dinê û yek ji wan zimanî Kurdî bigirin. Di rastî de ew ji aliyekê bi mebesta misogerkirin û berfirehkirina serdestiya xwe hewla bi siyasîkirina tev diyardeyên kultûrî, nasnameyî û zimanî didin, Ji aliyeke dinê ve jî bi tinekirina siyasî ya van diyardeyan hewl didin şerma tevahiyetxwaziya xwe ji holê rakin.
Erk û bandora ziman
Ziman wekî hêzeke derûnî ji bo bîrkirinê, bi mirov re ji dayîk dibe û mirov berhem tîne. Mirov bi ziman re berfireh dibe, mezin dibe û dimire. Ziman çarçoveya derketina mirov e, pênaseya mirov û mirov bi rêya ziman ve tê naskirin. Dibe bê gotin ku mirov û ziman “janûsek” in, bi curekê ne ziman bi bê mirov dibe û ne mirov bi bê ziman dibe. Mirov bi rêya ziman ve xwe û yê din pênase dike, sînor diyarî dike, kiryar û bertekan nîşan dide, helwêstê digire û hestan nîşan dide.
Ziman nizameke pêkahtî ye bo pêwendîgirtin di navbera mirovan de. Di rastî de ziman bi rêya peyvan, nîşaneyan, hevokan û nivîsînan re mebestekê, xwastekê yan çemkekê digihîne. Divê bê gotin ku ziman destpêkê bestênek e ku tê de wate, mebestek yan hizrek tê perwerdekirin û paşê bi rêya ziman re wek “nîşaneyên riwatî”, wê mebest û hizrê digihîne.
Sê taybetmendiyên girîng ên ziman pêk hatine ji: Şiyana zavîn, serweyê tex û qatan û girêbesta civakî (wate diyardeyek gewherî, misoger û hertimî nîne). Yek ji girîngtirîn û ramanên modern “netewexwazî” ye ku di nav ziman de hatiye perwerdekirin û bi rêya ziman re wekî nîşanek di şiklê sîstemeke birêkûpêk de derketiye holê, ziman ji ber ku ezmûnên giştî yên neteweyekî nîşan dide, di veguhastina nasnameya netewî de roleke girîng dilîze. Ziman berhema hin hêmana e ku nayêne wergerandin, ji ber ku nêrîna resen û bêhempa ya jîngeheke taybetî li xwe digire ku hawara rastîn a perwerdekirî di nav van hêmanan de ye.
“Benedict Anderson” li ser wê baweriyê ye ku netewe destpêkê di ziman de derdikevin heta ku xwînê. Ew di berdewamiyê de li ser wê baweriyê ye ku netewe hin berhemên kultûrî ne ku di dawiya sedsala hejdehem de bi awayê zimanên lokaliyan derketine holê, ango pêşkeftin û misogerbûna zimanên lokakiyan û kêmbûna zimanên dêrê, bestêna derketina netewan bû.
Zimanê Farsî sepandineke siyasî
Zimanê Farsî stûnek girîng a netewexwaziya Farsî, Îraniya hişmendî û şikl û herwisa desthilata Farsî ye. Di rastî de zimanê Farsî wekî gelemperiyek ji diyardeyên hişmendî wek nasname, raman û dîtingeh, li rex diyardeyên şiklî wek nîşane, peyv û hevok, hem çavkaniya civakeke neteweyî ye û hem jî bi sepandina diyardeyên derûnî û dervayî civakeke neteweyî ya berfireh çê dike. Bi kurtî mirov dikare bibêje ku zimanê Farsî bingeha herî girîng û sereke ye ji bo derketina netewexwaziya Îranî û berhemanîna desthilatek tevahîxwaz, zordar û daplosêner e.
Zimanê Farsî di rastî de zimanekî dagîrker e, bestêneke derûnî û çarçoveyek e ku tê de wate, fam û têgihîştina Farsî hatiye berhemanîn. Netewexwaziya Îranî û pan-Îranîzm wekî îdolojî destpêkê di ziman de hem wekî şiyanekê bo bîrkirinê, hem wekî berhemeke derûnî û bestênek bo perwerdekirina hizr û ramanê û hem jî wek diyardeyek riwaletî ku nîşaneyên riwaletî hatiye berhemanîn. Lewma ji aliyekê ve çarçoveyeke wate û têgihîştina Farsî dihewîne û ji aliyeke dinê ve jî kereste û bestênek e ji bo sepandina cîhana hizr û ramana Farsî û di asta kultûrî-civakî de û sepandina nasnameya Farsî, di asta siyasî de sepandina serdestî, serwerî û desthilata siyasî ya Farsî ye, eva jî bi rêya afirandina mirovên guh bi ferman û obje ye, ew mirovê ku bi sepandina zimanê Farsî bi ser de ji naveroka xwe ya herêmî hatiye valakirin, ji jîngeha xwe ya çandî û zanîna xwecihî hatiye dûrxistin û bi diyardeyên bîhanî ve hatiye pêçan.
Zimanê Kurdî, zimanê azadiyê
Zimanê Kurdî zimanê azadiyê ye, zimanê misogerkirina nasname, serxwebûna takê Kurd, çarçoveya berhemanîna xwe û sînorê cudaker ji yê dinê yê bîhanî ye. Di rastî de zimanê Kurdî, wekî şiyana bîrkirinê bi Kurdî, bestênek e ji bo derketina Kurd bi xwe. Zimanê Kurdî bingeha reftarên hişmendî, ramanî û berpirsiyarî ya mirovê Kurd e. Dikare bê gotin ji ber ku ziman şiyana mirov bo têgihiştin û fam e, zimanê Kurdî şiyana mirov bo famkirin ji Kurdayetî û famkirina Kurdî ye wek tak û netewe û eva jî bi wateya şiyana takê Kurd bo pêşîgirtin ji dagîrkeran û hebûna şiyan bo rizgarî û azadî ye.
“Hêrdêr” li ser wê baweriyê ye ku ziman garantiya berdewamiya dîrokî û kultûrî dike, lewma jî zimanê Kurdî wek bestên û derfetekê ji bo berdewamiya dîrok û kultûra Kurdan, wek tak û netewe xwedî roleke girîng e.
Netewexwaziya Kurdî wek bertekek li dijî yê din ê dagîrker destpêkê netewexwaziyek zimanî ye, wate bi wê yekê re Kurd di navbera sê zimanên bîhanî de hatiye parçekirin, sê zimanên bîhanî hewla sepandina kultûr, nirx û nasnameya dijekurd û nekurdî bi ser Kurd de daye, bi rêya zimanê Kurkî ve rêberên netewexwazên Kurd hewla yekgirtî û yekparçeyiya Kurd dane.
Wan hewl daye bi rêya zimanê Kurdî ve sînorên destçêkirî yên riwaletî, zimanî û kultûrên hatinî sepandin bişkînin. Herçiqas renge netewexwaziya Kurdî gelek caran di nav wan sînorên detçêkirî de bêçare mabe, wate hewla dabînkirina mafê çarenivîsiya wan di nav van jeopolîtîkên detçêkirî de dabe, lê hemû bi tevna zimanê Kurd bi hev re hatine girêdan, wate netewexwaziya Kurdî ya tev parçeyan bi rêya zimanê Kurdî ve cîhanek Kurdî ya yekgirî berhem aniye. Di rastî de zimanê Kurdî hêmaneyên sereke û berdewamî yên netewexwaziya Kurdî li her çar paçeyên Kurdistanê bûne.
Kurdistan heta pêşiya hatina netewexwaziya Kurdî û ramana Kurd wek netewe û netewe serweyê eşîre û tayfe, civakek lêhevqetiyayî û berbelav bû, lê zimanê Kurdî karî bi ser hemû eşîre û tayfeyan de pirekê çê bike û civaka eşîreyî ya Kurdî bi hemû ciyawaziyên eşîretan ve di nav netewa Kurd de kom bike. Ku wisa ye yek ji girîngtirîn bestênan ku netewexwaziya Kurdî tê de hate perwerdekirin û bestêna berfireh û misogerkirina netewexwazî ya Kurdî bû, zimanê Kurdî bû.
Yekem bestênên hatina netewexwaziya Kurdî dibe bê gotin ku pêk hatibûn ji: Helbest, beyt û hin çîrokên hemasî yên Kurdî ku di ziman de hatine serhildankirin û her bi rêya zimanê Kurdî ve jî bo aliyên din hatine veguhastin û bi vî rengî netewexwazî wek çemek rewan di nav aliyên cuda ên civaka Kurdî de çaxên zimanê birîne. Derketina yekem rojnameya Kurdî li Qahîreyê bi zimnaê Kurd, li rex berfirehkirina xwendin bi zimanê Kurdî, rolek girîng di berfireh û misogerbûna netewexwaziya Kurdî de hebûye, lewma dibe bê gotin ku netewexwaziya siyasî ya Kurdî li Kurdistanê destpêkê wek netewexwaziya zimanî û kultûrî hatiye holê û di berdewamiyê de gihaye asta siyasî, bi watayek dinê bingehên sereke yên netewexwaziya siyasî ya Kurdî pêk hatine ji netewexwaziya ziman û netewexwaziya kultûrî.
[1]