Nasyonalîsm û niştîmanperwerî
Rojan Sofîzade
Çênabe û di paradoksê de ye ku bo mînak takek, yan komek, yan partiyekî siyasî yê Kurd, li pêxema Azadî û #rizgariyê# de bixebite û tenanet şoreşvan be û dest bihavêje Çekê û hemî dijvariyan qebûl bike, lê bi xwe tovê asîmilasyon a dujminan bireşîne û Kurdek be ku dilê wî ji bo ziman, çand û edetên netewa wî lênede.
Di pênasa #nîştîman# perweriyê de gelek teorî û şirove hene ku heya qasekê li bal me Kurdan jî têne fêmkirin ku hesta welatperwerî bi çi pîvan û şiroveyên giştî di nava gêlê Kurd de cih girtiye.
Hesta welatperwerî yek ji hestên herî jêhatiye, bi awayek ku heçî takek ji endamên civatgeh û neteweyekê xoşvanî û hejêkirina wan derheq ax, av, cografiya, zêd û niştîman bi hêsanî xuya dibe. Her kes ku ev hest û xoşvaniye li hember cografiya xwe û heyiya nîştmanê xwe hebe, em dikarin wî kesî wek mirovekî niştîmanperwer nas bikin.
Lê ez dixwazim di vê nivîsê de cudahiya di navbera Nasyonalîz û welatperwerî yê de bêxme ber dîda we xwênerên hêja.
Me li serve behsa mirovê niştîmanperwer kir, bêguman di nava gelê Kurd de jî heçî kesekî xwediyê wan taybetmendiyên serve be, gelek caran di nava Kurdan de jêre dibêjin nasyonalîst. Lê di esla xwe de ev kesê ku hej av û ax û welatê xwe dike û kesekî tehsîbe, gorî teoriyên zaf şarezayên cîhanî, ev mirovekî welatperwere û ti peywendiyek bi nasyonalîsmê ve nîne. Belkû bêtir tehsîba netewî û parastina hin hêlên netewî wek parastina ziman, çan, wêje, edet, tîtal, bone û hwd be ku neteweyek pê tê pênase kirin. Bi taybetî xwedî derkevtin û parastina sê xalên bingehîn wek Çand, Zima, Dîrok ê mirov dikare bi nasyonalîsm pênase bike. Ku wisaye, nasyonalîsm girêdayî bi neteweperestiyê ye, nek ax û basên din.
Bi wî pîvan û pênaseyê em fêm dikin ku wateya nasyonalîsmê çiye, dema ku kesk ji boy dewlemendkirina ziman, çand, wêje û parastina edet û kultûra neteweya xwe dixebite, bêguman ev kesekî nasyonalîste, wate neteweperwere. Lê kesek ger bi berewajî bêy ku xema çand û zimanê netewa xwe de be, lê hevdem ji bo azadî û rizgariyê bixebite û bêy ku kesekî neteweperwer be, nîştmanperwere.
Çênabe û di paradoksê de ye ku bo mînak takek, yan komek, yan partiyekî siyasî yê Kurd, li pêxema Azadî û rizgariyê de bixebite û tenanet şoreşvan be û dest bihavêje Çekê û hemî dijvariyan qebûl bike, lê bi xwe tovê asîmilasyona dujminan bireşîne û Kurdek be ku dilê wî ji bo ziman, çand û edetên netewa wî lênede.
Nasyonalîsm wate neteweperwer, berî her tiştekî divê parêzerê wan pîvan û hêma û hêlane be ku netewa wî, wek netewe pê tê naskirin.
Kurdek nikare bibêje ez Kurdim û netewî me, lê nasyonalîst nebe. Ji aliyekî dinê jî ti Kurdek nikare bibêje ez kesek netewî me, lê parêzerê ax û niştîmanê xwe nebe û ji boy rizgarî û azadiya netewî û niştîmanî, xebatê neke, yan tehsîb ti ne be.
Ji bo netewa Kurd, bo xelkê Kurdistanê ku mixabin heya niha jî ne azadiya netewî heye û ne jî rizgariya niştîmanî, gelek hewce ye ku wan du pirs û xalane anku Nasyonaîsm û Niştîmanperweriyê wek Laş û Ruh pêkve girê bidin û çi yek ji wan bi bê hebûna a din tewaw nebe.
Erkê ser milê rewşenbîr, part û aliyên siyasî û xebatkarane ku liser wê mijarê kar bikin û waneyên welatperwerî û neteweperweriyê bikine bingeha kurdayetiyê û her kesî têbigehînin ku divê Kurdê rasteqîne ku dilê wî ji bo Kurdistanê û netewa wî lê dide, hem parêzerê Çand û Zaman û Wêje û wan hêlên ku netew pê tê pênasekirin be, hem parêzerê heyiya nîştmanê xwe be wek ax, av, cografiya hwd.
Wê demê Kurdê ku xwediyê wan herduk taybetmendiyan be dikare bibêje: “Ez Kurdim û Kurdistanî me”, wate hem welatperwer im, hem neteweperwer.[1]