Çêkirina çemk û guherîna wate di wêjeya medyayî ya kolonyalîzma Îranê de
Mardîn Rehîmnijad
Çêkirina çemk û destewaje û guherîna wate di wêjeya medya û programên kolon yalîzm a Îranî de bo guherîna nasnameya Kurd û Kurdistanî, şerekî berdewam û bêwestan a #medyaya# Fars e. Çêkirina van destewajane projeyeke kolonyalîstî ye ji bo tevlîhevkirina navend û perwaz û herwisa hêsankarî bo projeya asmîlasiyon û wergirtina xwedîtiya Kurdan ji ax, çand û kultûra Kurdistanê û tomarkirina wan weke milkê neteweya serdest û herwiha hiş û paşxaneya Kurdan bi destewajeyên ku #serweriya# Fars garantî dike, tijî dike.
Wek “Lacan” dibêje: “Em di rêza axaftinê de tevlihev in”; Faşîzma Fars piştî avakirina dewlet-neteweya destçêkirî ya Îranî, di siyaseta medyayî de hewl daye hiş û ramana Kurd bi hin çemkên ku berhema gotara serdest in, tijî bike û ew çemk û destewajane ku di navbera me û wan de hêlên cudahî dikêşin kêmreng bike yan bi şêwazekê guherinkarî bi ser wan de bîne ku pêşiya dîskurs û wateya Kurdî bigire.
Yek ji wan mijaran ku di medyaya Îranî de bi zelalî tê dîtin, hevahengiya tevaw a bikaranîna têgeh û destewajeyên girêdayî Kurd û Kurdistanê ye. Medyaya Îranî ya Farsrziman, çi medyaya desthilatdar û çi jî ya opozîsyonê, di hember neteweya Kurd de edebiyatekê bi kar tînin û meyla kolonyalîstî ji bo reşkirina wateya nasnameya Kurdistanî ya destewajan yan jî sepandina wateyek negetîv bo çêkirina bindestî û bêrûmetkirina Kurd di hemûyan de tê dîtin.
Bo mînak ev destewajaneyên jêrîn ji bo berhema gotariya serdest in ku li tev medyayên Fars di pêşkêşkirinê de têne bikaranîn: “Kurdên Îranî, deverên Kurdnişîn, Kurdên resen, Kurdên sînornişîn, bikaranîna (Kord) ji cihê Kurd, zaraveyê Kurdî, zimanên Kurdî, sînorparêzên bi xîret, yan hevwatakirina navê Kurdî bi qetila namûsî re û kolberî û hwd”.
Çima van destewajeyan bikar tînin? Bo mînak em ê destewajeya “menatiqên Kurdnişîn” berçav bigirin. Ger li Lendenê bi wan navçeyên ku Ereb tê de nîştecih in bêjî “navçeyên Erebnişînên Lendenê” yan “navçeyên Tirknişînên Almanê”, destewajeyên wiha pirsgirêksaz nînin, çimkî ew hemû koçber in û di welatê duyem de di yek an çend navçeyên diyarîkirî de nîştecih bûne. Lê eger bêjî “deverên Îngilîsnişînên Lendenê”, eva standina nîştimanê ji Îngilîsê ye ku xwediyê wê ye û wan di welatê wan de bi koçber û mêvan dizanin.
Medyaya Farsziman jî her wan çemk û destewajeyan bi zanebûn û bi pîlan bo standina axa Kurdistanê ji xwediyê wê û reşkirina nasnameya Kurdistanî ya nîştimana Kurd, di şerekî medyayî ya nerm de gelek bi dizî ve rojane dûbare dike. Ev destewaje, Kurd li ser axa xwe dike mêvan û koçber û neteweya çêkirî ya Îranê, ango Fars dike xwediyê axa Kurdistanê.
Aliyeke din a pîlana bikaranîna “menatiqê Kurdnişîn” ev e ku Kurd bi welatê sexte bawer bike û ji hesta netewî ya Kurd ve bo hesta netewî ya Îranê bê veguhastin.
Destewajeyek din ku gelek û bi zanebûn ji aliyê medyaya Fars ve tê bikaranîn, hevwatekirina Kurd bi “qetila namûsî” re ye. Di demekê de û pêka amaran, Rojhilatê Kurdistanê li gorî navçeyên din ên Îranê kêmtirîn rêjeya kuştina jinan tê de heye û zêdetirîn amara kuştina jinan li Tehran, Kerec û Îsfehanê ye. Medyaya Fars li Kurdistanê “qetila namûsî” dike diyaredeyeke etnîkî ya taybet bi Kurd ku tenê bi wê yekê Kurdan bişkîne û navxirab bike û herwisa bêzarkirin û şermezarkirina Kurdan ji Kurdbûnê ye.
Destewajeyek dinê ku medyaya kolonyalîzmê hewl dide ku berdewam bike, “sînorparêzên xîret” (merzdaranê xeyûr) e. Ev destewajeye çend pîlanek li pişt e. Yekem, sînor curekê li cem Kurd hesta perawêzbûn û bêdesthilatiyê çê dike û di yekeyeke bihêz de Kurd di kuncikekê de bi bê desthilat nîşan dide. Duyem, Kurd dike berevankerê sînorê welatekê ku xwedanê wî yê rastîn neteweyek xwedan desthilat û şaristaniyet e û Kurd rola pasevaniya sînoran pê re hatiye spartin. Sêyem, ew sînorane ku ji bo netewa Kurd sînorên destçêkirî ne û wan qebûl nake, di demek û pêvajoyekê de ku berdewam derbaskirina sînoran dibe sedema kuştinê û sînor û mirin bi hev re têkel dibin û Kurd bawerî bi wan sînoran tîne û dibe berevankerê sînor yan li gorî pênaseya wan “merzdarê xeyûr”.
Bi sedan têgeh û destewajeyên wiha hene, tenê hewce ye em bibêjin ku ti têgeh û destewajeyek di medyaya koloniyalîzmê de bi bê plan û pîlan nayêne bikaranîn û divê netewa Kurd ji van mijaran gelek hişyar be.[1]